Nine yan nîne

Ziman berhemeke pêvajoya bi hezaran salan e, her zimanî di vê pêvajoya demdirêj de reng û teşe girtiye. Ziman hê jî diguherin, peyvên nû digirin. Bêgûman di guhertinê de ne tene bandora zimanên biyanî, olî, çandî, aborî û dîplomasiyê, peyvkarên ziman jî di pêvajoya bi sedan salan de gehrtinan pêktînin. Heta zimanzan di wê baweriyê de ne, yê herî zêde ziman diguherîne peyvkarên wî zimanî bi xwe ne. Li gel wê, azmûn û rewşa erdnigariyê jî her wisa rola guhertinan werdigirin. Ev jî dibin bingeh û sebên pêkhatina devok û zaravayan.

Ez ê ne li ser devok û zaravayan rawestim, dixwezim îro mijara bi nerênî bikaranîna lêkera “bûn” derxim pêş, lewre bi taybetî jî dema forma pêkhatî tê nerênîkirin, li gor herêman hin cuda bikaranîn derdikevin pêş. Divê ev aliyê wê yê taybet teqez were vekirin û zelalkirin, daku şaş neyên bikaranîn û têgîhîştin. Li aliyê din ez di wê baweriyê de me ku pêdiviya me û xwinêran bi gengeşî û şiroveyên bi vî rengî hene.

Di kurdî de dema lêker tên kesandin, nerêniya lêkerên kesandî, bi alîkariya peyvên nerênî pêk tên. Di kurdî de ji bo nerêniya lêkeran ev peyvên nerênî tên bikaranîn. Ji bo dema niha “na, ni” ji bo demên din jî “ne” di kesandinê de tê bikaranîn. Her wisa nerêniya fermanê jî bi peyva “me” çê dibe, lê di pêvajoya salan de peyva nerênî “ne” ya di kesandina raweyên din de jî, xwedanê erkê nerêni ye, di hin devokan de ev erk wergirtiye.

1- Dema niha (lêkerên ne gerguhêz): Erênî “Ez diçim.” Nerênî: “Ez naçim”  Di lêkerên gerguhêz de: Ez dixwînim /Ez naxwînim.

2 – Ji bo demên din; Erênî: “Ez çûm.” Nerênî: “Ez neçûm” Min xwar, min nexwar. Dema wê bê: Ezê biçim / Ezê neçim

Di kurdî de ji bo çar lêkeran di dema niha de peyva nerênî “ni” tê bikaranîn. Lêkerên “karîn, kanîn, zanîn û bûn (pêkhatî)“ Mînak; erênî “Ez dikarim / dikanim / dizanim” nerenî: Ez nikarim, nikanim, nizanim. Lê di demên din de dîsa peyva nerênî “ne” tê bikaranîn. Mînak: Min nekarî, min nekanî, min nezanî.

Lêkera “bûn” bi du awayî tê bikaranîn, yek dema pêk hatibe, ya dudyan dema pêk bê. Mînak: 1- Pêkhatî: Ez mamoste me (erk pêkhatiye) 2 – dema pêkwere: Ez dibim mamoste (hîn nebûye), lê wê di dema pêş de bibe.

Di kurdî de mirov dikane nerêniya lêkera “bûn”  (pêkhatî) bi du awayî bikesîne. Yek; mirov dikane peyva nerênî bîne pêş peyva temamkar. Mînak: “Ez ne mamoste me.” 2 – Miov dikane wek lêkerên din peyva nerênî li pêş lêkerê jî bikarbîne. Mînak: “Ez mamoste ninim” Her wisa di vê hevokê de jî “Ti strana kurdî bê wate nine,”

Li hin herêmên Kurdistanê di pêvajoya salan de ev “i” ya “ni” di hin devokan de direj bûye û wek “nî” tê bikaranîn. Ev awa guhertin bandora xwe li rastnivîsandinê jî dike. Herêmên lê herfa dengdêra dirêj tê bikaranîn, bi giranî wê bikartînin, herêmên din jî forma kurt bikartinin. Ev jî di warê rastnivîsê de dikane bibe mijara gengeşiyê.

Dîsa li hin herêman di nava bawerî, çiyayî û deştî de jî, ev guhertina taybet bûye egera cûda bikaranînê. Wek nimuneyeke balkêş. Li devera Çêlkan û Mîdyadê kurdên êzdî û hin êlên çiyayî vê peyva nerêni bi herfa kurt bikartînin. Mînak “Ti strana kurdî bê wate nine” Lê ev di nava Kurdên deştî xwerû misliman de jî bi herfa dirêj “î” tê bikaranîn. Mînak: “Ti strana kurdî bê wate nîne”

Ev guhertina herêmî li gel vê cudahiya ku gelek piçûk dixuye, cuda bikaranîna herfa “î” hin bikaranînê di nava gel de nayê bilêvkirin jî bi xwe re anîye. Mînak di cihê “tinebû” de bi awayê tirkî (yok tu) “nîn bû” jî bikartînin. Ev di ziman de gelek zîşt yan jî beloq xuya dike. Em mînakek ji nivîsa camêreki bidin: “…lê ma di kurdî de navek xweş nîn bû…”

Bêguman dema gengeşiyekê li ser hin mijareyan hate vekirin, wê dij argûment jî werin. Lê kêliya em bi giştî li ziman dinêrin rastî bi awayê min şirovekirî dixuye. Bi hêviya ev nivîs di vî warî de bibe alîkar.

Yazarın diğer yazıları