Nivîsên Mixî yên Bêstûnê û em

Em Kurd biyaniyên dîroka xwe ne, ji tekoşîna bav û kalên xwe yên ji bo azadî û serxwebûnê bê hay in. Lê nivîsên qaşo Orhûnê, çend gul li ser fîstanê Belqîsa qiralîça Sabayê hene, çawa ketiye hemêza Salomonê Cihû, simêlê şah Îsmaîlê Sefewî çawa bi mewîjê hatiye badan, em bi van pirr baş dizanin. Dema yek hewl bide hin rastiyên me bîne bîra me jî, em dibêjin; “Hele tu li min û vîya! Ew jî serê me bi çîrokên Kurdan dike belayê!” Di cihê li bersivên pirseşanên di mêjî de diçilvilin re bigere, dikenin û derbaz dibin. Birîna herî mezin ev e.

Gelo ji me çend kesan navê “Bêstûn /Behistûnê”, nivîsên mixî û relyefên li ser zinarên Bestûnê bîhîstiye? Hem jî ev 2470 sal in ku li wir e. Gundiyên derdora navçeya Bestûnê her roj di ber re derbas dibin. Mirov dikane ta ji deşta Bestûnê bibîne. Dema ew nivîs hate nivîsandin, ne navê Orhûnê hebû, ne Belqîse û ne jî simêlê Şah Îsmaîl. Lê mixabin dîroka dagirkeran bûye zanyariya me, hem jî em ji kesên dîroka dagirkeran nizanibin re “cahîl” dibêjin. Dema mirov li ser înternetê “Behistun Inschrifften” yan jî “Behistun Yazitlari” binivîse bi dehan nivîs, bi sedan wêneyên relyefên wê derdikevin, lê bes em nizanin.

Bêstûn li ser rêya dîrokî ya di navbera bajarê Kirmanşan û Hamedanê de navçeyeke piçûk e. Dema mirov ji bajarê Kîrmanşanê ber bi Hamedanê ve diçe, berê ku bigihîje navçeya Bestûnê, Ew nivîsên mixî û relyef ên li ser zinarên li berpalên çiyayê Bestûnê yê li bakurê çemê Gamesaib û gola Bestûnê ye. Iskenderê mezin jî di wir re derbas bûye, heta çûye bi nûgerî lê nêriye û hê berê xwe daye Îsfahan û Persepolîsê.

Giringiya vê nivîsa mixî

1 – Nivîs 30- 40 sal piştî ruxandina serweriya Med tê nivîsandin. Di vê nivîsê de bi zelalî xuya dibe ku ji çemê Firate bigire hetanê Horasana mezin axa Medyayê ye, li vir hê jî giyana Med zindî ye,  Hima bigire li her eyaletên Medyayê serhildan hene. Ango Persan nekaniye herderî bigirin bin kontrola xwe. Tenê di dema Hîstaspa yê bavê Darîyus ku serfermandarekî Kuroş bû de, ango hima piştî dagirkirina Qesra Rojê ya Med 10 serhildanên pirr mezin pêkhatine. Ev serhildan bi hovitî û xwînxwariyeke nayê hişan hatine perçiqandin.

2 – Dariyûs navê hin bajarên Medan, Wek Marûş, Kundur, Arbel (Hewlêr), Rakka (Gelo Rakaya îro ye?), Raga (Rey), Arîzana (bakûrê gola Wanê) dide. Dinivîse ku wî li van bajaran bi hezaran Medyayî (Kurd) kuştine. Heta li herêmekê nêzî Urmiyê 34 000 kesî dikuje. Ango xwînxwariya mezin ya li dij Kurdan di dema Dariyûs de pêkhatiye.

3 – Dariyûs bi aşîkari daye nivîsandin ku wî kijan rêber yan jî serokê serhildêrên Medan girtiye; Guh, ziman, pozê wî jêkiriye, çavên wî derxistiye, ji bo ku Medyayî cardin newêribin serî hildin serê wan jêkiriye û bi dîwarê kelaheke nêzîkê Hamdanê ve darvekiriye. Lê heman tişt neaniye serê Serhildêrê Babîlê û aliyê Afganîstanê. Bi gotineke kurt tenê li dij Kurdan xedar û cinawir bûye.

4 – Her çendî hemû serhildan di bin serwerî û koordîna Gaumada (dibe ku ji aliyê dê ve neviyê Aştiyago be) pêk hatine jî, wî di wan nivîsan de ji bo veşartina rastiyê ew cûda nîşandaye. Nexwastiye ku ev rastiya were zanîn. Di relyef de Gaumada, bi birînên xwe ve di bin lingên Dariyus de ye. Wî stûyê her neh rêberên gel bi zincîran girêdaye. Serê xwe jî hildaye, mîna ku ji wan re bibêje; „Binêrin Keyê (padîşahê) we di bin lingê min de ye.

5 – Dagirkerên Tirk û Ereb jî ji bo fetisandina serhildanên li Kurdistanê ew azîn û medodên Dariyus mînak girtine. Dema rêberên Kurd digirin, stûyên wan dikin zincîran, destên wan li kelepçeyan dixin, dikin rêzê, Li ser termên kuştiyên Kurdan wehşetê bikartînin, Serê rêberên Kurdan jêdikin, gelek caran guhên Kurdên kuştî jê dikin, çavên wan derdixin. Dixwazin wek Dariyûs Kurdan çavtirsandî bikin, daku Kurd li dij wan serî hilnedin. Mînak Dema Îslamo – faşîstên Tirk li Amedê rayedarên HDP girtin, kelepçe li destê wan xistin, kirin rêzê û wêneyên wan di çapemeniyê de weşandin. Ez bawer dikim ti Kurdî nedizanî ku dagirkerên Tirk ew relyefên Bestûnê mînak girtine. Disa goh, poz û zimanê Kurdan jêkirin û çavên wan derxistin jî ji nivîsên Bestunê hatine girtin. Lewra ew di wê baweriyê de ne ku Kurd tenê ji vê metodê ditirsin!

6 – Di nivîsê de bi aşîkarî xuya dibe ku Dariyûs bi navê Taxmas Pada xayînekî ji Medan dike serfermandarê artêşa xwe û bi destê wî serhildanên Medan di nava xwînê de dide fetisandin. Dagirkerên îro jî heman tiştî dikin, gelek caran di komkujiyan de cehşan bikartînin.

Mixabin ku em nezanên dîroka xwe ne, heta hinên me navê Dariyus/Dara jî, li zarokên xwe dikin. Li hemberê nezanîna me dijminên me dîroka me pirr baş dizanin, awa û metodên me bêdengkirinê ji dîrokê digirin û wek kîsikan dikin serê me. Divê em li dîroka xwe vegerin, qelsiyên xwe û hovitiyên dijmin baş têbigihîjin û li hemberê wan, wisa tekoşînê berz bikin.

Yazarın diğer yazıları