Penciwênî hem hişyar kir hem bang kir

Siyasetvan Mihemed Emîn Penciwênî bal kişand ser dengvedana Kurdan li tevahiya cîhanê û got, ti carî Kurd evqasî di nava cîhanê de nebûne xwedî destek û bandor, lê pîlanên mezin li dijî Kurdan hene û ger ku hêzên Kurd nebin yek, wê destkeftiyên wan hemû bikevin metirsiyeke mezin.

Penciwênî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Surî, helwesta Kurdan û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî şirove kir.

‘Ji sîstema mînak tirsiyan’

“Li Rojavayê Kurdistanê di encama şoreşa gelên herêmê de sîstemek îdarî derketiye holê û mînakek gelekî pêşketî ye. Ev sîstem di warê rêveberiya civak û îdareya herêmê de mînakek nû ye û karîbû di demeke kurt de xizmetek baş pêşkêşî xelkê herêmê bike. Di vê rêveberiyê de pêkhate û bawerî hemû li hev civiyane û jinan jî roleke sereke lîstiye. Dewleta Tirk vê modelê ji xwe re wekî metirsî dibîne. Ji ber vê yekê ev pîlanên êrişê kirin. Amerîka jî roleke bê exlaqane lîst û Kurd di cîh de hêlan.

Kurdan li Rojavayê Kurdistanê çend herêmên coxrafî ji destdane, lê di aliyê siyasî û dîplomatîk de bi pêşketine. Pirsgirêka Kurd li tevahiya cîhanê dengveda. Tu caran Kurd evqas di nava cîhanê de nebûne xwedî destek û hekariyekê.

Hêkan hemûyan nexin yek selikê

Siyaseta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê heta niha gelekî bi aqilane ye û li gorî rastiya herêmê tê birêvebirin. Bi nêrîna min dema têkoşîna li dijî dagirkeriyê dikin, bila hêkan hemûyan nexin nava yek selikê. Li Suriyeyê hêzên wekî Îran, Rusya, Amerîka, Tirkiye û Hizbûllaha Lubnanê hene. Rêveberiya Xweser ji bilî dewleta Tirk dikare bi yên din re siyasetek bimeşîne û pêwendiyên wê bi hemuyan re hebe. Ji ber ku ya girîng ew e ku êrişên dewlet Tirk bidin sekinandin. Ev yek wê di qezenca xelkê Surî û Rojavayê Kurdistanê de be.

‘Kurd hemû di metirsiyê de ne’

Niha tevahiya Kurdan di metirsiyê de ne… Eger Kurd neyên cem hev, tevî evqas têkoşîn, xebat û berdêlên hatine dayîn jî, wê dijminên gelê Kurd bixwazin destkeftiyên Kurdan hemûyan ji holê rakin.

Bila hêzên Kurd, hizb û aliyên Kurdî werin cem hev û bizanin ka wê çawa xwe biparêzin û li dijî van pîlanan bisekinin.”

ROJNEWS/SILÊMANî

Yazarın diğer yazıları

    None Found