Nîzamî Gêncewî kî ye, çima Nîzamî?

Ez ê navê wî yê erebî yê wek çoroza Bavêkilo nenivîsim. Nîzamî di navbera salên 1141 – 1209´an de jiyaye. Navê diya wî Raysa ye û dê Kurd e, lewre wî bi xwe jî wisa behsa diya xwe kiriye. Navê bav Yusif e, îdiaya Yusiv ji bajarê Qumê ye jî heye. Bi baweriya min ew jî Kurd e, ji ber ku Kurdên Şedadî wê demê keçên xwe ne didan Farisan û ne jî Gurciyan, jixwe wê demê Tirk hê li wir tinebûn. Lê Farisan ew kirine Faris, Tirkan jî ew kirine Tirk. Lêkolînerên Tirk yê dikanin cidî werin girtin, vê rikê napejirînin. Tirkên nijadperest ji bo ku bikanin wî têkin Tirk, navê bajarê Gence (Gêncîne /xezîne) tehrîf kirine û bi peyva “genc” ve girêdane, peyva “genc” jî bi peyva Taxorî “kenk /keyna” (keç) ve girêdane û jê re “ûygûrî” gotine, bi wî awayî navê bajêr kirine tirkî. Lê ev bajar wê demê bajarekî Şedadiyan yê herî girîng bû, heta dû re wek paytext jî bikaranîne. Tirk cara yekem 1221 bi êrişkariya Atabeg tên herêmê. Yanê 10 sal piştî kirasguhertina Nîzamî. Em çîroka îdîayan bidin aliyekê, vegerin mijara xwe. Baş tê zanîn ku Nîzamî li ber destê xalê xwe Cewadê /Cewacê Umer mezin dibe. Perwerdeya xwe jî li ba xalê xwe û li ber destê melayên Kurd dibîne.

Nivîsên wî yên bi kurdî hene, tine, baş nayê zanîn, lê piraniya lêkolîneran vê îdiayê dikin. Dibe ku di nava arşîvên Rûsî de hebin. Di destê me de helbestên wî yên kurdî tinebin jî, bes tê gotin ku “wî bi GIRANÎ bi Farsî nivisiye!” Di vir de pirsa bingehîn ev e: “Eger bi giranî farsî nivîsîbe, wekî din bi kîjan zimanî, yan jî zimanan nivsiye?” 1 –Bajarê Gence yê hetanî sala 1174´an girêdayîye Dewleta Şedadiyan e. Piştî vê demê jî rêveberên bajêr dîsa Şedadî bûn. Yanê zimanê herêmê Kurdî bû. Nîzamî hetanî kirasguhertina xwe jî bi kurdî dijî. Wê demê tirkiya nav kirine Azerî hê negihîştibû herêmê. Ji wê bi wî zimanî nivîsandina wî derê dertfetan e. 2 –  Selçûkiyan farsî bikardianîn û bi farsî dinivîsîn, Osmanî jî hê li piyasê tinebûn. Wek encam du ziman dimîne, yek wek zimanê dîn erebî; du, zimanê rêvebiriyê û dayîkê kurdî. Zimanê Kurdî wê demê di nava mîrîtiyan de zimanê danûstan û yê wêjeyê bû, li gel wê zimanê Şedadiyan ê fermî bû. Her wiha li bajarê Gencîneyê jî zimanê serdest kurdî bû. Ev tê wê wateyê di destê me de tinebe jî, wî sedî sed bi kurdî nivisandiye. Dibe helbestên wî yên bi kurdî hatibin wendakirin, yan jî veşartin.

Li gel ewqas rastiyên vekirî jî Tirkan û dewleta nav Azerî ew kirine Azerî. Ji bo Farisan em nikanin tiştek bêjin, ji ber ku Nîzamî bi farisî nivîsiye. Hem jî di wêjeya farisî de wekî bavê Mesnewîyê tê zanîn. Wî mesnewîyên xwe li gor qalibê “Mûfteilûn mûfteilûn failun” Yan jî “Faîlatûn mefailûn faîlun” nivîsîye.

Nîzamî çîrokên xalanên xwe, bandora mîrîtiya Kurdên Mîhranîyên xiristiyan a li ser êlên xalanên xwe û bi giştî li ser mîrîtiya Şedadiyan, bi taybetî jî çîroka keça mîrê Mîhraniyan Mîhrîbanû. Şîrîn, Xusrov Perwîzî I û Ferhatê Kurdê Kelhûrî ji devê gel û rayedaran bihîstiye. Ev di mesnewîya wî de bi zelalî xuya dike. Dibe ku wî ew çend rêzên Fîrdewsî yên li ser evîna Xusrov Perwîzî I jî xwendibe! Kurt û kurmancî mirov dikane bêje ku wî cara yekem ev çîrok civandiye û wekî mesnewî gihandiye bêmiriniyê.

Divê ev jî were zelalkirin: Ji ber ku Kurd ji bo xiristiyanan peyva “file” bi kar tîne. Ji Kurdên Mîhraniyên xiristiyan bûn re jî “file” yan jî “Kurdên File” digotin. Hin qaşo lêkolîneran jî bê lêkolîneke bingehîn ew wek Ermenî şirovekirine. Min di nivîsekî berê hatibû weşandin de jî gotibû. Ji ber êrişên mislimanan piraniya Mihraniyan di nava Ermeniyan de heliyane.

Di wêjeyê de giringîya wî ev e: Ev mesnewiya wî ya evînê bandorê li tevahiya wêjeya Rojhilata Navîn dike, ji gelek helbestvanên klasîk re dibe bingeh. Mînak; Sadî-î Şîrazî berhema xwe ya bi navê “Bostan”, Celaleddin Rûmî “Emir Husrev Dehlevî” ya xwe, Abdurrahman Camî “Hamsala” xwe, Fuzulî jî “Leyla û Mecnûn”a xwe, her wiha Ahmedê Xanî jî “Mem û Zîna” xwe li ser vê bingehî dinivîsînin. Çîroka Kerem û Aslî jî hima bigire qopyayeke vê ye, ew jî di sedsala 16. de tê nivîsandin.

Berhemên wî ev in:

Berhema wî ya bingehîn bi awayê Xemse di bin navê “Pênc Gence” (Gencîne /xezîne) yê de tê nasin. Yên din jî ev in:

1 – Gêncîneya razan çîrokên cûda yên wek mînak di forma helbestan de nivîsiye. 2 – Xusro û Şîrîn e. Bi naveke din “Ferhat û Şîrîn” e. 3 – Leyla û Mecnûn a yekem. 4 – Heft Peykar bi naveke din “Heft Xweşikî“ bi giranî Bahram ê çirokê qiralê Sasaniyan e. 5 – Îskenderê Mezin

Belê dagirkeran, xwerû jî dagirkerên Tirk ne tenê dirok, her warê jiyanê belovajî kirine, ji rastiyên wan dûr xistine. Her tiştê ku ji Kurdan, dîrok û zimanê Kurdan girtine, bi dek û dolaban yan kirine yê Ermenî, Ereb, Faris, yan jî kirine “eskî, yerlî û Uygur dîlî.” Ji bo vê jî divê mirov di van waran de gelek şiyar be.

Yazarın diğer yazıları