Navenda Avestayê dest bi perwerdeyê kir

Navenda Perwerdeya Ziman Avesta ku perwerda bi Kurdî Îngîlîzî dide, dest bi dema xwe ya nû ya perwerdê kir. Kurdiye Irgat ya sala borî li navenda Ziman a Avestayê dest bi xebatê kir, niha pola wê heye. Kurdiyeyê da zanîn ku li gorî kategoriyên wek yên kurdî qet nizanin, kêm dizanin, yên fêm dikin pol vekirine û di asta yekemîn de kurdî didin fêrkirin. Kurdiyeyê qala astengiyên li her derê li pêşiya kurdî kir û got: “Kurd bi otoasîmîlasyonê re hatine rû hev. Li metropolan û bajarên din zimanê tirkî tê bikaranîn. Zarok jî ji neçarî tirkî diaxivin. Dayikên ji gundan koç kirine, bav çend gotin tirkî bizanin jî zarokên wan tirkî diaxivin. Ev tiştekî ne baş e. Zextên li ser kurdî kêm bibin wê daxwaza ji bo kurdî jî zêde bibe.”

Li malê axaftin têrê nake

Kurdiyeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ciwanên kurd yên li metropolan perwerda tirkî dibînin piştre hewcedariya zimanê kurdî hîs dikin û divê pirtûkên kurdî bên derxistin, fîlm bên kişandin, kanalên kurdî hebin ku fêrkirina ziman hêsan be. Kurdiyeyê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Daxwaza me ev e ku malbat li her derê bi zarokan re kurdî biaxivin. Divê dereng nemînin. Zimanên wek elmanî, ingilîzî çawa tê fêrkirin divê yê kurdî jî wisa be. Li malê axaftin têrê nake. Divê li kolan û akademiyan jî bê bikaranîn. Em di vê mijarê de bi hêvî ne.”

MA / ÎZMÎR

Yazarın diğer yazıları

    None Found