Navê jiyaneke nû ye NÛJÎN

Dewleta Elman di warê ferdî de hinek tedbîr girtine, lê ji ber ku trawma kolektîf e, lazim e çareserî jî kolektîf be. Lewma jî armanca projeyê ew e ku jinan ji tenêbûnê xilas bike û civakîbûneke nû çêke.

AYSEL AVESTA / BONN

Navenda Civana Jinan Utamara sala 2006´an bi slogana´Kotek û zorî ne qedera me ye, hevgirtin destpêka hêza me ye´ hat avakirin. Ev 13 sal in ku Utamara ji bo jin karibin xwe perwerde bikin, ezmûn û zanebûnên xwe bi hev re parve bikin, gelek proje û xebat meşandine. Herî dawî ji bo dermankirina birînên jinên Êzîdî yên ji destê çeteyên DAIŞ´ê hatine rizgarkirin û niha li Elmanyayê dijîn, projeya bi nave Nûjîn da destpêkirin. Ev proje wê li sê eyaletên Elmanyayê bi qasî du salan dewam bike. Şêwirmenda projeya Nûjîn û xebatkara Utamara, Birgit Baumeister bersiv da pirsên me. Ew ji bo trawmayê û dermankirina wê dibêje, “Bandora ku dijmin di mirov de avakirî dihêle ku mirov xwe biçûk bibine. Em dixwazin vê xelaka trawma bişikînin. Civakîbûneke ku hêzê dide hev û hev xurt dike ava bikin.”

Çima Utamara, ma bêyî we nedibû?

Saziya Utamara li ser esasê lêkolînekê hat avakirin. Ev lêkolîna hanê li ser bandora şer koçberî û trawmayên li ser jinên koçber hatibû çêkirin. Di encama vê anketê de pêwistiyên jinan hatin tesbîtkirin û li ser vî esasî Navenda Civana Jinan Utamara hat damezirandin. Ev 13 sal in ev sazî hatiye avakirin û heta niha der barê jin û zarokan de gelek proje bi pêş xistine. Ji bandora koçberiyê heta bi şer, êşkence, şideta nava malê, zewaca bi darê zorê, kuştinên di bin navê namûsê de, bandora wê ya li ser psîkolojiya jinan, şêwirmendiya jinan ji her alî ve hatin hilbijartin û bipêşxistin.

Piştî Fermana 3´ê Tebaxê, me bi taybetî ji bo jinên Êzîdî û bandora qirrkirinê ya li ser jin û civakê, dest bi projeyekê kir. Çeteya DAIŞ´ê qirrkirineke kolektîf li dijî hemû civakê kiribû, û di şexsê jinên Êzîdî de hemû civak hedef hatibû girtin. Adara 2017´an li bajarê Elmanya Bielefeldê Konferansa Jinên Êzîdî ya Navneteweyî hat lidarxistin. Di vê konferansê de biryar hat dayîn ku der barê jinan de projeyek bê bipêşxistin û ji bo vê komîteyek hat hilbijartin. Ji ber ku saziya Utamara ji bo parastina xwezaya jinê xwedî gelek ezmûn bû, di nava vê komîteyê de bi awayekî aktîf cih girt. Ve komîteyê di nava du salan de li ser du esasan xebat kir. Lingê yekê li Şengalê bû û bi gelek jinên mexdûrê Fermanê re hevdîtin hatin çêkirin û belge hatin komkirin. Ya duyem jî li Elmanyayê bi jinên ku ji zilma DAIŞ´ê hatibûn rizgarkirin re hevdîtin hatin kirin. Gelek kesayet û saziyên cihê di vê projê de cih girtin. Ji Elmanya heta Tirkiyeyê gelek jinên terapîst di vê projê de bi rola xwe rabûn. Di encama xebatake dûvdirêj de projeya bi navê Nûjin hat amadekirin. Projeya Nûjîn (Neues Leben) di sala 2019´an de ji hêla Waqfa Aktion Mensch ve hat qebûlkirin. Ev proje wê du salan dewam bike.

Di van du salan de Utamara wê çi xizmetê bide jinên mexdûr?

Ev proje bi giranî ji bo jinên ku ji destê DAIŞ´ê hatine rizgar kirin û niha li Elmanyayê ne, hat amadekirin. Ev jinên hanê, li aliyekî bandora qirrkirin û trawmeyên şer li ser wan e, li aliyê din jî bandora penaberiyê. Jinên ku hatine Elmanyayê di nava sîstemê de gelekî tenê dimînin. Gelek ji wan bi tena serê xwe di kampan de yan jî di malan de dijîn. Ew jinên ji welat, malbat û xizmên xwe qut bûne, hîna zêdetir bandora şer û trawmayê li ser wan çêdibe. Em weke sazî gelek caran çûn serdana wan û me bi wan re hevdîtin kirin. Ji ber ku bi ziman nizanin, ji bo wan tercûmanên Erebî anîne, vê yekê jî bandoreke nerênî li psîkolojiya jinan dikir. Dewleta Elman di warê ferdî de hinek tedbîr girtine, lê ji ber ku trawma kolektîf e, lazim e çareserî jî kolektîf be. Lewma jî armanca projeyê ew e ku jinan ji tenêbûnê xilas bike û civakîbûneke nû çêke. Ji ber vê me navê projeyê kir Nûjîn. Bi reya ve projeyê em dixwazin xwe bigihînin jinên îzole bûne û ji civaka xwe qut in. Em vê xebatê bi alikariya jinên Êzîdî yên li Elmanyayê dimeşînin, û ev jin xwedî ezmûn in û bi projeyên xwe alîkariyê didin jinên derba trawmayê xwarî. Bi vî awayî jixwe ev proje ji nava hêza jinê bi xwe derdikeve.

Têkiliyên saziya we bi jinên Êzîdî yên ji DAIŞ´ê rizgarkirî re çawa ne? Heta niha ji bo wan we çi kiriye, hûnê çi bikin?

Weke Utamara em projeya Nûjîn bi Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ) re dimeşînin. Em bi rêya SMJÊ´yê têkiliyê li gel jinan datînin. Em vî karî weke komxebatekê bi hev re dimeşînin. Bi taybetî ev jinên ku nû hatine, li gelek navendan belav bûne, SMJÊ li herêman bi wan re di nava dan û standinê de ye. Heta niha têkiliyên ferdî lê ne profesiyonel çêbûn. Lewma jî me biryar da ku em projeyeke berfireh çêkin da ku em xwe bigihînin tevahiya jinan. Bi vê projeyê em dixwazin xebatan bigihînin asteke bilindtir û bi sazî bikin. Ev proje wê nêzî du salan dewam bike. Armanca me ew e ku em tevneke hevgirtinê çêkin. Yanî di dawiya wê projeyê de em dixwazin saziyeke hevgirtina jinan ava bikin.

Gelo proje wê ji tevahiya Ewrûpayê re be, yan tenê ji bo Elmanyayê?

Ev rê û rêbazeke nû ye. Ev cara yekê ye ku em di asta herêman de projeyeke bi vî şêwazî bi rê ve dibin. Ji bo me jî ev dibe gaveke nû. Ji ber wê, em dixwazin yeke model li hinek herêman vê xebatê bidin destpêkirin. Piştî vê, em ê xwe bigihînin cihê dîtir. Di nava van du salan de me ji bo sê eyaletên Elmanyayê ku herî zêde jinên Êzîdî li wan dijîn, plansazî çêkiriye. Em ê di nava van du salan de li Eyaletên Niedersachsen, Nortrhein-Westfalen û Baden-Wuttembergê gav bi gav vê projeyê bi pêş bixin. Em bawer dikin  ku em ê di nava van du salan de tecrûbeyeke baş derxînin holê. Em dixwazin bidin xuyakirin ka trawma çawa li paş tê hiştin; lipaşhiştina trawmayê ne şexsî, lê bi awakî civakî û bi hevgirtina jinan dibe. Em dixwazin diyar bikin ku jin dikare bi kombûna xwe bi aktîfbûna xwe xwe  ji tenêbûnê xilas bikin, di nav xwe de bawerî, civakeke nû, jiyaneke nû biafirînin. Ji ber ku trawma xelekek e ku her tim xwe dubare dike. Mirov depresîf dike, baweriya wan bi wan nahêle. Bandora ku dijmin li mirov kirî, dihêle ku mirov xwe biçûk bibîne. Em dixwazin vê xelaka trawmayê bişikînin. Civakîbûneke ku hêzê dide hev û hev xurt dike, ava bikin. Bi vê projeyê em dixwazin hêza jinê ji nû de ava bikin da ku jin xwe ji zilm û zora mêr li wan kiriye, rizgar bikin û paşerojeke azad ji bo jinan diyar bikin.

Bangeke cenabê te heye ji bo jinên derba trawmayê xwarî, bûyî mexdûrê şidetê?

Em ji hemû jinan dixwazin ku bi awakî aktîf xwe tevlî vê projeyê bikin. Ji ber ku mirov çiqasî ji tenêbûnê  û takakesiyê xwe xilas dike, ewçendê ber bi civakîbûnê ve gavê diavêje û xwe bi hêz hîs dike.

Weke sazî em kesî xilas nakin, û destê alîkariyê dirêjî wan nakin. Li vir her kes bi awakî kolektîf destê hev digire û hêzê dide hev. Ji bo jinan ev rêbazeke gelekî girîng e û pêwîstiya her kesî pê heye. Ji ber ku ev rêbaz mirov bi hêz dike û dihêle ku bawerî li gel mirov çêbe. Pergala ku me li saziyê avakirî, ne tenê jin û zarok, bandora xwe li tevahiya civakê jî kiriye. Ji ber ku dema ku jin xwe xurt bike bi xwe re malbat û civakê jî bi pêş dixe û dide guhertin.

Em dizanin ku lazim e em xebata xwe berfireh bikin da ku em ji civak û jinan re bibin bersiv. Jixwe dema pêş, em dixwazin li gelek deverên din navendan ava bikin ku em di nava civakê de demokratîkbûnê bi pêş bixin. Di dawiyê de ez bang li hemû jinan dikim da ku bi awayekî aktîf li xwe û saziya xwe xwedî derkevin.

Yazarın diğer yazıları

    None Found