Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî

Perîferî (periphery), peyveke wisa ye ku riwange û perspektîfa me dide ber hêçanê. Di darik û çêbûna xwe de rasterast sînorekî jî diyar dike. Ev sînor hem derveyîn hem jî hundirîn e. Û herçî sînor e, Martin Heidegger pênaseyeke pir balkêş bo wê dike û dibêje, “Sînor ne ew der e ku hebûna te lê diqede, sînor ew der e ku hebûna te lê dest pê dike.”* Pênaseya Heidegger riwange û perspektîfekê derpêşî me dike; ka em ji kîjan aliyî ve li xwe û li hebûna xwe dinihêrin û çawa jê fam dikin. Heke em ji hundir ve li derve binihêrin, perîferî ji bo me dibe sînorê ku heta wê derê ji me û ya me ye; û di nava wê de hebûna me behs e. Heke em ji derve ve li hundir binihêrin, perîferî ji bo me dibe sînorê ku ji wê û şûn ve ne ji me û ne ya me ye; û di nava wê de hebûna heyîneke din behs e.

Em hinekî zorê bidin zanîn û agahiya xwe ya matematîkî û bêjin; hemû şiklên durehendî xwedî navendekê ne; çi çemberek be, çi jî kare, çi çarçik an jî sêkuj. Îcar, herçî navend e, hem heye hem tune ye. Ji ber ku hebûna wê bi hebûna sînorên derveyîn, hundirîn û dorhêlê ve diyar e. Yanî perîferî tune be, navend jî tune ye. Digel wê yekê jî, ji ber ku dûrahiya ji her dera perîferiyê bo navendê wekî hev e, navend; tu çi qas nêzî wê bibî ew qas mezin xuya dike, tu çi qas dûrî wê biçî ew qas biçûk dibe.

Navend, li ba gel û komên xelkê beşeke valahiştî ye. Di hemû waran de, komelên ku em wan wekî gel pênase dikin, navenda xwe vala dihêlin. Û her tim tiştek, kesek an jî komikek di wê navendê de bi cî dibin û dibin serkêş û pêşengên wî gelî. Û gel jî bi berbelavbûna li dorhêla wê navendê, perîferiyê ava dike. Û her çi tiştî û çi kesî di wê navendê de cî dabe xwe, êdî li gorî dorfirehkirina perîferiyê carinan mezin xuya dike carinan jî biçûk xuya dike. Û pê re jî, tişt û kesên di navendê de bicîbûyî; hem bi hebûna xwe ve valahiyekê tije dikin hem jî bi tunebûna xwe ve valahiyê saz dikin û didin hîskirin. Loma jî; a) navend ew beş û der e ku kakilê hebûniyê diyar dike, b) perîferî ew beş û der e ku sînorê kakil diyar dike.

Îcar heke behs bîrewerî ye, mêjiyê rewşenbîrîxwaz, zêdetir berê xwe dide sedemên hebûniyê ya di jêderkê de. Her tim hewleke wan kesan heye ku di navendê de cî bidin xwe; an jî qet nebe nêzikî navendê bin. Ew her di hewla xebatên vekoleriyê de ne û bala wan li ser kakil û jêderkê ye. Û ew di vê hewla xwe de jî bes li ser agahiyê dimînin û wisa qebûl dikin ku agahî dê karibe hebûnê diyar bike. Di biwara ziman û wêjeyê de ji bo mêjiyekî wisa, Celadet A. Bedirxan yek ji mînakan e.

Herçî mêjiyên wekî yê Osman Sebrî ye, bêyî ku dilê xwe bidin alî, li xwe dişixulin. Yanî dikarin romantîzmeke hîmramanî di xwe de saz bikin û xwe li ser wê ava bikin. Loma jî li ba wan, ziman ne tenê ew amûr e ku vekolînên arkeolojîk li ser bê kirin. Di heman demê de ziman ew war e ku divê ji bo avakirinê kanên hebûniyê ji kakil bên deranîn û yên li dorhêlê jî bên berbihevanîn. Osman Sebrî, ji vî aliyî ve yekî xwevakirî ye; tenê li ser mêjî û agahiyên xwe yên hişkîhola nemaye; digel wê, berê xwe daye jêderkê. Ji dilê dil ve bala xwe biriye ser ziman. Hewl daye ku hest û hizirên gel di ruhê zimanê wan yê adetî de kifş bike. Loma jî, Osman Sebrî, di perîferiyê de ye; û ew co û mesîl e ku berê me dide ra û damarên ku xwînê li dora bedenê belav dikin; ew beden ziman e. Kurmancî ye. Ji ber hindê ye; her cara ku em deqên Osman Sebrî nivîsandî dixwînin, hay ji perîferiyê dibin; perîferiya ku bi çilkekê, bi dilopekê be jî, şop û şanekeke xwe ya ji hebûniya xwe ya dîrokî, hiştiye ji me re.

Û bêguman Osman Sebrî perîferî ye. Sazkar û afirîner e. Ji kakil vedixwe; ji tiştên heyî diafirîne. Loma gava em nivîsên Osman Sebrî dixwînin dibînin ku têde gel û perîferî heye. Ji ber ku; Osman Sebrî, di navenda gel de cî nade xwe lê belê gel dixe navenda zimanê xwe. Ew zêdetir bi ruhê zimên dilebike. Û her wekî Humboldt dibêje, “Ziman xuyanga derveyîn a neteweyan e. Zimanê neteweyan giyanê wan e, giyanê wan jî zimanê wan e.”** Osman Sebrî jî berê xwe dide ruhê gel û hay jê heye ku gel ne ji navendê lê belê ji perîferiyê, yanî ji dorhêlê û ji wî seriyê dûr î deraz, ji wî guhê deravahiyan winda dike ruh û hebûniya xwe. Loma ye Osman Sebrî peyvên ji perîferiya Kurmanciya Berferat yên wekî, ‘Daylan, cêwelek, seriyek’ bi kar tîne.***

Osman Sebrî ji kakilê ruhê zimên vedixwe, di dorhêl û perîferiyê de cî dide xwe û hemû hêmanên karakterîstîk yên zimên li xwe dipêçe. Li ser çembera dorhêlê digere û di perîferiya Kurmancî de geşt û gera xwe dike û bi her cara ku em rastî hêmanên zimên tên, yên ku wî ji perîferiyê daye hev û derpêşî sifreya me kiriye, em bêtir dimînin şaş û metel; û em zêdetir jê hez dikin. Em wî pîroz nakin; û bi pîrozkirinê re jî dûrahî û mesafe naxin navbera xwe û wî. Her ku em wî û kifşên wî kirî, kifş dikin, bêtir jê hez dikin. Ew me ne ji navendê, ji dorhêl û perîferiyê hembêz dike û gazî me dike bo ‘tebiyeta seyranê’ û em jî ‘dikin herin’…

Û em dixwazin bila yar jî bi me re were…

* Heidegger, Martin, Varlık ve Zaman, İdea Yayınevi, 74

**Raguhastin: Akarsu, B., Wilhelm Von Humboldt’ta Dil-Kültür Bağlantısı, İstanbul Matbaası, 72

*** Daylan: Delal, xoşewîst, Cêwelek: Kes û komikên ku bindestê bindestan in û girîngiya wan nîn e di civakê de, Seriyek: kêliyek, bîstek: Ji bo demek ne diyar û ne zêde tê gotin, mînak: em seriyekî çûn ba mamoste.

Yazarın diğer yazıları