Nekarîn krîmînalîze bikin doz rawestandin

Dozgerên Elman gelekî diwestin bi krîmînalîzekirina Kurdan,Nexasim jî ji ber qedexeya PKK´ê ya 1993´yan mesayeke zêde û pûçûbelaş dikin. Dozgeriya bajarê Giessenê ji ber alayeke PKK´ê ya ku Yakup Avci 26´ê Sibata 2016´an li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû, hesabê wî da girtin û doz lê vekir. Dadgeha Silhê ya bajêr jî piştî 3 rûniştinan 18´ê Gulanê 2017´an biryar da û 1600 euro cezayê pere li Avci birrî.

Yakup Avci ev biryar bire temyîzê û 5´ê Kanûnê jî biryara rawesandina dozê da li gorî paragrafa 153´yê ya Nîzama Doza Ceza a Elman (StPO). Di rûniştina doza temyîzê ya 21´ê Çiriya Paşîn de jî dozger nikarîbû bi awayekî mentiqî hebûna sûc îsbat bike, ji ber ku parêzerê Yakup Avci Biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpî weke biryareke di ser hiqûqa neteweyî ya Elman re nîşanî dadgehê da.

Di vê biryarê de hebûna navê PKK´ê li ser lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîiya Ewrûpayê (YE) ji 2014´an heta 2017´an weke neheq hatibû bi navkirin û betalkirin. Ji ber ku îdîaya dozger di vê demê de ye jî, dozger zehmetî kişand di isbatkirina hebûna sûcî de.

Tesîra biryara Dîwana Edaletê ya muhtemel

Axir di dawiyê de li ser pêşniyaza dozger, doz hat rawestandin. Di rastiyê de heger dozê dewam bikira gelekî muhtemel bû ku biryara beraetê bihata dayîn, lê dadger xwe da ber wê yekê ku dozê bide rawestandin. Bi vî awayî cezayê berê hatibû birrîn hat betalkirin, Yakup Avci jî bê qeydiya sûc dimîne.

Parêzerê li bajarê Elmanyayê Freiburgê, Rêzan Sobil li ser mijarê got, “Muhtemel e ku dozger jî, dadger jî piştî îşaret pêkirina biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpî, gotibin, êdî delîl û îsbatkirina sûc gelekî tevlîhev bûye. Û bi heman rengî ne diyar e ka ev biryar wê çawa tesîrê li hiqûqa Elman bike. Li ser vê jî tercîh kiribin ku dozê rawestînin. Di dawiyê de dibû ku dozê gelekî dewam bikira, û dîsa jî encama beraetê derketa holê.”

Dadgehê wekî din biryar da ku Yakup Avci 350 euriyî bibexşîne Komeleya li dijî Nexweşiya Losemiyê ya herêmî.

GIESSEN

Yazarın diğer yazıları

    None Found