Noel, Christmas, Weihnachten, Gaxend

Her welatekî xiristiyan li gor têgîhîştina xwe û zimanê xwe navekî li vê rojê kirine. Di nava Kurdan de tenê Kurdên Mîhranî xiristiyan bûn, mixabin di destê me de daneyên wan ji vê rojê re çi gotine, bi çi awayî pîrozkirine tine. Bes em dizanin ku bi kêmasî nîvê wan ji ber êrişên îslamîstan di nava Ermeniyan de heliyane. Tê îdîakirin ku Keldanî jî Kurdên xiristiyan in, daneyên heyî jî vê destnîşan dikin. Lê ev lêkolînên bingehîn dixwaze. Ya din jî Keldanî xwe çawa hîs dikin, ew jî girîng e. Bes li welatê me Kevneşopîyên Suryanî û Ermeniyan tê zanîn.

Di daneyên dîrokî de xuya dike ku di nava xiristiyanan de ev roj cara yekem ji aliyê kîlîseyên Konstantînopil (Stenbol) ve hatiye pîrozkirin. Piraniya lêkolîner û zanyarên cihanê vê rojê bi pîrozbahiyên dagera rojê ya li Mezopotamya û Kurdistanê ku wek şeva Yelda, Cejna Êzî û Gaxend jî tê zanîn ve girêdidin. Beşeke girîng ji lêkolîneran jî têkiliya wê bi pîrozbahiyên împaratoriya Roma yên wekî “Saturnalî” yan jî “Sol Invictus” ve datînin. Em îro jî hinekê vê mijarê vekin.

Mijara Rojbûna Îsa û ev roj

1 – Di rastiyê de kes roja rojbûna Îsa nizane, wê demê rojbûn nedihatin pîrozkirin, çanda pîrozkirina rojbûnan, bûyîn û tomarkirina şêniyan pir dû re di nava civakan de rûniştiye. Her wisa di nava Xiristiyanan de di despêkê de vaftîzkirin tinebû, ev jî dû re wek çandeke xiristiyanî bi pêş ketiye.

a) Di Incila Lukas ferzên 2,4,8an de wiha dinivîse: “Şivanên pez yên li der li ber pezên xwe radizan jî li nêzîkan bûn.” Pir baş tê zanin ku di meha Kanûnê de li Rojhilata Navîn zivistan e, pezên gelên herêmê di goman de ne, şivan ne li ber in. Ango ev tê wê wateyê ku Îsa ne di meha Kanûnê de, yan destpêka payîzê, yan jî biharê de hatiye dinê.

b) Bi aliyê zanyarên xiristiyanan ve tê îdiakirin ku sê giyanwerên Zerdeştî yên ji welatê Parthan ji yêzdan nîşaneya bûyîna Îsa wergirtine, bi deveyên xwe stêrka sibê dişopînin û tên Bethlehemê, dibin dîtnêrên bûyîna Îsa.

Di zanyariya gerdûnê de baş tê zanîn ku çembera Gelawêjê (Venûs) ya li dor rojê re zivirînê hima bigirê nîvê çembera cihane ye, ji wê mirov dikane salê du caran gelawêjê wek stêrka sibehê bibîne, di meha Adar û di meha Tebax û destpêka Îlonê de. Ango eger ev çîrok rast be, ti têkiliya rûjbûna Îsa û meha Kanûnê tine.

c) Lêkolînerê xiristiyan Michael Hesemann iddia dike ku Îsayê Meyremê di 9 meha Adarê sala 5. Berê Zayînê de hatiye dinê. Lê zanyarên xiristiyanan vê dîtinê napejirînin. Lewre di çîrokê de behsa zerbûna giha û pelên daran tê kirin. Li gel wê hatina giyanwerên Zerdeştî nîşanê me dide ku bûyîna Îsa rastê meha Tebax û Îlonê tê.

d)  Mijara rojbûna Îsa berê hatiye pîrozkirin yan na baş nayê zanîn, jixwe li wê herêmê kevneşopiyeke wiha nebû. Îsa di çi rewşê de, di çi avahiyê de û çawa hatiye dunê, ew jî nayê zanîn, ti belgeyeke vê bîne ziman jî tine. Bes ji sala 330 Piştê Mîladê ve ev roj bi aliyê dêrên (Kîlîseyen) Bîzansan ve tê pîrozkirin.

2 – Li ba me şeva YELDA, Gaxend, Cejna Ezda ango pîrozkirina dagera rojê, rojbûna xwedayê rojê Mîthra (Şêşims) dihat pîrozkirin. Me çawa di pêş de jî nivisiye; li ba Imparatoriya Roma jî rojbûna “Sol invictus” dihat pîrozkirin ku li gor hin daneyan ev navê mijara bûyîna Mithra ya latînîkiriye.

Bi kêmasî beşeke lêkolînerên Xiristiyan êdî bi aşîkarî dipejirînin ku ev pîrozkirin 24-25 ê Kanûnê ji vê baweriya Romayê hatiye girtin, Rojbûna Îsa bi wê ve hatiye girêdan û bi hev re tên pîrozkirin.

Encam:

Hinek ji me ango “pîrozkirin dagera rojê şeva Yelda girtine, hinek ji Împaratoriya Roma wergirtine û ji wan têgîhîştineke afirandine û wek roja rojbûna Îsa dane pejirandin.

3 – Dara Noelê ji çanda Alaman ya dema baweriya bi agir (Heidinische Gelaube) hatiye girtin, ji Almanyayê li tevahiya cihanê belavbûye.

4 – Nikolaus von Myra gr, kevn. Νικόλαος Μυριώτης, Nikolaos Myriōtes; wek keşeyekê di salên 270 û 286 de li dora Mîlas, Marmarîs û Rodosê dijî, bi xwe keşeyeke Pamfîlî ye (Pamfîl bi serê xwe gelekî bûn, zimanê wan û yên Yinanî xizm in.) Bi lewendên xwe yên deryayê keştiyên dewlemendan dişêland û li zarok û belengazan belav dikir. Ew bû sembola Nîkolusê îro.

Ez di ronahiya van rastiyan de vê rojê li tevahiya cihana xiristiyanan pîroz dikim.

Yazarın diğer yazıları