NY’yê ji ber qirkirina Êzîdiyan 160 DAIŞ’î tesbît kirin

Lêpirsînerên Neteweyên Yekkbûyî heta niha di meseleya Qirkirina Êzîdiyên Şengalê de 160 navên DAIŞ´iyan diyar kirine. Serokê tîma lêpirsînê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re got ew niha dozên hiqûqî amade dikin li dijî van kesan.

Vê tîma hanê ya lêpirsînê beriya bi salekê dest bi karê xwe kir û sûcên ku lê dikole jî weke sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcê qirkirinê hatine binavkirin.

Serokê tîma lêpirsînê Karim Asad Ahmad Khan got, “Tenê elaqedarî civaka Êzîdî, sûcên li dijî wê me 160 kesên sûcên komkujiyan li dijî Êzîdiyan kirin tesbît kirin. Em niha hêz û bala xwe didin hazirkirina dozên hiqûqî yên xurt elaqedarî her yekî ji van ku xwedê bike di dadgehên welatan de bên pêşkêşkirin.”

NEW YORK

Yazarın diğer yazıları

    None Found