Olana salê û 50 gram zeytûn

Me salake bi gelek bûyerên taybet li pey xwe hişt. Carna bi êş û rondik, carna bi hêviyên siberojê dagirtî bû. Dagirkerên xwînxwar mîna ku tirsa têkçûna xwe di mejgê hestiyê xwe de hîs kiribin, bi êrişên herî bêbext û hovane di ser hêzên azadiya Rojava de hat. Bi her awayî hewl da ku vê salê jî têkin sala li pê mayînê. Lema hemû derfetên xwe yên bêbext bikaranîn. Bi wê awayî xwestin bigîhîjin armancên xwe. Lê êrişên wan zêde sûd neda wan, bi helwêst û kirinên xwe yên bêbav li tevahiya cihanê hem jî di her warî de kete nava tecrîdekê. Bi aliyê aborî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk ve li ser devê kend e, ha ket ha bikeve…

Her çendî di van êrişên dagirkerên hov ê bê perwa de gelek can ji cigera me hatibin qetandin, em di hin meterîsan de di divêtiya bi paş ve kişandinê de man, koçberiyeke din derket pêşberê beşeke gelê me jî, bi giştî ji bo me sala 2019´an salake serketî bû. Gelên cihanê di dîrokê de cara yekem bi sîmpatî, piştgirîyeke wisa bi wate nêzîkê gelê Kurd û tekoşîna gelê Kurdistanê bû. Mijara Kurd û Kurdistanê bi rojan nûçeyên sereke bû. Di nûçeyan de aliyê herî girîng jî ev bû, gelê cihanê ji bo siberoja cihanê serwext bû li girîngiya parastin û serketina gelên Kurdistanê. Her wiha hovîtî, ji etîka mirovî derbûna dagirkeriya Tirk jî anî ziman. Li her derê di her warî de derfetên lobî û înîsiyatîfên piştgiriyê zêde bûn.

Di vê sala derbazbûyî de serkarên psîkopat, xwedan kesayetiyên eletewş yên wek Erdo, Trump, Johnson, Pûtîn, Ayetullahî bi biryarên xwe yên ji etîk û sincên mirovahî û serkariyê der tevahiya cihanê di nava metalmayînê de hiştin. Mixabin ku di gelek demên dîrokê de mirovên wiha giyannexweş hatine ser kar. Mînak pirr in: Neron, Caligula, Pedroyê Dîn, padîşahên Osmanî, Emevî û Abasiyan hemû. Ya girîng ev rastiyên hanê jî di gelek gotar û nûçeyan de derketin pêş.

Sala derbazbûyî bû sala şantaj û bêbextiyên bêbav jî. Bi taybetî serkariya Erdoganê ku şagirtên Talîban û Fetullah e; bi şantaj, dek û dolaban hewl da ku armanca dagirkeriya Tirk di pratîkê de bicihbîne. Wê ev bêbextiya hem li welêt û hem jî di têkiliyên navnetewî de bikaranî. Şantaja wî ya yekem; di çapemeniye de wek; “têkiliya zavayê Trump û mijara Rojnameger C. Kaşikçi” olan da. Li gel wê Rojnameger û lêkolînerê hêja Ferda Çetîn jî mijara “Fuhuşa hin dewlemend û dîplomatan ya di sala 2010´an de di keştiya Mustafa Kemal ya bi navê Savarano de bi keçikên 16, 17 salî re” xiste rojevê ku Trump jî di nava wan de bûye. Ev mijar di portala Todey News de di bin serenavê  “Di evîna Trump û Erdogan de bandora Tefik Arîfê laşfiroş” de bi berfirehî hatiye weşandin. Sextekariya Erdogan, dewleta Tirk û Îslamîstan di rastiya vê bûyerê de veşartiye. Ev mijara şantajê di bingehê xwe de ne nû ye, di tevahiya dîroka serkarên Tirk de heye. Ew vê çembera bêbext bi xwe wek kemîneke karên wiha qirêj didin organîzekirin û dû re jî vîdeo û belgeyên wê wek şantaj li dijî mirov û dewletan bi kar tînin. Baş tê zanîn ku di polîtîka hundur de jî wan ev azîna kirêt li dij hin siyasetmedarên Tirk pêk anî.

Li Îranê jî tevliheviyên dewleta Ayetullahan hejand, derketin pêş. Dema mirov serkariyên îslamîst di analîzeke bingehîn re derbaz dike, dibîne ku ti etîkeke mirovî, ji maf û anora mirovan re rêzgirtin, ti dadeke bêhna mirovî jê tê di wan de tine. Berjewendiyên sergerdeyên serkar wek fermana xwedê derdixin pêş û yên li dij derkevin jî wek kesên li dij xwedê ketiye nava tewanê, destnîşan dikin. Ew dîktatorên ji faşîzmê wêdetir in.

Çalakiya boykota malên Tirkî ya ku gelê me li Başûrê Kurdistanê bi hestê niştimanperwerî da destpêkirin, çalakiyeke serketî û xurtkirina hesten neteweyî bû. Daneyên berdest nîşan dide ku li dora 500 mîlyon dolarî zirar daye Tirkiyê. Divê mirov çalakiyên bi vî rengî piçûk nebîne. Mînak: mirovek rojê 50 gram zeytûn bixwe, salê dike 18 kg zeytûn, eger bi deh hezaran kes tenê tevê vê boykota zeytûnê bibin, dikanin zirareke mezin bidin aboriya Tirk. Dema mirov vê boykotê ji bo her cûre malê Tirkî pêk bîne, bi deh hezaran kes ji bo betlanê neçin Tirkiyê, dibe zirareke bi mîlyaran.

Ji bo dagirkeriya Tirk protestokirinê bi mîlyonan Kurd û dostên xwe derketin kolanan, ev bû lehîyeke hevgirtinê, li ser vî bingehî yekitiya Kurdan derket pêş. Komeke hunermend, rewşenbîr siyasetmedar, kesayetiyên nasraw bi tevê KNK´ê bi çalakiyên taybet, bi bangên ji dil, bi hewldanên bê navber xebitîn ku rêbayeke yekitiyê derxin pêş û hêzên siyasî jî tevê vê çalakiyê bikin. Di nava vê çarçoveyê de komên înîsiyatîfê jî hatin damezrandin. Hem cihan û hem jî tevahiya gelê me li benda siyaseta Kurdistanî ye ku yekitiyeke hemû hêzan were avakirin.

Bi hêviyê ev sala nû bibe sala azadî, serxwebûn û serketina gelê Kurd sala nû ya hemû gelê me pîroz be.

Yazarın diğer yazıları