Neçariya Wêjeya Kurdî

Neçarî, wekî rewşeke berdemî an jî domdar bi gelek awayan diqewime. Çendî ku mirov gelek caran neçariyê ji ber hin tiştên derveyîn hîs dikin û dikevin nava wê jî, neçarî; windakirina hestê erênî ye li hemberî rewşeke neyînî; û ji ber ku mirov nikare rêyeke jiheqderketinê peyde bike, neçarî çêdibe. Her wiha, di vê rewşê de, ji aliyê hundirîn ve, tu rêyeke mirovan tune ye bo çareseriyê. Loma jî, ji ber ku ‘çareyeke hundirîn’ bi mirov re çênebûye, bandorên ku ji derve de lê dibin û hestên bêhêziyê di hundirê wî de çêdikin, dibin sedem ku digel hestê neçariyê, hestê bêhêvîtiyê jî pê re çêbibe. Ev hestê bêhêvîtiyê, ji bingehê ve bi bendewariyan ve bestandî ye. Û bendewarî çendî derveyîn be neçarî ew çend xurt û kûr dibe.

Ji aliyekî din ve jî ‘neçariya hînkirî’* heye ku cara pêşî Seligman wê datîne rastê û wiha pênase dike: “Takekes tevgerekê dikin û ev tevgera wan tê astengkirin û mumkin e ku li hember vê astengkirinê hem reaksiyonên erênî hem jî neyînî bidin. Gava di van reaksiyonên xwe yên cara pêşî de têk biçin û gava careke din jî rastî heman astengê werin, dihizirin ku ew ê di her carê de têk biçin û êdî reaksiyonê nadin der.”** Neçariya hînkirî, bi vê lêqewimandina xwe ve bi temamî pasîfbûnekê bi mirov re çêdike ku ev pasîfbûn bandora xwe dide ser şiyan û hêviyên mirovan jî; loma jî neçariya hînkirî, ji vê hêlê ve, bi hêviyê ve jî bestandî ye. Lê ev hêvî ne hêviyeke zindîmayî ye. Hêviyeke nebanbûyî ye. J. Baudrillard dibêje, “Gava hêviyek, ne li ser rasteqîniya şênber û aşkera be lê tenê li ser bendewarî û hizirçêkeriyê be, ew hêvî xilt û sexte ye.”*** Di vê qonaxê de, gava neçariya hînkirî û hêviya nebanbûyî digihîjin hev, pasîfiya ku hişê mirovan dixe bin nîran û berê mirov ber bi tunebûn û windabûnê ve dibe derdikeve holê.

Îcar gava em ji vê hêlê ve li wêjeya kurdî binêrin, em dikarin bêjin;

Wêjeya Kurdî ya Klasîk, rastî du neçariyan hatiye: A yekem astengiya zimanî ye. Ev astengî hem ji aliyê şêwe û qalibên nivîsînê hem jî ji aliyê çandî ve derketiye pêşberî sê şahşa’îrên Kurdî yên klasîk- Cizîrî, Teyran û Xanî-. Serê pêşîn ji ber serdestiya zimanî û wêjeyî ya Erebî û Farisî û li ser pîverên arûzê, ev astengî li wan qewimiye. Ji ber ku pîverên arûzê ne ji rîtm û ahnega çand û zimanê Kurdî ye, şa’îrên me ji mecbûrî (û ji neçarî) peyvên Erebî û Farisî jî bi kar anîne û her wiha; dîtin û pêbaweriyeke berbelav e ku pîverên arûzê ji meşa deveyan hatiye sazkirin. Loma jî, ji vî aliyê ve, astengiyên çandî jî derketiye. Lê ev bêgavîtiya zimên û arûzê nebûya, dibû ku şa’îrên me yên wêjeya klasîk, pîverên şi’îra Kurdî ya Klasîk ji meşa hespan biafirandana û ew mîrateya şi’îran jî, ji çanda Kurdan bûya. Astengiya duyem jî, a dînî ye ku her sê şa’îr jî hem seydayê dînî hem jî wêjeyî û zimanî bûne û di nava mirovên xwendewar de wisan hatine nasîn. Loma jî, mecbûriyeteke (û neçariyeke) dîtir çêbûye ku xwe ji zimanê dîn, yanî Erebî, dûr nexînin. Her wiha ez dikarim bêjim, digel serdestiya hişk a Erebî û Farisî, helwêsta Cizîrî a bi nivîsîna bi zimanê Kurdî, ji wê çaxê de rabûneke dij-serdestiyê ye ku nahêle ‘neçariya hînkirî’ pêşkarî şa’îriya Kurdî bibe û lê bibe hêviya xilt û sexte. Û dibe kartêk û sedemeke xurt ku neçariyên heyî, nebin ên hundirîn û bi awayekî ji awayan li derve bimînin.

Di destpêka sala 1900î de, ev neçariya di warê şi’îra klasîk de heyî, ku ji ber Erebî û Farisî li Kurdî qewimiye, hinek şikiyaye, kêmtir bûye û nivîskarên wê qonaxê, piranî pexşan û bi Kurdiya gewr nivîsîne. Lê belê digel vê yekê jî, ji ber serdestiya dewletî, dîsa neçariyeke zimanî derketiye pêşberî wan û wan car caran bi zimanê Osmanîkî jî nivîsiye. Û serdestiya dewletî kiriye ku ev neçarî hindik be jî ji derve de bandorê li hundir bike.

Qonaxa Hawar û Ronahiyê, di warê kêmbûn (û tunebûna) neçariya Wêjeya Kurdî de, pir xurt e ku hema bêje şa’îr û nivîskarên wê demê, bi giştî bi Kurdî nivîsîne; û ew nivîs bi heman reng û rêjeyê jî ji çand û folklora Kurdî ye. Û digel wê, nivîsarên bi Fransizî ku di Hawarê de hatine weşandin jî ne behsên vê neçariyê ne. Loma jî, em dikarin bêjin, ev her du qonax, qonaxên serbestbûn û serdestbûna wêjeya Kurdî ne.

Herçî, piştî salên 1970´yî ye, li bakur, neçariyeke nû li wêjeya Kurdî qewimî. Qedexebûna Kurdî piştî sala 1980´yî xedartir bû û bandora xwe ya neyînî û ji derve de heta tu bêjî bes da ser wêjeya Kurdî. Gelek şa’îr û nivîskarên Kurd, vê neçariya derveyîn wekî neçariya xwe ya hundirîn qebûl kirin û rabûn bi zimanê Tirkî nivîsîn. Û çendî ku ji salên 1992´yan û bi şûn de têkoşîneke berçav û xurt li ser vê neçariyê hat dayîn û ev têkoşîn di roja îroyîn de didome jî, ji ber ‘qedexetiya hîskirî’ ya li ser ziman, gelek Kurd hê jî bi zimanê Tirkî dinivîsin û hê jî vê neçariya ku Cizîrî ew têk biribû, di nav Kurdan de belav dikin.

Her wiha, belavkeriya neçariyê, ku heta van pêlên dawiyê bi tenê bi destê çend nivîskarên Kurd li dar bû, di van çend salên dawiyê de êdî bi destê serkêşên gel û partiyan ve jî li wêjeya Kurdî tê qewimandin û her ku diçe nivîsîna Kurdan a bi Tirkî, wekî ku bêje, “em çi qas jî bi Kurdî binivîsin dê bi kêrî dannasîn, şiyarkirin û haydarkirina Kurdan neyê û dê derdê me bêderman bimîne”, ji derve de, bandora ‘neçariya hînkirî’ li xwendewariya Kurdan zêde dike û berê xwendewarî û nivîskariya Kurdan dide nivîsîna bi zimanê Tirkî. Û sed korayî, çendî ku ev neçarî ‘neçariyeke derveyîn e’ jî, êdî mîna ku ‘neçariya hundirîn’ be li Kurdan diqewime û pê re jî kendaleke bi navê ‘neçariya hînkirî’ ava dike û heke ev kendal kûrtir bibe, îcar em ê digel Cizîrî tê werbibin.

*hînkirî: min ev raweya lêkerê bi du qaliban bi kar anî: 1-hînkirî, li hin herêman li şûna hînbûnê tê bikaranîn, (mînak: min dersa xwe hîn kir), 2-hînkirî, raweya lêkerê ya past participle; ders hat hînkirin=ders hînkirî ye)

**Seligman, M.E.P. ve Maier, S.F. (1967), “Failure to escape traumatic shock”, Journal of Experimental Psychology, 74.

***Jean Baudrillard, Simülakrlar ve Simülasyon, Doğu-Batı yay. 187

Yazarın diğer yazıları