Ocalan û ‘planeteke bê vîzeʼ

Dema yek ji rêberên şoreşa Sovyetê Leon Trockî di encama komployeke sazkirî de ji Fransayê dihat dersinorkirin, ew gotina ‘Planeteke Bêvîzeʼ jî di nav wêjeya siyasî ya cîhanê de cihê xwe digirt.

Troçkî siyasetmedar, zanyar, têkoşer û bawermendekî qewî yê bîrdoziya sosyalîzmê bû. Di pêkhatina şoreşa sovyetîk de keda wî pir bû û wekî mirovê duyem yê şoreşê jî dihat dîtin. Lê dem û dewran guherî, nêrînên cihêreng li bin guhên hevdu ketin. Hêrs û rika Josef Stalîn li Troçkî û bi deh hezaran şoreşgerên ku di salên dirêj yên xebata şoreşgerî de canê xwe dabûn ber her cure stem û êşkenceyên pergala Çar bê yî ku wê keda wan bîne bîra xwe mîna libên tizbiyan li ber tifengên qaşo sosyalîst rêz dikirin û bi dirûşma: ‘Li ser navê gel!ʼ Ew perçe perçe dikirin. Li cîhanê tekane dewleta ku deriyê xwe ji Troçkî re vedikir Meksîka bû. Lê Troçkiyê ku bi qasê olekê ji enternasyonala çaremîn bawer bû û ji her kesî pirtir xema îhtimala têkçûna şoreşê dixwar, di encama komployeke kirêt de dibû armanca bivirên Stalînîst.

Piştî salên dirêj gava em li ser rewşa serokê şoreşa Kurdistanê Abdullah Ocalan diramin bivênevê dêna mirov dizivire ser dîrokê û mirov dixwaze lê vekole ku ka bera jî ew serpêhatiya bi destên gemarî li ser serokê Kurd hat ferzkirin bi serê kesên din de jî hatine yan na.

Ji Vladimîr Îlîç bigire heta bi Mistefa Barzanî ji rast û çepan heta gelek caran zanist, wêjevan û hunermend jî ji ber kiryar û hizrên xwe yên muxalif rastî xezeba desthelatan hatine, neçar mane welatê xwe cih bihêlin û berê xwe bidine biyanîstanê.

Hin ji wan li gel ku beşek zêdetir ji jiyana xwe li sirgûniyê derbas kirine jî nekarîne li welatê xwe vegerin û bi ax û kesera niştimanî li sirgûniyê serê xwe danîne ser axa sar. Ji wan navên ku herî zêde ji me re nas û nêz in jî mirov dikare Nazim Hîkmet, Yilmaz Gûney û Ahmet Kaya bihejmêre. Dîsa Vladimîr Îlîç jî salên dirêj li Ewrûpa di mercên sirgûniyê de mabû, piştre di ser Elmanya re vegeriyabû Ûrisetê û li wir jî şoreşa Cotmehê pêkanîbû.

Lê weke bûyera serokê Kurd em rastî ti bûyer û qewmînên hevrengî nayên. Ji bo Ocalan tevahiya welatên dinê deriyê xwe girtin, ‘wîjdana mirovahiyêʼ ji bilî çend dengên lawaz û bêhêz ker, kor û lal bû. Hemû planet seranser kulek û pacên xwe girtin û tevan jî xwestin ji dûrve li bûyerê temaşe bikin. Mîna ku keriyên guran bi ser gundan de girtibin û ji tirs û sawa wan gundî di nav xaniyên xwe de bi talerzê ketibin, wisa bêdeng û dûr sekinîn.

Çend hewldanên nêtpak jî mixabin têrê nekir û gelê Kurd ku Ocalan ji wan re bûbû hêviya dawî, bûbû tîrêjên belavkirina tarîtiya hezar salan, bûbû pêşeng û rêber di sibeheke zû ya kambax de di nav destên qirêj û bixwîn yên dijminan de dîtin. Ew bû sedem ku bi sedan canên ciwan xwe feda bikin. Li wê cîhana ku hinde bêbext û barbar bû, cih ji mirovên pak û rewan re nebû.

Lê Ocalan pêşî li wê çûyîna serbêrjêrî girt. Pêşî mercên jiyaneke dîlî afirand. Wî rewşa dinê baş dahûrandibû û êdî baş dizanibû ku tevahiya gelê Kurd di rojekê de jî bê qirkirin, cîhana qaşo şaristanî û nûjen mûyekî xwe jî nalebitîne. Baş dizanîbû îhaleyên aborî yên li gel Tirkiyeyê, bazarên bêrûmet yên kar û qezencê ji xwîna 40 mîlyon Kurdî bihatir û binirxtir e. Ji bo wê jî di axaftina destpêkê de got: ‘Ji bo aştiyeke mayînde divêt ez bijîm.ʼ Ew gotin wê demê baş nehat fêhmkirin. Ya dixwest bêje, jiyaneke ji bo aştiyê bû. Lewra wî tevahiya jiyana xwe ji bo armanceke birûmet feda kiribû. Eger mirov baş bifikire, jiyana Ocalan a li derve jî ji bilî dîtina derve û derdorê ne hinde azad bû. Di bin gefên dijminan de û di nav xetera mirinê de bû.

Ocalan rê li ber encameke weke Troçkî girt. Kujerekî ku xwîna wî pênc pere nedikir, karî rêberekî mina Troçkî bi hêsanî bikuje. Lê serokê Kurd bi piralî tevahiya wan îhtimalan pûç kir. Hemû aliyên ku dikarin analîzên rasteqîn bikin, teslîm dikin ku tevgera Ocalanîst piştî dîlketina wî bi dehan carî mezintir bûye. Li hind deveran vegeriyaye mercên dewlet û desthilata gelan.

Niha gava em guh didinê li çar aliyên dinê û li Ewrûpaya ku deriyên xwe li ser wî girtin nav û dengê Ocalan, reng û hizra wî li dar e.

Ew di nav çar dîwaran de di mercên gorê de dimîne, lê hizra wî afirandî mina bayekî azad, li her derê dinê mizgîniya azadiyê radigihîne.

Û 80 sal piştî komkujiya Troçkî mirovahî di êş û janên Ocalan de xewna ‘Planeteke bê vîze’ aştî û wekheviyê dibîne.

Yazarın diğer yazıları