‘Orîjînîa û Çend Tiştên Din’

Ronak û Şa Performans, bi şair û nivîskar Welat Dilken re li ser berhema wî ya kurteçîrokan a bi navê “Orîjînîa û Çend Tiştên Din”  li Taksîma Stenbolê çalakiyeke peyivîn û îmzekirina berhemê organîze kir.

Dilken di çalakiyê de behsa naveroka kitêbê kir û got, “Hevalekî min ji min re got, te ev çawa nivîsandin. Min jî got, niha bûya minê nekariya binivîsim. Kêliyek heye, ku ew kêlî hat, mirov dinivîse. Di nava kitêbê de hîyerarşî, pîramîd, zemanekî bê xislet, zemanekî utopîk heye.”

Dilken got, di çîrokên wî de peyam, lodên aforîzmayan nînin, bileksê wê, “nîşandanek” heye. Ew dibêje ne tenê qîrîna Kurdan û zêmarê wan di kitêbê de hene û wiha peyivî: “Kurd çi qasî Kurdistanî bin, ew qasî jî elaqedarî dinyayê ne. Nabe ku em xwe tenê li Kurdistanê asê bikin. Divê em karibin li dinyayê jî binihêrin.”

STENBOL

Yazarın diğer yazıları

    None Found