Nexweşiya bê derman

Du cîhan hene, yek rastî ye, yek jî cîhana xeyal û derewan e. Di qesra “Kulliye Serokkomariya Erdogan” de xeyal pirr zêde hene. Êdî mirov dikare Qesra Erdogan wek xeyalxaneya, “ax gidî desthilatdarî” bi nav bike. Qesra “ax gidî desthilatdarî”, bûye pêgiha “fitara propagendê”.  Erdogan, her roj di fitarê de, xeyalên xwe empozeyî mêvan û tevahiya gelên li Tirkiyê dike. 

Gelek caran behsa “kulliyê” dike, lê di kulliyê de tiştê herî balkêş, peykerên ucube ku wek palyaço, li her du aliyên pêpelûkan de  hatine bi cih kirin in. Dema Erdogan di navbera  wan re dimeşe, dibe yek ji wan  ucubeyan.  Di sedsala bîstûyekê de zihniyeta dewşirmetiyê,  cîhana xeyal û drewan e. Li bejna Erdogan tê!… 

Erdogan têkçûna 7ê Hezîranê qebûl nekir; bi gotinek pêşiyan “xwe dixwe“….  

Rewşek psîkiyatrî-patalojîk!.. Di nava anaforên  dijwar  de ye. Her roj ser dilê wî tirş dibe, yan bexşoşkî dikeve, yan jî qolincî dibe. Rewşek trajîkomîk, dermanê Erdogan axaftin e.  Bi vê mebestê, min got “anatomiya serê Erdogan” ne mina anatomiya serê mirovan e. 

Ev serê ne li gorî kesî, hê jî di psîkolojiya hilbijartinan de ye. Her şev ekranên telewizyonên dewletê dagir dike. Hemberî ku xwarin û xoşava prof.’ên xwarina xwezayî wek Saraçoglu dixwe û vedixwê jî,  dengê wî wek fişşêna marê “kerrekor” derdikeve.  Ne mina marê bi zengil, wek kerrekorê bêdeng û veketî. Di her axaftina xwe de dide xuya kirin ku, li ber Kurdan veketiye. Lê ew jî dizane, dengê HDPê ne emanet in, li pey dengên MHP’ê û dengên bibiryar dibeze.  

Balkêş e, tivêla rûdêna wî gums e û  bi gotinên xwe, jehra du nexweşiyan belav dike;  dibin navê olê de, paşverûtiya sedsala navîn belav dike; bi navê exlak û Xweda jinan dike rekiha reş. Bi hişmendiyek kûfîkî û bi tevnepirkê pêçayî, sosylojiya civakê jehr dide.

Ev her du reng jî ‘weba’ ne, lewra Erdogan û zadeganên wî ‘vebaîst’ in. Serî nexwş be, beden jî felc e… Civak bi nexweşiyên „veba“ bikevê, felc e. Mitingên hilbijartina Erdogan, di rengê fitara rojiyê de dewam dikin. Di mitingan de, Qur’an bû, di rojiya Remezanê de fitar, bûye amur û seremoniya propagendê.

Erdogan îradeya gelan red dike,  di reda îradî de jî lîstika serdestan dilîze, „ev nebû careke din“.  Ev helwesta Erdogan, tenê  bi nexweşiya psîkiyatrî patalojîk nayê vegotin. Xewn û xeyal zêde hene; bi gotina psîkologan nexweşiya desthilatdariyê ye. Heta bi faşîsmê jî rê vekiriye. Bi gotina  Ibn-î Xaldun, atêş-î suzan!    

Gerên ji bo avakirina koalisyonê jî behane ye.  Stranek „meyûs-î suzîdîl“ e. Senaryoya xapandinê, ji aliyê Erdogan ve tê meşandin.  

Erdogan xwe xwediyê dewleta dewşirme dibîne, lêgerîna wî jî, bi gotina Bulent Arinç; „yek desthilatdarî“ ye.  Kerhen: Liyaqat-î layîqî.

Yanî ‘zewaca bi desthilatdariyê re’. Naqarat hatibe guhertin jî; sergûzeştiya bi çeteyên DAIŞê re dewam dik!..   Erdogan êdî dibêje DAIŞ terorîst e;  lê alîkarî û desteka dibin cilê de berdewam dike.  Koban kula dilê Erdogan e. Şingal jî bûye birîna dilê PDKê… Hevkariyek di nava wan de heye. Dîse jî em bipirsin,  kî muxtar e, kî gizîr-bekçî ye, kî axa ye. 

Rîtma şer jî guheriye.

Vegotinên krîpto’tiyê jî guheriye. Deng û çîrok eynî ne, rîtm, awaz û muzîk guheriye.  

Teva berhemê yek çavkaniyê ne; kumûlatîf –Trkî. Kuştina realîteya Kurd, kuştina rastiya 7ê Hezîranê…  Tecrîda li Îmralî pengava van kiryaran teva ye. Xwen û xeyalên Erdogan, di radeya „ekumanîzm“ê de mezin bûne. Nexweşiyek kotqulêrî ye. Freud jî ev gotin ne bihîstibû. Lê Kurd, kesên  wisa bi gotina „kotqulêr“ bi nav dikin.  Birînek bê derman e!… Li hemberî vê fesadî û kotqulêriya Erdogan û AKPê, pêwiste tevahiya entelektuelên Kurd, bibin Sartre, bibin Camus.  

Medya Kurd jî, ji bo ku rola xwe baş bilîzin, divê bibin Jean Kean, bibin Serge Halîmî… Li dijî „tajiyên desthilatdaran“ şer bikin. Erdogan bêyî ‘surç-î lîsan’, dixwaze dewşirmetiyê dibin sîwana ‘kulliyê’ de ‘ekûmanîzm’ê îlan bike. Ji bo vê jî, têkoşîna Kurdan, mafên Kurdan, Hiquqê Kurdan, kultura Kurdan terorîze dike. Tecrîdê li Imralî dijwar dike. 

Yazarın diğer yazıları