Ne bê Zînê Mem dibû ne jî bê Edûlê Derwêş 

Kurd civakeke xwezayî ne. Xweza û dayik yanî xweza û jin ji hev nikarin werin cudakirin. Ji ber vê yekê jî di wêjaya devkî de jin diyarker e. Stran û destanên Kurdan hema hema pirranî ji devê jinê têne gotin. Ji bo rawekirina lehengiya mêr jî pêwistî kiriye ku dengbêj stranan ji devê jinê bêjin. Derweşê Evdî, Bavê Seyrê, Salih û Nûrê, Xirabo, Mem û Zîn, Hesenê Mala Mûsa, Smayilê Mala Eyo, Şahîno, Siyamend û Xecê, Mihemedê Daqorî, Cembelî, Qasimê Meyrê û bi dehan stranên din…

Ji ber hestyariya jinê û cihê girîng-pîroz ê di nava civaka ji rêûresmê de digirt, ravekirina êş û azar, şahî û bextewarî, yanî hemû jiyana civakê bi bandortir dibe. Lewra jî dengbêjên Kurd ji ber vê taybetmendiya civakî û rola jinê, ev rêbaz neqandine.

Jin him lehenga stranan e, hem mexdûr e, hem bilêvkera wan e. Daketine bi babeta jinê, mîna tenê xemilandina stranê an aktoreke pasîf wê şaş be. Jin çalak e, diyarker e. Ji her awayî ve lehengê stranê bi saya jinê bûye leheng. Bê Zîna Zêdan, Memo maceraperestekî bênav e. Bê Xecê, Siyamendê Silîvî lawikekî beradayî yê guhê gundan e. Bê Edûlê, Derwêşê Evdî yek ji wan Êzîdiyên bênav e ku xwediyê temenê di navbera Şengal û Wêranşarê de ne. Bê Zerga, Mihemedê Daqorî yek ji şehîdên Sînemaya Amûdêye. Bê Kinê, Smayilê Mala Eyo, ji deh hezaran yek ji qurbanên seferberiyê ye ku ji eniya Rûsyayê venegeriyabûn. Bê Nûrê, Salih Kurdekî bextreş ê di zindanan de rizî ye…

Bêgûman hin mînakên ku destan an trajediyê ji devê bav, bira, pismam, xal, xwarzê vedibêjin hene, lê belê rêbaza bingehîn a wêjeyê li ser rol û diyarkeriya jinê ava bûye. Pirr caran diyalog-duet a di navbera lehengê mêr ê stranê û jin a mexdûr de jî rêbazeke serkeftî ye.

Ji stranan û serpêhatiyan em dibînin ku dema jina Kurd hez dike li hember hemû qanûnên civakî, tore û kevneperestiyan, li hember malbat û desthilatdariyê dibê serhildêrek. Tevî ji aliyê fizîkî ve dîl tê girtin, bi zorê tê zewicandin jî heya dawiya temenê xwe evîna xwe bilêv dike û bi evîna xwe re dijî.

Car caran li deriyê walî an rayedarên dewletê dixe, carinan keziyên xwe dibire, zewaca beyî dilê xwe qebûl dike. Yanî dikare bedena xwe qurban bike, dikare canê xwe bide… Leheng tê kuştin lê jin li pey tevî êş û azarên xwe “Wî” rûmetdar dike.

Dema Gênç Xelîl li xurbetê nexweş dikeve, “Da kesekî nebêje Gênc Xelîl Kurmanc e, Kurmancekî bê pergal e” dotmama wî Hefsê amade ye kemera pişta xwe ji hespê wî re bike nal, bazinê destê xwe bike hûr bizmar, biskê serê xwe bike serhefsar…

Kinê ji bo eskeriya Smayil “ber efûwê” bixe amade ye toqa serê xwe bike bertîl. Û Nûrê ji bo Salih ê pismam  ji “hepsa Cimûryetê” derînê van tiştan dibêje û dike:

Wezê îro Diyarbekira şewitî li têlê xim

Wezê morê keya bi keya li teya bînim

Wezê Salihê xwe ji hepsa Cimûryetê

Bi zor derêxim

Yazarın diğer yazıları