NAV-DEM realîte û hêvî

Dîdeban

Dawiya hefteyê li Frankfurtê Kongreya 4. a asayî ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. NAV-DEM rêxistina herî mezin û girseyî ya Kurdên li derveyî welêt e. Jêdera xwe ji têkoşîna 40 salan a bi pêşengiya Bizava Azadiya Kurdistanê û fîlozofiya xwe jî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire.

NAV-DEM her wiha nûnertiya bi sed hezaran Kurdên li Elmanyayê dike, bi giştî li tevahiya eyaletên Elmanyayê rêxistinkirî ye. Ev hejmar her çiqas ji ber egerên siyaset û têkiliya kirêt a di navbera dewleta Elman û Tirk de bi zelalî nehatibe diyarkirin jî carinan rayedarên Elman jî li rastiya li dora milyonek Kurdên li Elmanyayê niştecîh mikur hatine. Divê mirov lê zêde bike ku ev hejmar ji aliyê hind lêkolîneran ve heta bi milyon û nîvê jî hatiye îdîakirin. 

Di nav karên vê rêxistinê de parastin û xwedîkirina nasnameya Kurd wek xaleke bivênevê ye. Pê ve girêdayî, pirsgirêkên cûrbicûr yên civakî, siyasî, çandî û wekî din jî cih digirin. 

Di kongreya NAV-DEM´ê de vê carê babeta herî zêde bal kişand ser xwe bi awayekî serketî bikaranîna zimanê Kurdî bû. Di xebata du rojan a kongreyê de ji rayedar, rêveber, delege û heta bi mêvanan jî herî zêde bi Kurdî axivîn. Derket holê ku Kurd bi rastî jî di pêzanîna xetera li ser zimanê xwe de gihiştine asteke girîng. Heta mirov dikare bibêje, êdî bikaranîna Kurdiya resen û zimanê siyasetê jî ji destê nivîskar, rojnamevan û akademîsyenên Kurd hatiye wergirtin. Wisa ku kesên hîç bi babeta lêkolîn û pêşdebirina ziman ve ne têkildar in jî di asteke bilind de Kurdiyeke zelal û xwerû diaxivin. Gava me hinan pirsî ka çawa fêrî vê Kurdiya xweşkok û fesîh bûne, berisiva wan wiha bû; em di nav têkoşînê de fêrî Kurdî bûn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku heta beriya çend salan jî rexneya ku gelek Kurd di nav têkoşînê de fêrî Tirkî dibin, Kurdî ji bîr dikin, yên Tirk hîç fêrî Kurdî nabin û zimanê şoreşa Kurdistanê yê serdest Tirkî ye jî dihat kirin. Lê ev rewş êdî bi awayekî zelal guheriye. Ev jî di Kongreyê de wek pîroziyeke Cejna Zimanê Kurdî xwe li ser dilan da veniştin.

Civaka Kurd hinde pêşketî ye ku li dewsa nutqên hemasî û gotinên pehn û fireh li ser rastiya xwe ya bingehîn disekine. Rêber û pêşengên civakê baş dizanin ku bi gotinên xemilandî û dilşadker ne mumkin e mirov bigihîje armanca nîhayî û ya bi salan ji bo wê xwîn û xwêdan tê rijandin. Helbet qehremaniya kes û civaka têkoşer li her derê di asteke pêwîst de tê vegotin, lê kêmasiyên heyî jî vekirî û bêtirs tên gengeşekirin.

Gava em dibêjin NAV-DEM nûnera bi sed hezaran Kurdên li Elmanyayê ye, pê ve girêdayî jî hejmara endamên wê yên ku wek 15 hezarî jî dihê destnîşankirin xwe li hiş û bîra mirovî dike mêvan. Dîsa li gel ku bi her aliyê xwe ve fermî ye, lê ji derfet û fersendên vî welatî îstifade nake yan jî pirr hindik îstîfade dike.

Di kongreyê de nebûna nûnertiyên gelên din yên wek Ermen, Ereb, Siryan, Keldan, Yewnan û wekî din jî wek kêmasiyekê hat qeydkirin.

Dîsa babeta hawirdorparêzî û ekolojiyê jî ne di asta daxwaza dilî de ye.

Helbet li pêş xebata dîplomasiyê astengên dewletan hene û ev jî ne hinde hêsanî ne. Lê ew rik û nefreta ku ji Dîktator Erdogan û AKP´ya faşîst derketiye holê û li ser pirraniya Elmanan bi awayekî zelal bandor kiriye jî baş tê zanîn. Mixabin me nekariye vê fersendê veguherînine xebateke dîplomasiyê ya kolanan û ya di navbera gelan de. Ev û gelek xalên din jî di serdema xebatê ya nûh de li pêşiya rêveber û kedkarên NAV-DEM´ê ne. Li gel hemû kêmasî û astengiyan jî coşiya civaka Kurd hejayî gotinê ye, bi germahiya vê bawerî û dilcoşiyê Kongreya NAV-DEM´ê li civaka Kurdistanê, li hemû pêkhate, hevpeyman û dostan pîroz be!

Yazarın diğer yazıları