Nûçegîhanê Rojnewsê girtin

Peyamnêrê ajansa Rojnews ê Hewlêrê Biryar Mehemed di  21’ê Tebaxa 2019’an (pêr) de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hat binçavkirin. Der barê bûyerê de Rojnewsê agahî dan û got, rojek beriya binçavkirinê, ango di 20’ê Tebaxê de hêzên asayîşê çûne mala bavê Biryar Mehemed û jê re gotine, “Bila Biryar were asayîşê.”

Li ser banga asayîşê nûçegihanê me Biryar Mehemed pêr (21 Tebax), bi armanca ku sedema bangê fêm bike çû asayîşa Hewlêrê. Lê vir hate binçavkirin.

Li ser vê yekê rêveberiya ajansa me li berpirsyarên Asayîşa Hewlêrê geriyan û xwestin sedema binçavkirinê fêm bibin. Rayedarên asayîşê bersiva “Biryar Mehemed pêşmerge ye, ji ber wê yekê hatiye girtin û wê muameleya leşkerî bê kirin” dan. Rayedarên asayîşê her wiha ji çend saziyên din ên çapemeniyê re jî heman bersiv daye.

Pêwîset bê zanîn ku Biryar Mehemed pêşmerge nîne û ev nêzî du salane bi awayekî fermî wekî peyamnêrê Rojnews ê Hewlêrê kar dike. Nexasim malbata Biryar Mehemed jî eşkere kiriye ku Biryar di sala 2016’an de dest ji pêşmergetiyê berdaye û tu pêwendiya wî bi Wezareta Pêşmergeyan re nemaye.  Biryar Mehemed her wiha endamê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye. Lewre em wekî Rojnews sûcdariyek wiha red dikin.

Tohmetkirinên wan bêbingeh in

Li aliyê din piştî binçavkirinê malbata Biryar Mehemed jî xwestiye sedema binçavkirinê fêr bibe û serî li asayîşê daye, lê rayedarên asayîşê ji wan re jî gotiye, “Biryar raporek li dijî hikûmetê amade kiriye û di dezgehekê de ku em naxwazin têde kar bike, weşandiye.”

Malbatê her wiha serî li Dezgeha Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê jî daye, lê bersivek wekî, “Belkî fermiyeta Rojnews nebe” daye.

Balkêşe ku di pêwendiyên rêveberiya me ya bi rayedaran re de, tiştek wiha nehatiye gotin û em careke din eşkere dikin ku Rojnews saziyek fermî ku li gorî yasayên Herêma Kurdistanê hatiye avakirine. Peyamnêrê ajansa me Biryar Mehemed bi awayekî rêkûpêk civînên serokatiya parlamentoyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê şopandine û tu pirsgirêk derneketine. Heta niha tu giliyek jî derbarê wî de nehatiye kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye, 21’ê Tîrmehê jî nûçegihanê Rojnewsê Sidekan Zûber Biradost ji aliyê hêzên pêşmergeyan ve hatiye binçavkirin û hîn nehatiye berdan.

 ROJNEWS /SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found