Palûte û hêza gotinê

Mîna civakeke xwazayî Kurd di kar û barên giran de rêbaza hevkarî û piştgiriyê bi kar anîne. Xabata hevbeş a mirov tê de piştgiriya hev dikin û carna neçarin bi lez biqedînin, li herêma Mêrdînê û beşekî Amedê jê re ‘Palûte’ tê gotin. Li herêmên Botan û Colemêrgê jî jê re ‘Zibare’ tê gotin. Dibe ku li herêmên cuda pênaseyên din jî hebin.

Zibare an jî Palûte di rastiyê de ji bo karê giran bûn lê bi dildarî û rizadilî bû. Lewra amadekarî, meşandina karê giran û xwarina xweş a piştî kar (bi piranî pez serjê dikirin) ji stres û pêxîrtengiyê bêhtir dibû sedema kêf û xweşiyê.

Gelek caran di jiyana gundewarî de kesê ku karê xwe yê giran neçar bû bike beyî alîkariyê bixwaze bi tena xwe û derfetên xwe dest bi kar dikir. Lê belê di demeke kurt de mirovên derdorê dihatin alîkariyê û bi gotina wan her yekî ji wan ‘destek diavête kar’ û diqedandin.

Di karê palûteyê de xwedî hêza gotinê derdiketin pêş û hin formên stranan bi tempoya kar re dikirin yek.

Heman şêwaz ne palûte be jî di karên ku gelek kesan cih digirt ên mîna paleyî, tevrik-kolan, merdan, dankutan, destar û hwd. de jî dihate bikar anîn.

Kes an kesên xwedî hêza gotinê stranên tempoya wan nerm û  heya bixwazin dirêj bikin hildibijartin. Kesek an komek kes stran didan destpêkirin û piraniya kesên di nava kar de li wan vedigerandin. Car caran diviyabû stran heya karê ku piraniya rojê domdike biqede werin domandin. Stranên di heman form, şêwaz û melodiyê de li pey hev dihatin gotin. Li gor rewşê kesên pêşengiya gotanê dikirin hev û din diguhertin. Car caran jî ‘repartuvar’ dihate dubarekirin.

Dîsa di jiyana gundewarî de şahî û dawet jî bi heman şêwazî dihatin meşandin. Yanî derfeta anîna hunermendan, an sazbendan tune bû. Li gora govend û reqs a hatiye hilbijartin dîsa beşek ji govendê stran digot ya din li wan vedigerand.

Hem di reqs-govendê de hem jî di karên kollektif de tevgera mirovan û tempoya ku bi stranê dihate sazkirin di nava xwe de zanistiyek jî diparast. Yanî her kes bi heman tempoyê tevdigeriya û kontrol an otokontrol a bi stranê dihate kirin kesên di nava karê giran de ji aliyê fizîkî ve diparastin. Yanî tevgerên şaş û giran ên karibe zirarê bide kesê dixebite dihatin astengkirin. Li aliyê din kesên sist, zexel an zêde ne çalak jî ji ber ku neçar bûn di heman tempoyê de tevbigerin performans û berhemdariya wan zêde dibû. Karên ku bi stranan tempoya wan dihate sererast kirin û meşandin jî ji xabatên takekesî an her kes ji xwe re gelekî serkeftîtir bû, zûtir diqediyan.

Stran û şêwazê stranên di dema xabatên kollektîf ên mîna palûte an zibare de dihatin gotin diyar e ku hêna xwe disipêrin serdema neolîtîk. Yanî sedên salan, hezarên salan mîna şêwaz di jiyana civaka Kurd de vê rêbazê cih girtibû. Stranên hêsan, tempoya nerm û ji dîrêjkirinê re guncav dihatin hilbijartin. Hêz an hunera pêşengtiya gotina van stranan di karê bihevre de jî mîna tecrûbeyeke sedên salan nifş bi nifş hatibû. Lewra mirov dikare van kesan jî mîna dengbêj, an gotarbêjên gel bi nav bike. Her kesê di nava kar de, an di nava govendê de, xizmên wan jî mîna nav bi hêzeke efrîneriya spondan di stanan de dihatin bicîhkirin. Navê gundan, navê bajaran, çiya, deşt, zinar, lawir û her tiştên din ên di jiyana rojane de dibû amûreke vê efrîneriya stranbêjîyê.

Taybetmendiyeke van stranan jî hebûn û dirêjbîna beşa “nakarat” a di piştî her beşê de dihate dûberekirin bû. Diyar e ji bo dirêjkirina stranê, di meşandina kar de bidestxistina demê ev rêbaz hatiye hilbijartin. Ji ber heman sedemê gelek caran her rêzik dihate dubare kirin.

Tevî ku bi demê re mîna stranên govend û karê bi hevre yên şahiyê form girtine jî di rastiyê de her yek ji van stranan jî xwedî dîrok, serpêhatî û çîrokekê ye. Lê ev mijarek e, gotareke din jê re divê.

Çend mînak ji stanên dihatin gotin yên di hişê min de mane hene.

Strana ‘masîko’ yek ji wan bû. Di dawiya her beşê de mîna nakarat; “Yar yaman yaman yaman/Ez bûm qûma li ber çeman/Bê lê da lib tê nema” dihate gotin. Hin ji beşên stranê jî wisa bûn:

Masîko per beleko/wê avê şelo menoko/zîzanê ji xew raneko

Masîko perî şîn o/ Vê avê me şeqîno/Dost yarê me tirsîno

Masîko perî kesk o/ Vê avê şolî neko/Dost yarê hişyar meko

Li gora kesê stran digot taybetmendî an reng û şêwazê perr ê masî û li hev vegerandinê stran heta dihate xwestin dirêj dibû.

Straneke din ‘Delîlim loy loy’ bû. Di vê stranê de jî nakarata “Delîlîm loy loy loy/ Delîlîm loy loy te ji mezrê de/Şûr girê da, mertal pê da/ Xwezîka mala gewra min tê de” dihate gotin.

Di stranê de balinde, teyr û hêlînên wan hîmên bingehî bûn.

“Cûm hêlînên çûk û mûkan/Hêlîn çêkirîn serê sûkan/xwezîka mala bi qîz û bûka”

Çûm hêlinên van tîtiyan, hêlîn çêkirin serê biyan/xwezîka mala jinebiyan”

“Çûm hêlînên van beraşan, hêlîn çêkirin serê kaşan, xwezîka mala qîza paşa”

Dîsa stana “Keleşo” yek ji wan bû. Di vê stranê dejî beşa nakaratê wiha bû:“Keleşo lo bedaro/ weylo lolo lolo weylo lolo/Lawiko naw bedaro/Yar dilemin emrê te”

“Keleşo pire çêke /Cot qevire mermer çeke/De tu nawe min u xa leke”

“Keleşo lo bedaro/tu ji bircê were xwar o/ şev yek e diz hezaro”

Yazarın diğer yazıları