Netirsin, li Kurdan mêzekin!

Tirs an jî xem, bêçaremayîna hişê mirov a li hemberî rûdan an jî pêkhatina rewşeke nû ye. Guhertinên neyê payîn hîsên wisa di dilê mirov de peyda dikin û atmosfereke bi stres kêm zêde herkesi dixe bin bandora xwe.

Rast e; îro jiberên kom û civakên li Tirkiyeyê û li bakurê Kurdistanê dijîn hildiweşe. Ne tenê Tirk û Kurd, herwiha civakên mîna Elewî, Ermenî û komên din ên etnîkî û olî yên tim û tim bi zordariya dewletê re rû bi rû mane jî ketine nava xemê. Tev bi tirs difikirin û dibêjin; gelo ev pêvajo wê ber bi ku ve here; çi wê were serê me an jî emê çi wenda bikin?..
Kesên ku di meşandina pêvajoyê de nikanin xwe bi îradeyî tevlî bikin, ji yên têdikoşin zêdetir ditirsin. Ew kes, kom û partiyên siyasî yên ku hişê wan tevlîhev e û tu projeyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî di destê wan de tune ye, him ditirsin him jî ji bo herkesî bidin tirsandin qiyametê radikin. Tu xêra wan ji xwe re tune ye û karê wan bi navê muxalefetkirinê, astengkirina pêşketinê ye…
Ji ber ku siyaseta li Tirkiyeyê gorî dînamîk û xwestekên civakê ava nebûye; ne siyaseta çepan çep e, ne ya lîberalan lîberalîzm e, ne jî ya mihafazakaran mihafazkartî ye. Herkes tenê ji xwe re çep e, tenê ji xwe re lîberal e û tenê ji xwe re Misilman e!..
Ji serê salê vir de hikûmeta Tirk û tevgera Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riyên diyalogê hevdîtinan pêk tînin. Herçiqas mijarên têne guftûgokirin hên ne zelal bin jî, hêla Kurd ji bo pêşîlêvekirinê bi awayekî bixwebawer di nava hewldanê de ye. Lê di serî de Partiya Gel a Komarê (CHP) a kemalîst û neteweperest, ew kes û komên xwe wek çep an jî lîberal didin nasandin, dev ji piştgirîdayînê berdin, ji bo astengiyê derêxin, seriyê xelkê tevlîhev dikin.
Ev derdor him li dijî perwerdeya bi Kurdî derdikevin, him bi zihniyetekî neteweperest hebûna Kurdan di makeqanûnê de qebûl nakin, him ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu projeyan pêşniyar nakin û him jî gotinên mîna; “AKP û BDP di nava şîrikatiyê de ne û wê bi hev re bi feraseteke Sunnî wê Elewiyan asîmîle bikin, Ermeniyan ji mafê wan bêpar bihêlin” û hwd. dikin.
Ji ber ku di hişê wan de hê jî tu şûn ji hebûna Kurdan û nirxên wan re tune ye, bi propogandayeke qilêr heqaretê li Kurdan dikin. Heta niha dewlet û hikûmeta AKP’ê wer dikir, niha jî ew kesên xwe mîna kemalîst û çep didin nasandin dest bi vê yekê kirine.
Ew kemalîst û nijadperestên Tirk ên ku xwîna Elewiyan û Ermeniyan hê jî ji destê wan neçûye, rabûne îro bahsa li dijîbûna Tevgera Kurd a li hemberê mafên Elewî û  Ermeniyan dikin!.. Dijminatî û bêtehamuliya bi Kurdan re ew nijadperestên Tirk kor û bêhiş kiriye…  
Gelo kîjan siyaset heta îro qasî tevgera Kurd piştgirî daye ji bo bidestxistina mafê Elewiyan, Ermeniyan û kom û civakên din ên ne Tirk û ne Misilman? Têkoşîna Kurdan di heman demê de têkoşîna ji bo bidestxistina mafên Elewiyên Kurd û Tirk, Ermenî, Laz û Çerkesan e jî. Kurd ji bo hemû gelên li Tirkiye û li Rojhilata Navîn bi nirx, kultur, reng û dengê xwe bijîn û jiyana xwe bi îradeya xwe bi rêve bibin, têdikoşin. Herwiha herkes jî dizane bi vê têkoşînê ye ku ev kom û gel gişt îro dikanin bahsa hebûn û mafên xwe yên etnîkî û dînî bikin…
Rast e; pêvajo wê çawa bimeşe, hê jî ne diyar e û ji ber vê yekê hinek stres û tirs  heye. Lê li Kurdan mêzekin. Li coş û bixwebaweriya Kurdan a di pîrozbahiyên Newrozê de xwe dide der binêrin…
Divê Elewiyên Kurd û Tirk jî, civakên Ermenî, Laz û Çerkes jî moral û motîvasyonê ji van dîmenên Newrozê hilbigirin û bixwebawer mil bidin milê Kurdan. Newroz mizgîna azadiyê dide; azadiya gelan giştan!..

Yazarın diğer yazıları

    None Found