Nêçîrvan berdevkiya Erdoganî dike

Nêçîrvan Barzanî gotina xwe bi rojan di qirika xwe de hişt û di dawiyê de niyeta xwe ya esasî eşkere kir û gotina dilê xwe got. Statuya jê re hatiye diyarkirin, wer dihesibîne ku wê heta dawî wiha bimeşe. Li kêleka wî gelê Iraqê ji ber fesadî û gendeliyê bi hefteyan e ku li meydana Tehrîrê ye. Bi sedan kuştî û birîndarên wî çêbûne. Heger Iraq wiha be, hikûmeta Nêçîrvan nikare wisa rehet rûnê. Gendeliya li Iraqê li Başûr jî heye. Kes nikare xwe jê vedize, ji ber ku bi taybet kesê bi salan wezîrê aborî yê Iraqê bûye, PDK´yî ye. Xelk dixwaze gendelker werin dadkirin. Yê herî zêde petrol firotiye derve bi taybetî heta niha jî difroşe Tirkiyeyê, disa hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev mijareke cuda ye, wê hesabê wê jî were xwestin.

Di nivîsa bihurî de min diyar kiribû, dema hinek yek du rexneyan li siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê dikin, her kes wek ku yekîtiya Kurdan pirr zêde heye, dibêje, ev ne dema rexneyan e, dem dema yekîtiya neteweyî ye. Bi ya min heta hinek li Kurdistanê hesabên sûcên mezin ên kirine, nedin, yekîtiya neteweyî çênabe. Jixwe, ew kesên ez behsa wan dikim, qet nêzî vê yekîtiyê nabin, hûn temaşeyî gotinên wan ên xemilandî li ser ragihandinê nekin. Hêj hinek kes bi taybetî şexsê Nêçîrvan Barzanî ku qaşo serokatiya Herêma Kurdistanê dike, destekeke mezin didin siyaseta qirkirina Kurdan. Kurd vê rastiyê wê daynin ku? Ew ê jê re çi bêjin? Dîsa dibêjim, heger ne wisan e, bila di pratîkê de gavên ku xizmeta faşîzma Tirk nekin, biavêjin û gel jî ji wan bawer bike. Her kes, ewqasî behsa yekîtiyê dike, lê li beramber gotinên Nêçîrvan Barzanî yên ku tevgera azadiyê tewanbar dike, refleksekê nîşan nadin. PKK tevgereke sosyalîst e. Belavî hemû cihanê bûye, çawa tevgerên sosyalîst li tevahiya cihanê bi bandor bûn û belav bûn. Heta niha jî li gelek welatan wêneyên Lenîn û Che Guevera bi dîwarê mala xelkê ve daliqandiye. Di wextekê de ku Sosyalîzma PKK´ê gelekî ji wan bihuriye. Ma çi bûye ku her kes al û sembola PKK´ê rake! Li welatên wek Arjantîn û li Başûrê Efrîkayî gelên wir, ne Kurd jî bûn, daketin meydanan û ala PKK´ê û posterên Rêber Abdullah Ocalan rakirin. Her wiha şaxevanê sosyalîst ê bi navê Fernando Sanchez Grassa yê Spanî ku heta serê Çiyayê Hîmalaya çû, ala PKK rakir û heta ji bo wê canê xwe jî feda kir. Ev nimûneyeke vê bandora mezin a PKK´ê û belavbûna felsefe û bîrdoziya Rêber Ocalan e li cihanê. Bi hezaran keç û xortên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, felsefeya azadiyê ya PKK´ê bandor li wan kir û bi awayên cuda têkoşîna sosyalîzmê meşandin. Ala ku li Şengalê bi hezaran xelkê me yên Êzîdî ji komkujiyeke mezin rizgar kirin. Wê demê çi wateya wê hebe, her carê Nêçîrvan Barzanî dev bavêje van nirxên pîroz? Gelê Rojavayê Kurdistanê gelê Rêber Ocalan e, 20 salan perwerdeya wî dîtine û pê re dilsoz in. Kes nikare vê ji wan bixwaze ku ji bo xatirê Tirkan û ji bo dilê Erdogan xweş bikin, wêneyê Rêber Ocalan daynin aliyekî. Ev bêhurmetiya herî mezin ji gelê Kurd re ye.  Di bin navê hevsengiyên siyasî de bi zimanê dewleta dagirker û faşist a Tirk diaxive. Çawa dewleta Tirk PKK´ê dike behane û êrişî Kurdan dike, Nêçîrvan jî PKK´ê wek behaneya êrişa li dijî Rojava dibîne. Wê demê ferqa van her du nihêrînan çi ye gelo? Nêçîrvan berdevkiya Erdogan dike. Mijar ne ew e ka kîjan partî çiqas baş e yan jî çi kiriye! Jixwe her tişt eyan û beyan li ber çavan e. Lê belê heger sûdeke wî ji civaka Kurd re nîne û xizmeta doza Kurd nake, qet nebe bila ewqas êriş neke û bêdeng be.

Pêwîstiya şoreşê bi bedîlên mezin heye. Gelê Kurd û heta Başûrê Kurdistanê jî gelek bedîl dane. Azadî ewqas bi hêsanî nayê bidestxistin. PKK êdî ruhekî azad e di dil û mêjiyê hemû Kurdan de. Jixwe ya Barzanî dixwaze bêje ev e; ‘Heger hûn li gel PKK´ê bin, hûnê bimirin û heger hûn li gel min bin, hûnê ji xwe re li Hewlêrê di nava rehetiyê de bijîn!’ Jiyana li Başûr bi serpereştiya Nêçîrvan Barzanî ku wek model tê nîşandayîn, jiyana bi koletî ye. Azadî di çarçoveya dewletokeke biçûk a ku jê re hatiye pêşkêşkirin, ne pêkan e. Tişta ku neteweya te tine bike û te bike paşa, ew ne azadî ye. Azadî ew kêlî ye ku dayikên Qamişloyê li ber wêneyên zarokên xwe yên qehreman govendê digerînin û nagirîn! Azadî di kevirê destê zarokên Rojava de veşartiye ku nahêlin dagirker derbasî ser xaka wan bibin. Xaliya sor a li bin lingê Nêçîrvan azadiyê ji gelê Kurd re nayîne. Tekoşîn û berxwedan wê gelên tevahiya Kurdistanê azad bike.

Yazarın diğer yazıları