Parastina çandî ya xwemalî

Di vê serdemê de ku dunya bi saya cureyên medya, film, şano û lîstikên teknîkî bi rêya bikaranîna telefonên destan, kompûter û telefizyonan bilez ber bi yekçandiyekê ve diçe; erka parastina çandên herêmî û berjewendiyên komên xizan îro ji her roja din bêhtir xwedî wate ye û heta mirov dikare bibêje, êdî rêjênaçûyî ye.

Ji bo ku çanda gelên bindest, ziman û hebûna wan werin parastin, û her wisa jî, raman û birdoziyên ku berjewendiyên komên hejar û xizanan esas digirin di nava girseyên gel de belav bibin, dîsa rola medya û filman esas e. Ango nûnerên siyasî û rewşenbîrî yên girseyên xizan û gelên bindest jî divê ji medya û cureyên filman fêdê bikin. Ew jî divê vê qada bi tesîr li gorî bîr û baweriyên xwe vala nehêlin û bi berhemên alternatîf ên di berjewendiyên gelan de rênîşander bin.

Mirov dikare bibêje ku li vir şerekî dijwar di ser medya, sektora filman û lîstikan re dimeşe. Îca, ev şer ne şerekî wisa ye ku bi teqandina çekan û gurmîna topan pêk tê. Mirov bi awayekî fizîkî birîndar nabin û xwîn jî ji wan nayê, lê li vê qadê pevçûneke wisa dijwar a îdeolojîk û ramanî rojane pêk tê ku awayê jiyan û tevgera mirovan ji binî ve diguhere. Ew mirovan hişçûyî ji xwe re kedî dike bêyî ku haya kesî jê hebe û ew bi xwe bihesin.

Hêzên maldar û birêvebirên wan îro bi saya teknolojiyê girseyên gel pirr bi hêsanî kontrol dikin. Dema bi vî karî ve radibin jî, bi tu awayî hêza xwe ya hişk bi kar nayînin û rûyê xwe yê mîna armancên xwe yên qirêj nîşanî kesî nadin. Ji ber ku her cure teknîka ragihandinî ya ku di belavkirina medyayên dîtbarî, dengî û nivîskî de tê bikaranîn îro li ser tevger û dunyabîniya mirovan bi bandor in û ew jî di destê wan de ye.

Ev cure medya û lîstik bi saya telefon û kompûteran bi saetan kesên ji her cure temenî bi xwe ve girê didin û wan di bin tesîra xwe de dihêlin. Li aliyekî mirov wek hebûneke suriştî û civakî bitevger û çalak, li aliyekî din jî, bi saya lîstik û bernameyên cuda, mirov wek hebûneke pasîf, di nava çar dîwaran de hepsî û tenê. Zarokên biçûk ên ku bi saetan serê wan bi ser telefon an jî ipedan de tewiyayî, çavqerimî û bi stres dijîn, êdî rastiya her mal û malbatê ne.

Li vir divê em rastiyekê bi xwe bidin qebûlkirin ku teknolojî her diçe dibe beşek ji jiyana me ya rojane, ji niha û nedûr, robot wê gelek karên me yên takekesî û yên civakî bikin. Derdê min li vir ne ew e ku ez bi her awayî bipêşketinên teknolojîk red û reş bikim. Na. Divê zarok û ciwanên me ji teknolojiyê sûdê wergirin û her wisa jî di şaxên muhendiziyê de perwerde bibin. Pirs û tirsa min a derbarê teknolojiya ragihandinê de li vir ew e ka çima em wek miletekî bindest wek pêwîst ji vê derfetê baş sûdê wernagirin.

Tevî ku di destê me de jî, her cure teknolojî heye, em têra xwe jî şarezayê bikaranîna vê teknîka nû û nûjen in jî, lê em hê jî, nikarin wê pirralî bixin xizmeta berjewendiyên gel û komên hejar. Bala xwe bidene wê ku îro di destê me de bi dehan kanalên ezmanî yên televizyonî, bêhed radiyo, teknîka înternetê û dijîtalî heye. Lê ka di telefizyonên me de çend belgefilm, rêzefilm û şanoyên xwemalî û her wisa jî, filmên dublajkirî yên bikalîte, bernameyên civakî û yên çandî hene?

Çima heta niha jî, film û rêzefilmên me yên ku çîrok, efsane, serpêhatî û bûyerên dîrokî, têkilî û hevbeşiya gelên Kurd, Ermenî, Suryanî û Tirkan bi awayekî rasteqînî lê bi nihêrîneke demokratîk dihûnin, nehatine çêkirin? Berxwedana jinên Kurd di nava siyaseta legal û îlegal de, li Bakur û Rojava diviyabû heta niha biba mijara gelek film, rêzefilm û şanoyan. Li kêleka van mijarên berxwedana neteweyî mijarên rojane pirr bi hêsanî dikarin bibin film û şano di telefozyonan de bêne weşandin.

Heger derfet ji bo xebateke wisa were çêkirin, di nava demeke kurt de hem zimanê Kurdî wê xwe nû bike, hem jî em ê pêşî li rêzefilmên Tirkan bigirin ku li ser gelê Kurd û bi taybetî li ser gelê Başûr êdî tesîreke gelek xerab dihêlin.
Ji bo vê yekê pêwîstî bi televizyoneke çandî heye. Divê telefizyoneke me ya çandî hebe ku film, şano, rêzefilm û filmên anîmasoyonî yên xwemalî û yên biyanî bi Kurdî dublajkirî belav bike. Hem bernameyên gûftûgoyî belav bike û hem jî kesên li ser hûner şareza ne di babetên xwe de bernameyên dersî pêşkêş bikin. Tenê bi vê rêyê em dikarin rê li pêşiya çandeke xwemalî ya ziman û hunerên bedew vekin.

Yazarın diğer yazıları