Partiya Keskan lîsteya mueyîdeyan amade kir

Partiya Keskan di kongreya xwe ya federal de li Bielefeldêde bi pirraniya dengan lîsteyeke mueyîdeyan erê kir, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin. Di kongreyê de Annalena Baerbock û Robert Habeck careke din bûn hevserokê vê partiyê. Di kongreyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên 9’ê Cotmehê li dijî Rojava destpêkirî ketin rojevê.

Ji ber êrişên dagirkeriyê pêşnûmayek ji mueyîdeyan ya li dijî Tirkiyeyê bi pirraniya dengên delegeyan hate pejirandin.

Ev mueyîdeyîn hanê li dijî dewleta Tirk pêş tîn dîtin:

  • Li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên hikûmeta Tirk pêkanînên aborî.
  • Rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê.
  • Betalkirina Peymana Penaberan a navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyeyê.
  • Betalkirina garantiya krediya Hermesê ji bo şirketên Elman ên li Tirkiyeyê kar dikin.

ANF/BIELEFELD

Yazarın diğer yazıları

    None Found