PDK eskortiyê ji dagikeriya Tirk re dike

Artêşa Tirk ji bo ku dagirkeriya xwe berfireh bike li ser Ava Hecî Beg pirek çêkir. Gelek zirx û hêza piyade sewqî herêmê kir, asayişa PDK’ê jî eskortiyê dike.

Dewleta Tirk li Geliyê Eş, gundê Bermize û derdora çiyayê Siro a Diyanetê dixwaze dagirkeriya xwe mayinde bike. Diyar bû ku ji bo dagirkeriya xwe mayinde bike li ser Ava Hecî Beg pirek da çêkirin.

Li gorî saloxên jêderên ji cihê cih pêr artêşa Tirk li ser Ava Hecî Beg pirek çêkir, ev pir jî bi rengê ku panzêr, top, wesayitên zirxî û çekên giran karibin di ser re biçin, hatiye çêkirin.

Jêderan diyar kir ku artêşa Tirk bi xebatên dagirkeriyê hewldanên xwe yên li Çiyayê Siro û derdorê didomîne û bi gundiyên Bermizê re civînan dike. Di civînê de ji gundiyan hatiye xwestin ku darên daristanê bibirrin û dema ku gerîla dîtin jî agahiyê bidin wan.”

Gundiyan diyar kir ku fermandarê herêmê yê PDK’ê kurê Loqman, Behzad e û PDK bi polîtîkayeke gemarî Behzad kiriye fermandarê herêmê û got, “PDK bi vê, bi kurê Loqman, Behzad dixwaze tevgera azadiya Kurd û Bradostiyan bîne pêşberî hev. Ev jî polîtîkayên wiha ne ku di nav de gelek planên qirêjî hene.”

Dixwazin Xakurkê berteng bikin

Dewleta Tirk ne ku tenê dixwaze li Geliyê Reş û Çiyayê Siro baregeheke mayinde ava bike. Piştî Girê Sîro, bi dagirkirina girên bilind ên Geliyê Reş û girê Koordîne dixwaze ku Xakurkê berteng bike. Diyar bû ku piştî Girê Sîro li ser Deşta Hertê ya Sîdekayê jî planên wan hene û bi vê tê xwestin ku Xakûrkê dorpêç bikin.

Dema ku artêşa Tirk sewqiyat kirî jî asayişya PDK’ê bi 5 wesayitan eskortî jê re kir. Diyar bû ku artêşa Tirk pêr êvarê saet 20.30’an sewqiyat kiriye.

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found