Ne sefareta Tirk sefareta dij-Kurd

Kar û emelê dîplomatên Tirk li Lehistanê bûye astengkirina lêkolîn û danasîna çand, dîrok, siyaset û civaka Kurdan li vî welatî û zanîngehên wê. Rojnamevan û nivîskarê Lehî Witold Repetowicz 27´ê Gulanê daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa “ajandayeke veşartî” ya sefareta Tirkiyeyê li Lehistanê kir. Li ser vê yekê ji Zanîngeha Jagiellonian a li bajarê Lehistanê Krakowê, Dr. Joanna Bochenska nameyeke sefaretê ji zanîngehê re sala 2005´an şandî, weşand. 13´ê Kanûna 2005´an nameya sefareta Tirk a ji serokê zanîngehê re dixwest ku gotara ji bo konferansekê ya Dr. Joanna Bochenska ya li ser stranên Kurdî li Kurdistanê bê astengkirin. Dr. Joanna Bochenska dibêje, “lê berevajiyê vê qewimî, mijara Kurdî li zanîngeha min bêhtir darîçav bû.”

Li gorî Bochenska ev siyaseta sefaretên Tirk ji hedê xwe dibihure, divê li dijî tiştek bê kirin yan jî qet nebe ji raya giştî re bê eşkerekirin. Jixwe piştî ku wê li ser hesabê xwe yê Facebookê behsa vê mijarê kir, ji Zanîngeha Warşovê SWPS´ê Jegr Khoshnaw got, ew jî li Warşovê bi heman destwerdana sefareta Tirk re rûbirû bûne. Tevî ku wan bi mehan xwestiye ji bo danasîna çanda Kurd li zanîngehê çalakiyekê bikin, kirûnekirine mumkin nebûye, lê di dawiya dawî de ew ê karibin çalakiyeke navçandî organîze bikin ku wê 7´ê Hezîranê li zanîngehê bi rê ve biçe.

Axir diyar e, bi rastî jî sefareta Tirk a li Lehistanê ji bilî astengkirina ziman, çand, lêkolînên li ser Kurdan û Kurdistanê bi kêm karên din radibe.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found