PDK parlamenê naxwaze

Li Başûrê Kurdistanê rojeva referandûma li ser serxwebûnê, hêdî hêdî li meydana siyasî ser krîza siyasî digire. Di civîneke di navbera aliyên sereke PDK, YNK û Gorranê de, YNK-Goranê xwest, parlamen bê xebitandin, lê PDK bi tundî li ber vê daxwazê rabû.

YNK û Tevgera Goran, li ser mijarên ‘Xebitandina Parlamentê’ û “referandûmê’ pêr civiyan û bi daxuyaniyeke hevpar gotin, ‘Divê parlamen bê xebitandin’. Lê belê PDK bi rengekî tund li ber vê daxwazê rabû.

Li gorî nûçeya malpera SNN Nûçe ya ku ser bi YNK’ê ye û navenda wê li Silêmanî ye, ji rayedarên PDK’ê Fazil Beşaretî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya YNK û Gorranê daye û gotiye, “Eger hewce bike, bêyî YNK û Tevgera Gorranê referandûm wê were kirin.”

Beşaretî her wiha xwe li rastiya parlamenê kerr kir û ev îdîa kir; “Di vê demê de, israra aktîfkirina parlamenê ji bo referandûmê tê wateya tinehesibandina vîna gel, xapandina gel.”

Daxuyaniya hevpar a YNK-Gorranê

YNK û Tevgera Gorran, piştî civîna pêr a li Silêmanî daxuyaniyeke hevpar dabû û diyar kiribû, referandûm mafê rewa yê Kurdan e. Di daxuyaniya hevpar de bal hatibû kişandinî ser van xusûsan: “Ya yekemîn; her du partî ji bo serxwebûna Kurdistanê, referandûmê weke mafê rewa yê gelê Kurd dibînin. Her du alî di mijara diyarkirina çarenûsa gelê Kurd û ragihandina serxwebûnê de hemfikr in. Divê amadekarî were kirin ku hemû alî tevlî vê referandûmê werin kirin. Ev yek mijareke neteweyî ye û eger li gorî berjewendiyên neteweyî were nirxandin, hingî dayîna biryareke bi vî rengî tenê mafê parlamenê ye. Her du alî, ji bo navçeyên din ên Kurdistanê yên li derveyî sînorên herêma Kurdistanê mane hemfikir in ku referandûm bê kirin.

Ya duyemîn; Mijareke din a sereke ya vê civînê rewşa aboriyê ya gelê Herêma Kurdistanê ye.

Ya sêyemîn; Mijara xurtkirina rêveberiyên herêmî yên li herêmên Silêmanî, Helebce û Germiyanê hate nirxandin. Di vê mijarê de her du aliyan biryar da ku astengî ji holê bên rakirin û mekanîzmayek bê avakirin.

Ya çaremîn; Biryar hate dayîn hevkarî û hevsengiya di navbera her du aliyan de bê xurtkirin. Civînên Konseya hevpar wê tavilê dest pê bikin.”

YNK û PDK li Pîrmamê civiyan

Li aliyê din YNK û PDK têkildarî referandûma erêkirina serxbiwebûna herêma Kurdistanê doh civiyan. 

Civîna dû alî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya têkildarî pêkanîna referandûma erêkirina serbixwebûna herêma Kurdistanê li navçeya Pîrmamê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, dest pê kir.

Şandeya hevdîtinê ya PDK´ê ji Sekreterê Polîtburoyê Fazil Mîranî û endamên polîtburoyê Mesrûr Barzanî, Hoşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk tê. Şandeya YNK´ê jî ji cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl Elî, berpirsê polîtburoyê Mela Bextiyar û endamên polîtburoyê Qadir Hemecan, Omer Fetah, Aso Mamend û Rizgar Elî pêk tê. Heta ji weşanê re amadekirina nûçeya me jî hîna daxuyaniyek li ser naverok û birêveçûna civînê de nehatibû dayîn.   

 ROJNEWS / SILEMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found