Nasnameya faşîzma Erdogan

Nasnameya Hitler bi qirkirina Cihuwan tê naskirin.

Nasnameya Saddam bi enfalan, ya Kenan Ewren bi Zindana Amedê tê naskirin. Mirov dikare van mînakan  zêde  bike. Lê mînakên Hitler û Saddam bes in. 

Hitler,  ji aliyekî ve xwest nifşê arî derbixe holê, ji aliyê din ve  xwest pêgihên nû yên jiyanê û biwêjên nû yên jiyanê  derbixê holê.  Ev bingeha emperetoriya Fuhrerê Almanan bû… 

Saddam Huseyin, rûpelên Qur’anê bi sere şûrê qikririnê ve kirin û di riya Muawiye de meşiya. Ayeta Qur’anê wek kilîda behiştê bi kar anî, bingeha emperetoriya  xwe ava kir. Bû “Seyf-ul Ereb…”

Biyografiya Erdogan, bêhtir dişibe ya Hitler.  Hitler, pêşî kesên hevkarên xwe, kesên ew destek kirin û medya berteref kirin.

Erdogan jî di heman riyê de meşiya. Navdariya Erdogan jî, bi du çavkaniyan hate xwedî kirin: Tecrîda li ser Birêz Ocalan û komkujî, qirkirina Kurdan, wêrankirina bajarên Kurdan.  Erdogan, tecrîda li dijî Ocalan kire ala xwe, xwîna Kurdan jî kire rengê ala xwe.  Emperetoriya patronal ya Erdogan jî, wek her emperetoriyê,  bi xwînê tê avakirin.  Haaa, empetoriya patronal!…  Erdogan, bazirganekî  xwînê ye… Ji aliyekî ve bi Zerraf  Efendî re patroniyê dike, ji aliyê din ve, bi çeteyên DAIŞê û  monarşîkên Hicazê re ‘kefenê reş’ qaz dike.  Ji ber ku dîroka hişmendiyê li cem Erdogan  û zewatên li dora wî nîne, gelek caran dîroka civakî jibîr dikin û dixwazin mizansena kiryarên xwe veşêrin. 

Berxwedana Cizîrê dîrok e, desten e. Lê avaniya ku 28 birîndar tê de hatin dorpêç kirin û bi rojan di rojeva Tirkiyê û cîhanê de ne; serokwezîrê Erdogan Dawudoglu, di vegera ji Hicazê, bi quma li ser pêlava xwe derkete pêşberî çapemeniyê û got: "Ev avaniya ku dibêjin birîndar tê de ne, belkî kes tê de nîne…" Ev mizansena bi pelê Qur’anê û şûrê qirkirinê ye. 

Ahmed Dawudoglu, komkujiya di avaniya navenda Cizîrê de  dike, çîroka Enfalê û mizansena  komkirina 28 kesan  amade dike. Eger kes di wê jêrzemînê de neba ne, axaftina bi telefonê, dîmenên bi riya telefonê di televizyonan de hatin weşandin çibûn?   

Ev kehaneta jehrî û kujer, ev hişmendiya faşîzan nikare, sucên mirovaniyê û qirkirina Kurdan bi gotinên kehaneta enfalî û firinên holokostî  winda bike. 

Eger propegandsîtên faşîst û diktatoran, serketiba ne;  heta îro wî yek kes ji wan, dikaribe  dikana amurên kevin/antîk veke.  Hemberî ku mafya dikarin dikanên bi vî rengî vekin, lê faşîst û propagendîstên faşîst û diktatoran nikarin. Ew ji mafiozan jî gunehkartir in. 

Hemberî ku  hêzên global, Neteweyên Yekbûyî jî di nav de,  di pirsgirêka Kurd de, diyaloga kerrûlalan dilîzin jî,  berxwedana Gelê Kurd, wê  şûjina di çavên wan de şanî wan bide. Diktatoriya faşîzan ya Erdogan û desthilatdariya AKPê, li darî çavên cîhanê Kurdan qir dike, navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê wêran dike. Cîhan termên kalan, ciwanan, zarok û jinan li kolanên têne wêran kirin dibîne. Dîmenên ku rojnamevanên Kurd bi xwîna xwe dikişînin, li Neteweyên Yekbûyî têne temaşe kirin. Serokê baskê mafê mirovan  yê Neteweyên Yekbûyî, (Zeyd Ra’ad El Huseyin) piştî temaşe kirina dîmenan, kiryaran  wek ‘sucê mirovaniyê’ bi nav kirin û  got, ewê şandeyekê bişînin herêmê. 

Saziyên Huquqnasên navneteweyî û saziyên mafên mirovan, berî du-sê rojan rapora çavdêriya xwe ji raya giştî ya cîhanê re dekelere kirin û gotin, li bakurê Kurdistanê hovîtiyek faşîzan tê kirin.  Gelo, OHCHR, çima tevlî ‘diyaloga kerrûlalan’ dibe? Gelo, bi formulekirinek bazirganî, yan jî dibin navê ‘post faşîzmê’ de, wê heta kengî diktatoriya faşîzan ya Erdogan neyê dîtin; wêran kirin, berteref kirin û tunekirina hebûn, nasname, kultur, îrade û psîkolojiya civaka Kurd, werê temaşe kirin? 

Faşîzma diktatoriyal,  ne tenê qirkirina fizîkî dike, kultura Kurdan, cografya Kurdan, îrade û psîkolojiya Kurd  tune dike. Ev mijar teva sucê mirovaniyê ne û cîhana global, hîna  di bazirganî de, di derya polemîkên petrola lat-kûçan û petrola  binerdê  de avjeniyê dike. 

Hitler, ji bo qirkirina Cihuwan meşrû bike, tevahiya civakê terorîze kir. 

Tayyip Erdogan jî, ji bo meşrûkirina qirkirina gelê Kurd, gelê Kurd terorîze dike. Berdevkiya desthilatdariya AKPê jî, lîderekî mafya dike û  akademisyenên Tirkiyê, haraketên şoreşger ku li dijî faşîstên DAIŞê şer dikin tehdîd dike. 

Di dema biryara şerê giştî de; Serfermandarê Artêşa Tirk dibêje, "wê gelek sivil werin kuştin." Tam (ne niv) Diktator Erdogan jî got, "hun  bikujin, tune bikin emê sergirtî bikin."

Di vegera Umre de, Serokwezîr Dawudoglu, hebûna 28 kesan di jêrzemîna avaniya Cizîrê re inkar kir. Ev  gotin, ‘sergitian komkujiyan’ e.

Tam diktator Erdogan, di Başar Esed de xwe dibîne û dibêje. Esed hemwelatiyên xwe dikuje. Diktator teva,dojî diktatorekî kor e, bi berçavikên bergilan li cîhanê dinêre. Neynika şikestî ya dîrokê jî nabîne… Ne tenê Kurd, cîhan, li hemberî diktatorekî şantajîst, şovîst, derewin û biqasî DAIŞê xedar e. Bêdengiya cîhanê tê wateya erêniya şerê li hundirê Tirkiyê. Ev şer jî bi saya diktator Erdogan dest pê kiriye. 

Cihuwan serê Hitler xwar, enfalan serê Saddam xwar. Buxz, kîn û faşzîma Erdogan jî wê serê wî bixwe. Kurdan neynika klasîk û netew-dewletan şikand, niha sirr û razûn di fulyona pişta neynikê de dixwînin. Yanî çi, yanî  kuştina faşîzma Erdogan nêzîk e. 

Yazarın diğer yazıları