Operasyona hevbeş a li dijî DAIŞ´ê

Hêzên Şengalê bi artêşa Iraqê re tevlî operasyona li dijî DAIŞ´ê bû.

Fermandariya hêzên hevbeş ên Iraqî li ser sînorê Iraq û Sûrî li dijî çeteyên DAIŞ´ê  operasyon da destpêkirin. Operasyona hevbeş a bi navê ‘Operasyona îradeya Nasir’ a ku ji herêma Selehadin, Musil û Anbarê û heta sînorê Sûriyeyê ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê hate destpêkirin.

Li gel YBŞ û YJŞ’ê cîh girtin

Di operasyonê de li kêleka hêzên Iraqî her wiha hêzên bi navê Nusrel Mubin Ewel û Nusrel Mubîn Tinên jî tevlî vê operasyonê bûn. Hêzên Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubîn Tinên ji destpêka fermanê heya niha li dijî DAÎŞ‘ê di berxwedanê de li gel YBŞ û YJŞ’ê di çeperan de cihê xwe digirtin. Di vê têkoşîna pênc salan de gelek şehîd dan û bi îradeyeke mezin heya niha erkê xwe yê parastinê pêk anîn. Nusrel Mubîn Ewel û Nusrel Mubin Tinên ji hêzên herêmî yên Şengalê xwe rêxistin kirine. Li gel artêşa Iraq, Haşd-î Şabî, Haşd Aşaîrî, Hêzên Hewayî yên Iraqî û bi desteka hawayî ya hêzên koalîsyonê tevlî vê operasyona Selahadin, Musul, Anbar û sînorê Sûriyeyê bûn.

ŞENGAL

Yazarın diğer yazıları

    None Found