Nehewiyên Zimên

Wate, wek têgih, berî her tiştî ji bo zelalî û aşkerakirinê heye. Loma jî, çi gava em didin dû wateyê, di heman gavê de em dikevin hewla zelalkirin an jî aşkerakirina hin mebestan ku bi kirin û reftar, bi zimên an jî di ser deng re hatine ragihandin. Mebestên ku di ser zimên re ne, bi du awayan; an bi rêya deng an jî bi rêya nivîsê radigihin me.

Gelek peyvên ku bi mebesta ragihandina wateyekê tên bikaranîn, bi wate û bingeha xwe ve amaje bi tişt an jî heyînekê dikin. Û ev amajepêkirin, dibin sedem ku em hay ji wateya peyvê bibin û rasterast berê xwe bidin ser heyîna ku bûye amajepêker. Witthengstein dibêje, “Heke tu carekê bizanibî ka peyv amaje bi çi dike, tu yê ji peyvê fam bikî û hemû awayên wê yên bikaranînê jî zanibî.”* Nexwe bi ya Witthgenstein, em dikarin digel amajepêkirina wê ji her peyvê fam bikin. Û pê re jî em dikarin bipirsin û bibêjin, ka; 1) gelo her peyva di zimên de heyî, xwedî şanekekê (signe) ye? û 2) gelo her peyva ku tê gotin, bi wate ye?

Di vê qonaxê de, bala me diçe ser peyvê; ew peyva ku ne li ser pênasekirinê, ne li ser amajepêkirin û watedariyê, lê belê li ser ‘darazan’ hatiye qebûlkirin û kêm zêde lihevkirineke giştî li serê çêbûye. Mebesta me ji giştî; giştîbûna herêmkiya dorteng an jî dorfireh e. Belê, em behsa wê peyv û gotinê dikin ku; tu heyîn an jî têgihekê nîşan nade û tu heyîn û têgih jî wê nîşan nade. Ew peyv û awayê gotinê ku bi tena serê xwe xwedî tu wateyekê jî nîne. Belê, em behsa wî awayê gotinê dikin ku li ser darazekê û bi lihevkirineke herêmkî hatiye qebûlkirin; û bi vê qebûlê jî bûye xwedî wateya giştî an jî maye herêmkî.

Her wiha, watedariya giştî ku dikeve behsê jî; şopa ‘daraza hevpar’ e. Û ew şop ne ji bo wê yekê ye ku car caran bê bibîrxistin an jî ew bi xwe hin tiştan bi bîra me bixe. Ew şop ji bo lêvegerîna di her carê de ye. Û tu şanekeke hevpar ya wê şopê tune ye ku takekes ji ber pêhîniyê (habit) yekser ji peyvê fam bike û wateyekê bidiyê. Ji ber ku ew şop, şopa dengê hevpar e; takekes bi rê û saya wê hevpariyê, digel dengê xwe, xwe jî di nav qebûla giştî de heyî dike. Û ew takekes kengê pêwîstî pê bibîne, bêyî ku tiştekî peyva wî nîşan bide û bêyî ku peyva wî tiştekî nîşan bide, dikare bi wî dengê hevpar, li ba xwe jî watedariyeke giştî saz bike.

Wateya peyveke bi vî rengî, êdî li ser bikaranîna dengê takekes û civakê ye. Loma jî, Smirnitsky dibêje, “Ziman; ji hêza pêaxaftinê zêdetir, hêza famkirina ji axaftinê ye.”** Li ser peyta Smirnitsky em ê jî karibin bêjin; hemû arîşeyên bihevxistina peyvan, hemû gelemşeyên devokên herêmkî, hemû kêşeyên peyvsaziyê bi vê yekê re pûç dibin û ew deng; dengê ku nayê nivîsîn, dengê ku bi tenê dikare were gotin û bihîstin, ji herêmkiya dorteng an jî dorfireh berbelav dibe û dibe dengê ji herderî, dibe dengê ‘ji ruhê zimên’; û dawiya dawî jî dibe peyva ku ji deng afiriye û êdî ew ‘dengepeyv’eke xwedî wate ye.

Di vê qonaxê de, berî ku em berê xwe bidin ser peyvên bi wî rengî ku wekî gelek zimanan, di Kurdiya Kurmancî de jî hene, em ê bibêjin; dengên ku bûne kan û jêderkên bilêvkirina wan peyvan û hevpariyekê di wateyê de saz kirine; li ser hevdaraziyekê ne ku endamên civakekê, -çi dorteng çi dorfireh- wekî tercîheke hişmend an jî pêhîniyê li ser li hev kirine.

Li ser van hizir û raberiyan, em dikarin ji bo Kurdiya Kurmancî çend mînakan bibêjin. Û divê em bala we pê bidin û bêjin; em van dengepeyvan çawa jî binivîsin dê nivîsîna wan ne rast û durist be.

Tirrbblîşka golikê: Ji bo rewşa ku zêde xêr ji wan nayê payîn, bi wateya, ‘jê vegere’ tê gotin.

Tirbbblîlo: bi wateya qaqibokirinê ku dixwaze bibêje, ‘de ka bi pêş de were em bibînin ka şêla te çi ye, çi heye bi te re…’ tê gotin.***

Errrik: bi wateya, ‘heyirîna îronîk, tinazpêkirin û heyirîna zêde’ tê gotin.

Weehheww: bi wateya, ‘de ev qas jî çênabe, ev qasî jî ne li gorî aqilan e, ma ev qas jî dibe…’ tê gotin.

Pîîî=ûûû=wîîî: di dema şaşmayînê de bi wateya, ‘ev çi bû lê/o, ma ne eyb e, ev jî haa…’ tê gotin.

Tewww: gava yek bixwaze nîvtinazî, hinekî kêmdîtin an jî qebûlnekirinekê bide der, bi vê dengepeyvê hest û hizira xwe ya li ser wê tişt û qewamê dibêje.

Divê balpêdanê xurttir bikim û bibêjim; ji ber ku wateyên van dengepeyvan li ser qebûleke herêmkî yên dorteng an jî dorfireh e, dibetiyeke xurt heye ku ev dengepeyv hin wateyên dîtir jî bihewînin.

T. Gürünberg balê dibe ser du cureyên wateyê û dibêje, “Her raberî, xwedî du wateyan e; 1) wateya ser agahiyê, 2) wateya ser sehkirinê.”****  Helbet, mînakên me dayî, li ser her du wateyan jî saz dibin. Wek kiryara pêşîn û sereke, serê pêşîn deng hatiye bikaranîn, pê re jî vî dengî sehkirineke hevpar saz kiriye; û bi vê sehkirinê re jî mebestek hatiye ragihandin û asoxî wateyeke giştî lê bar bûye: yanî dengê ku nayê zanîn di şûngeheke ku tê zanîn de hatiye cîbicîkirin; pê re jî bûye xwedî wateyeke giştî û bi wê wateya giştî re agahiyek çêbûye; û ew agahî jî bûye daraza hevpar a giştî.

Nexwe em dikarin bibêjin, wateyên dengepeyvên ku di zimên de hene; ji alî tîp, reng, deng û watedariyê ve, ji wan peyvên ku heyînekê an jî têgihekê nîşan didin an jî heyînek an jî têgihek wan nîşan dide, azadtir in û bi vê azadbûna xwe ve jî ‘nehewiyên zimên’ in…

* Wittgenstein, L., Felsefi Soruşturmalar, Metis Yay., 112

**Smirnitsky, (raguhastin: F. Jameson, Dil Hapishanesi, YKY yayınları, 32)

***Min ev dengepeyv ji Sîdar Jîr wergirt.

****Gürünberg, Teo, Anlam Kavramı Üzerine Bir Deneme, YKY yayınları, 21

Yazarın diğer yazıları