NY bi erka xwe ranabe

“Pirsgirêka bingehîn gihandina alîkariya însanî nîne, ji xwe wê jî nakin. Pirsgirêka bingehîn ew e ku bernameyeke ewlekariyê ya hiqûqî nehatiye afirandin ku ev mirov karibin vegerin malên xwe.”

SERKAN DEMÎREL / ANF/CENEVRE

Ji rayedarên Bakurê Sûriyeyê Cemîle Hamî, ji bo Efrîniyên li Şehbayê karibin bi rengekî ewle vegerin cih û warê xwe, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî kir da ku li qada navneteweyî bernameyeke ewlekariyê amade bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd a li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Cemîle Hamî li ser helwêst û polîtîkaya NY´yê, saziyên alîkariya insanî yên navneteweyî li ser penaberên li Rojava peyivî.

Xwe li nedîtinê datînin

Cemîle Hamî got, li seranserî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê 13 kampên penaberan hene û heta niha jî Neteweyên Yekbûyî yan saziyeke din a alîkariyê, piştevaniyeke cidî nedane wan. Cemîle Hamî diyar kir ku rêveberiya xweser û Heyva Sor a Kurdistanê heta ji wan tê derfetên di dest de ji bo penaberan seferber dikin û wiha peyivî: “Neteweyên Yekbûyî bi rêk û pêk alîkariyê digihîne penaberên li gelek deverên Sûriyeyê. Lê belê xwe kor dike rewşa penaberên li herêma Federasyona Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê.”

Halê xelkê Efrînê yê li Şehbayê

Cemîle behsa Efrîniyan kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane xwe li kampên li Şehbayê bigirin. Cemîle rexne li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî kir ku ji bo van mirovan ti bernameyeke wan nîne û got, “Hîn gelek pirsgirêkên gelê me yê li vir hene. Ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêkên giran hene. Mirovên divê bên dermankirin, nedikarin biçin Efrînê, ne jî herêmên din ên di kontrola rejîmê de. Kesên ku dixwazin biçin Efrînê dibin hedefa êşkenceya çeteyên dewleta Tirk. Yên dixwazin biçin herêmên rejîmê, bi hefteyan li benda bidawîbûna prosedura qanûnî dimînin. Ev yek mexdûriyeta mirovan bi du qatî zêde dike.”

Bi erk  û berpirsyariya xwe ranabin

Cemîle Hamî anî ziman, hin sazî ji bo demeke kin alîkarî dane gelê li Şehbayê, ev yek jî ji derdê milet re nabe derman û got, “Mal û axa van mirovan li pêş çavên cihanê hatin dagirkirin. Hinek reviyan û rizgar bûn, lê belê jin û zarok jî di nav de bi sedan mirov hatin kuştin. Yên ku wê wextê jî xwe kerr kirin, niha jî bi erk û berpirsyariya xwe ranabin ji bo mirovên neçar mane mala xwe biterikînin bi rengekî ewle vegerin cih û warên xwe.”

Mesele ne alîkariya însanî ye

Cemîle diyar kir ku di serî de Neteweyên Yekbûyî, hemû sazî û hêzên navneteweyî divê êdî li daxwazên gelê Efrînê bêdeng nemînin û wiha qise kir: “Tevî ku me bi dehan caran bang kir, bersiv nedan daxwazên gelê me. Pirsgirêka bingehîn gihandina alîkariya însanî nîne, jixwe wê jî nakin. Pirsgirêka bingehîn ew e ku bernameyeke ewlekariyê ya hiqûqî nehatiye afirandin ku ev mirov karibin vegerin malên xwe. Heger ev yek were kirin, wê mirovên me vegerin cih û warê xwe û kêm jî be mexdûriyeta wan ji holê rabe.”

Li ser sînor hatin kuştin

Cemîle Hamî anî ziman, polîtîkaya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî destekê dide polîtîkaya kuştinê ya dewleta Tirk û got, “Bi sedan penaber dema hewl dan xwe bigihînin Tirkiyeyê li ser sînor hatin kuştin. Lê mixabin li pêşberî vê yekê heta niha nerazîbûneke cidî nehatiye nîşandan. Netweyên Yekbûyî û dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe destekê didin polîtîkaya kuştinê ya Tirkiyeyê.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found