Pêla oryantalîzemeke nû!

Şervanên jin ên ku li Rojavayê Kurdistanê şer dikin, piştî ku di nûçe, bernameyên telezviyonan û belgefilman de li welatên rojavayî bûn rojev, niha jî berhemên hunerî yên encama xeyal û aqlê mirovî bi mijarê dadikevin ji heman welatan didin der. Maxime Trencavel yek ji wan nivîskaran e ku mijara şervanên jin ên Kurd kiriye mijara sereke ya romana wê ya nû ye ku navê The Matriarch Matrix (Matrîksa Dayiksalar) lê kiriye. Malpera Kurdistan 24 bi Ingilîzî li ser mijarê nûçeyek weşandiye. Roman îsal derçûye û behsa serpêhatiya jina ciwan a Kurd a bi navê Zara Xatûm (Khatum) dike. Lê tenê bi îroya wê ve namîne û berê xwe dide pêşiyên wê yîn jin û meseleyê heta bi Xirabreşkê dibe.

Nivîskar bi xwe tesadûfî Kurd nas kirine û paşê jî bi armanc ew şopandine û ew bêhtir nas kirine. Armanca wî jî nivîsandina romana wî bûye. Ew dibêje, wî xwestiya bide ser şopa paşiyan wan mirovan ku kevintirîn îbadetxaneya li ser rûyê erdê ya li Xirbereşê ava kirine. Ango darajiyanî ya dayikî heta bi sala 9600´î beriya mîladê diçe û ji wir jî di nava siberojê de çend salan dide ber xwe. 

Çav ê Emerîkiyekî ye

Li gorî nivîskar, “Edîtorekî besît, safik, ê parastî ê ji Kalîforniyayê dikeve nava şerekî siberojê yê modern, li wê devera ku Tirkiye, Sûrî, û Iraq digihîjin hev.” Qaşo armanc ew e ku li dijî klîşe û steryotîpan têbikoşe, ji ber wê jî xwe bi secereya dayikî berdide. Ev edîtorê hanê yê di nava romanê de bi vî rengî jinên Kurd dibîne, yên ku îlhamê didinê jî şervanên jin ên Kurd in ku şerê DAIŞ´ê dikin. 

Ew kulliyateke bi Ingilîzî ya li ser Kurdan hatiye nivîsîn dixwîne; ango oryantalîstên ku li ser dîrok, çand û rêûresma Kurdî nivîsîne, bi vî rengî xwe digihînin mejiyê wî jî. Ma çi nexwendiye,biyographî, analîzên siyasî, serpêhatiyên penaberan, çîrokên çandî û filan û bêvan. Helbet ji bo her romanê şert e, nivîskarê wê li çend filmên li ser mijara xwe jî temaşe bike; nivîskar ji Kurdistan 24´ê dibêje, “Lê belê min tenê çendek filmên Kurdî ên dublajkirî yan jî bi jêr nivîsa Ingilîzî yan jî Fransî karî peyde bikim û min li wan bi baldarî temaşe kir.”

Çavdêriyên li cihê cih?

Şervanên jin? Nivîskar gelo çawa wan nas dike? Gelo çûye cem wan, li Rojava yan jî li çiyayn Bakur û Başûrê Kurdistanê bûyer mêvanê wan? Gelo bi çendan ji wan re peyiviye? Diyar e, li şûna vê nivîskar rêyeke din daye ber xwe; çûye taxa Kurdan a li Brukselê, qet nebe ji Kurdistan 24´ê re gotiye, “Maleke me li Brukselê, nêzî taxa Kurdan. Ji ber vê ez diçûm van deveran, bi qasî ji min dihat min çavdêrî dikirin.” 

Bi her halî gihiştiye hin encamên qismî erênî jî ji vê çavdîriya xwe ya ecêb: “Çawa ku ez bi dîroka dirêj a tepisandina çandî ya Kurdan hisiyam, vê gelekî tesîr li min kir. Min tê derxist ku çand û rêûresma Kurdî pirr kûrtir û dewlemendtir bûye ji wê yekê ku klîpên medya rojavayî û ceribandinên wê yên li ser jinên Kurd ên şerê DAIŞ´ê dikin.” 

Xwînerên jin ên rojavayî çi dibêjin?

Hin xwînerên wî yên jin di dema nivîsandina romanê dey ên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Ewrûpayê, piştî xwendina pirtûkê fikr û hizra xwe li ser pirtûkê jê re gotine, û gotine wan di navbera xwe û karaktera Zara girêdanek, dilsoziyek ava kiriye. Li ser ew biryarê dide ku vê jina Kurd bike navenda romanê.

Tişta herî zêde lê tesîr kiriya ji çanda Kurd de jî, li gorî nûçeya saziya me li jor behsa wê kir, xwegirtin û berxwedêriya civaka Kurd e: “Çîrokên min li ser Enfalkirinê xwnedin nîşan didin ku di warê hovîtiyê de di asta wan kirinên din ên qirrkirinê de ye ku di dîrokê de li dijî gelek komîn din ên çandî bi rê ve hatine birin. Û di dîroka Kurdî de gelek mînakên din ên êrişên qirrkirinê di nava sedsalan de hene.”

Bi ya wî dinya bi vê nizane, yan jî kêm dizane ji ber ku yên serketî dîrokê dibêjin û dinivîsin, ji ber wê jî li xelkê welatên rojava vê bangê dike, “Kûrtir li wan tiştên hûn di nûçeyan de dibînin, binihêrin. Li ser serpêhatiya (Kurdan) bêhtir tişt hene ku bên gotin.”

Nûçeya di saziya çapemeniyê ya navbirî bi destpêka paragrafa sêyem a destpêka pirtûkê bi dawî dibe, “Nihaya me di rabihuriyê de qewimî, ji wê devera ku siberoja me dide der. Dersên xwe em fêr bûne ji dengê armancê.”

Ev gijola di navbera niha, rabihurî û siberojê de çiqasî baş di nava vê romana li ser şervanên jin ên Kurd, weke encama bîr û hizreke xwe ji çavdêriyên li taxeke Brukselê ya ku diyar e Kurd lê pirr in, bide der, helbet cihê minaqeşeyê ye. Destpêkeke ku oryantaîzm jê difure bi hin rexneyên li oryantalîzma çor a di çapemeniya welatên rojava têrê nakin, em biryareke dawî bidin. Ev biryar ne li ser oryantalîzma nivîskar e; ew her emrê xwedê ye, lê li ser reng û asta wê oryantalîzmê ye. 

FRANKFURT  

Yazarın diğer yazıları

    None Found