Ocalan û Rewşenbîrên Kurd

‘Rewşenbîr bi ti yezdanên siyasî bawer nake, ti lehengê nahebîne.’ Di nirxandina xwe ya derbarê rewşebîran de wiha dibêje Edwar Saîd.

Wek dihê zanîn Saîd di serdema me de wek kesekî herî berhemdar û kedkarekî ronakbûnê hatiye naskirin. Li aliyê din wêneyê wî yê ku li gel zarokên Filîstînî kevir davêje leşkerên Îsralî jî di bîr û hafizeya mirovahiyê de cihekî mayînde girtiye.

Saîd di sala 1935´an de li Qudsa ku wê demê di destê İngilîzan de bû, hatiye dinê. Wek tekane kurê malbetekî mesîhî yê Filîstînî bû. Malbata wî dewlemend bû. Saîd rexnegirê edebiyatê, zimanzan, ramyar, nivîskar û wek çalakgerekî Filîstînî navdar e. Pirtûka wî ya bi navê Oryantalîzm a ku şîroveya rojhelat ya ji aliyê rojava ve digire dest, di warê zanistiya civakî de wek destpêka serdemekê hatiye qebûlkirin.

Di 25 ê Îlona 2003’an de li Newyorkê xatir ji vê dinê xwest. Gava koça dawiyê kir 67 salî bû. Di ser koça wî re hinde sal derbas bûn, zarokên Filîstînî hîna jî ji aliyê leşkerên Îsralî ve dihêne kuştin. Doza Filîstînê hîn jî çareser nebûye. Ew jî wek doza Kurdistanê yek ji babetên pêlîstika di destê desthilatdaran de ye. Gava mirov baş dêna xwe dideyê, dihê dîtin ku serdestên cîhanê bi zanebûnî naxwazin ew pirsgirêk çareser bibin. Lewre wan ev bela bi zanebûnî li serê gelan kirîn bela. Gava nexşeya cîhanê danîn ber xwe û mîna kulîçeyan li hevdu parve kirin, ji bo wan çend deverên neçareserkirî jî pêwîst bû, ew jî mirov dikare Filîstîn, Kurdistan, Albanan û hind deverên li latîniyayê jî di nav de dihejmêre.

Lê di nav wan de rewşa Alban (Arnawid) an cuda ye. li Balkanan dewleteke wan a serbixwe hebû. Piştî belavbûna Yugoslavyayê jî Kosovo ji xwe re kirin rêveberiyeke serbixwe, li Makedonyayê jî di nav pergalê de xwedî hemû mafên etnîkî, çandî û aborî ne. Lê dîsa jî di hiş û bîra gelek Albanan de yekbûna miletê Alban a li seranserê Balkanan heye. Ew jî bi serê xwe babeta nivîsekê ye. Me tenê bi kurtî wek nimûna behsa wan jî kir. Rewşa Albanan him aliyê neyînî û ya erênî jî di hundirê xwe de dihewîne. Ji ber wê jî hêjayê bibîrxistinê ye.

Sedema ku em ajotin vê babetê ya îro jî di eslê xwe de nivîseke berê ya me bi sernivîsa ’Bijî Serok Apo’ nivîsandibû ye. Li dû wê nivîsê hind bertek ji me re hatin, hind ji wan di maneya destxweşiyê de, hind ji wan rexne û hin jî wek ‘no coment’ hatibûne rêkirin.

Ez kêm caran hinde keyfxweş bûme, ya rastî gelek spasiya wan rêzdaran dikim û dixwazim carek din jî li babeta serok Ocalan vegerim. Herî zêde jî têkiliya Ocalan û rewşenbîrên Kurd li gorî min hêja ye mirov dên û bala xwe bideyê û pê ve girêdayî mirov li ser rista rewşenbîran jî bisekine. Rewşenbîr kî ye? Çi ye? Çawa çêdibin, çawa dijîn? Li hemberî pirsgirêkan helwesta wan çi ye û wd. Lê mixabin ev babet li cem Kurdan wek tabû ye. Hîna jî şîrove yan jî pênaseyeke li ser lihevkirî ya rewşenbîrî di nav Kurdan de nîne.

Gava em dêna xwe didin pênaseya gerdûnî ya rewşenbîrî, ev encama: kesê berhemdarên zanistiyê, çand û hunerê û helbet yên li dijî neheqiyê derdikevin e. Baş e, eger rewşenbîr li dijî zulm û zordariyê be, li ku derê dinê neheqiyek hebe, ew li dij derdikeve ye. Eger pênase ev be û welatê kesên rewşenbîr dagirkirî be, her cure terora dewletî û navdewletî li ser serê zarokên wan bin, wê demê rewşenbîrên ji wî miletî divê çawa bikin? Çi helwestê bidin nîşan?

Em gava behsa serok Ocalan dikin, kedeke bênavber a çil salan, şer, pevçûn, têkoşîneke herî dijwar a dîrokî, partî, enî, artêş, partî û artêşa jinê, hizreke berfireh, nû û nûjen a li dora gelê Kurd afirandî û gelek xalên din ên bi navê wî dihêne nasîn jî mirov dikare lê zêde bike.

Serok Ocalan di nivîsareke wiha de cih nagire. Helbet kesên ku wisa lê nanêrin jî hene û wê hebin. Tu bibî yezdan jî ne pêkan e tu dinê tev de memnûn bikî, ji xwe sedê hebûna te jî dijberiya neheqiyeke dîrokî ye û tu alî yî, helbet sirûştî ye ku aliyê dijberê te ji te hez neke.

Lê ya em behsê dikin, aliyê rewşenbîriya Kurd e. Li hemberî vê babetê çima hinde bêdeng û bêhelwest in? Eger mirov bi tenê Serok Apo wek girtiyekî siyasî, wek nivîskar, rewşenbîrekî bîst salan di girtîgehê de jî bihesibîne, ma dîsa jî rewşenbîrî barekî li ser milê mirovan nake?

Em zext û zulma neyaran deynin alîkî, niha li navenda Ewrûpayê, li Elmanyayê jî dijberiya Kurdan û ya Ocalan di asteke dijminane de li dar e.

Ev nêzî salek e, li navenda Berlînê nahêlin yek wêneyeke Ocalan jî bê nîşandan. Gava serî tê lêdan dibêjin: Em naxwazin li kolanan wêneyî mêrikî bibîninê bê yî ku navê wî jî hildinê wisa dibêjin.

Wek Kurd, mirov û rewşenbîr gelo gotineke te jî nîne? Niha dîsa gelê Kurd li kolanan e. Dîsa xwedîderketineke germ hêdî hêdî derbasî kuçe û kolanan dibe û piştî demeke dirêj emê dîsa wêne û sembolên birêz Ocalan li kolanên Berlînê li ba bikin û emê li ser mijara xwe jî berdewam bikin.

Li gorî min, li dijî zaliman gotina: ‘Bijî Serok Apo’ wek kevirê di destê Edward Saîd ye. Nizanim hûn çi hizir dikin?

Yazarın diğer yazıları