Nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e

Komîteya Kevana Zêrîn, hunermenda gerîla Hozan Mizgîn bi bîr anî û got, “Kesayetiya pirralî, hevgirtî û hunermend a hevrê Mizgîn, nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e.” Komîteya Jinên Kevana Zêrîn a TEV-ÇAND’ê, bi wesîleya salvegera 26. a şehadeta Gûrbet Aydin (Hozan Mizgîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteya Kevana Zêrîn di şexsê Hozan Mizgîn de “Şehîdên Meha Gulanê” bi bîr anîn û got, “Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bibîranîna wan ditewînin.”   Gulana hîmên jiyana nû Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku meha Gulanê şehadetên mezin rû dane û hat gotin, “Di serî de şehadeta hevrê Hozan Mizgîn, Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, şehadetên di meha Gulanê de hîmên jiyaneke nû li Kurdistanê danîn.”  Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 11’ê Gulana 1992’an, Hozan Mizgîn ji bo bi saxî nekeve destê dijmin, bi rengekî fedayî şehîd bû û hate gotin, “Têkoşîn û kesayetiya wê ya pirralî ku vê hevrêyê ji me re weke mîrate hişt, coş û daxwazeke bê dawî ya têkoşînê dide me. Hevrê Ş. Mizgîn ku di dîroka têkoşîna me ya jinê de xwedî cihekî girîng e, yek ji damezrînerên tevgera destpêkê ya jinê YJWK bû. Her wiha li Garzanê jî yekemîn fermandara jin a eyaletê bû. Mizgîn tê wateya nivîsandina navê xwe li destanên destpêkê yên jinên azad ên Kurdistanê. Kesayetiya pirralî, hevgirtî û hunermend a hevrê Mizgîn, nîşaneya destanbûyîna jinên Kurd e.”

BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found