Nerênî yan neyênî

Divê mirov peyvan piçûk û kêm nebîne, her peyv xwedanê wate û nirxên taybet in, di pêvajoya salan de bi hostatiya pergala ziman pêk hatine. Xwerû jî di zimanên wek Kurdî zimanên zindî de, peyv li ser rêgezên gelek bi rêk û pêk vejîne. Wek her zimanî zimanê me jî di nav xwe de pergaleke wek rêgezên afirandina peyvên nû pêkaniye. Bes di van salên dawiyê de, kesen vê pergal û giyana ziman baş tênegîhîştine, hin peyvên derê  van rêgezan afirandine, yan jî ne li gor pergala ziman afirandine. Dema peyv rast neyên afirandin û bikaranîn, têgîhîştina peyvan jî dijwar dibe. Wek mînak peyva “Mamoste” ji ber ku Soranan ew afirandiye, bikaranîna wê jî dijwar e.

Divê em peyvên “nerênî û neyênî” jî di ronahiya vê rastiyê de binirxînin. Ev herdu peyvên di vê nivîsê de wek serenav hatine bikaranîn jî, di wateya ne erêkirina tiştên hatî gotin û kirinê de tên bikaranîn. Peyva “nerênî” bere li Ewrûpayê, peyva “neyênî” jî  bi salan dû re li welêt hat bikaranîn. Ez ê îro mijara van herdu peyvan têkim ber gengeşiyê û şîrove bikim. Bi hêviya bi şîroveyên din ev mijar were dewlemendkirin.

Ev herdu peyvên Kurdî di cihê erênekirin, nepejirandin û “negatîv” de tên bikaranîn. Em berê peyva “negatîv” verisînin. Bingehê peyva negatîv ji peyva Latînî “negativus” tê. Ew jî li ser bingehe lêkera latîniya nanakirinê “negare” rûniştiye. Peyva “negatîv” ne tenê “na” ye, yan jî ne erêkirin e. Ew di matematîkê de ji bo hêjmarên di binê sifrê de ne (hêjmarên negatîv), di fîzîkê de li gel xeta pozîtîv wek xeta negatîv tê bikaranîn. Her wisa di karê bijîşkî û tipê de jî peyva “negatîv” tê bikaranîn û cihê kêfxweşiyê û erênîyê ye. Yanê di wateya emareyên nexweşîya lê tê gerîn li nexweş tineye de ye. Bi gotineke kurt, peyva “negatîv” ne di wateya tinebûnê, di wateya dijê tiştê tê xwastinê de ye. Ji wê, divê di zimanê me de jî vî rengî werbigire.

Peyva nerênî

Bi gotineke kurt û Kurmancî; negatîv di wateya tiştên li gor rawestana heyî ne erênî ye, de ye. Dema peyvek hat bikaranîn, divê bersiva vê rastiya peyva “negatîv” bide. Ango “ne + erênî = neerênî > nerênî” ji bo şîroveya vê pêkhatinê mirov dikane bibêje; di zimanê Kurdî de rêgezeke bingehîn heye, “dema du tîpên dengdêr tên ba hev, tîpa qertafê (paşgîn û pêşgînan) ya dengdêr dikeve. Mînak 1; di + anî = dianî > tanî. Mînak 2; “ez di + (h)ê + im = diêim /dihêim > têm“. Di van herdu mînakan de gelek zelal dixuye ku dengdêrên paşgîn / pêşgînan (qertafan) ketiye. Bi sedan mînakên wiha hene. Peyva ne+ erênî = neerênî” li gor vê rêgezê dengdêra pêşgîna ne „e“ dikeve û dibe “nerênî“. Ev jî dikane bê kêmasî bersiva peyva “negatîv” bide.

Peyva Neyênî

Peyva “neyênî” ji ku tê û çendî dikane bersiva peyva “nerênî” bide. Em hinek jî vê mijarê vekin. Ev peyv jî ji du peyvan pêk tê “ne” û “yênî“.  Peyva “ne” tê fêmkirin. Ev peyva “yênî” ji ku tê, berê her tiştî ne zelal e. Em li ziman dinêrin,

1 – Li gor rengê wê, xuya ye ji lêkera kurmancî “hatinê” tê.  Mînak “bila bên / bila neyên” “yên + î?” Di kirmanckî de jî lêkera hatinê “amayen” bi ve awayî tê bikaranîn. “Ez yêna, ti yênî /yêna“. Ango bingehê peyva “yênî” têkiliya xwe bi “nana”kirinê re tine. Mirov nikane di wateyeke wiha de bi kar bîne. Heger bingeha afirandina vê peyvê ev be, şaş e.

2 – Heger ev ji peyva “neyê” hatibe çêkirin, paşgîna “î” û tîpa kelijandinê “n” jî hatibe bikaranîn wekî “ne + yê + n + î” ne tenê afirandineke şaş e,  wateyê “negatîv jî nade. Kî ev afirandî, çima ev zêdetir tê bikaranîn jî ne zelal e. Lê em tiştekî dizanin, heger komekê ev bi kar anîbe û ev bê lêkolîn derbasî derdorên din bûbe, wê çaxê zêdetir tê bikaranîn.

Mixabin di zimanê me de gelek peyvên wiha li ser bingehên şaş hatine bikaranîn û di ziman de rûniştine, li pergala ziman nayên, gelek in. Mînak Peyva “mamoste” peyva “jiyan kirin” û wekî din. Divê her kes peyvan çêneke, komisyoneke ji kesên bi pergala ziman pirr baş dizanin, bi herêmî hîç nafikirin, bi hemû zaravayan dizanin, li gel we haydarê zimazanînê xwerû pisporên etîmolojiyê ne, dest bavêjin çêkirina peyvan.

Yazarın diğer yazıları