Pengava parastina ax û rûmetê

Kongreya Star bi dirûşmeya ‘Ax û rûmeta xwe ji dagirkeriyê û DAIŞ`ê biparêzin’ dest bi pêngava çalakiyan kir. Li kantonên Rojava hemûyan dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke sereke di vê pêngavê de bilîzin.

ŞÎNDA EKREM / ANHA/QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker li dijî destkeftiyên Rojava û Rojhilatê Sûrî gef û êrişên xwe dawam dike. Kongreya Star li dijî hewildanên dagirkeriyê, dest bi pêngava çalakiyan kir.Kongra Star ya herêma Efrîn û Şehba bi meşeke girseyî starta çalakiyan da.Çalakî li herêma Efrîn û Şehba bi diruşmeya “Ax û rûmetê xwe biparêzin, dagikeriyê û DAÎŞ’ê têk bibin” hat li darxistin.Di destpêka meşê de wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan hate hildan û pankatên bi nivîsên “Berxwedan jiyan e”, “Her der Kurdistane her der berxwedan e”û “Na ji Îxanetê re” hatin vekirin û dirûşmên ‘Jin jiyana azadî’ û ‘Şehîd nemirin’ hatin qîrkirin.Di dawiyê meşê de kongra Star daxuyaniyek da û got,Emê rengê têkoşîna xwe xurtir bikin û bang li hemû jinên Kurd û cîhanê kirin ku li hemberî dagikeriyê serî hildin.

Li hember dagirkeran bisekinin

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Qamişlo Dalya Hanan jî der barê armanca pêngavê de peyivî. Dalya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku wan li dijî her cûre êrişan dest bi pêngava çalakiyê kirine û got: ”Li kantonên Rojava hemûyan dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke sereke di vê pêngavê de bilîzin. Çawa ku me DAIŞ bi vîna xwe ya xurt têk bir, em ê dewleta Tirk a dagirker a ku desteka DAIŞ`ê dike jî têk bibin. Em ê weke jin bi şev û roj kar bikin da ku gefxwarinên Tirkiyê bişkînin, rê li pêşiya dubarekirina sînaryoya Efrînê bigirin û bi yekrêzî li hember dagirkeran bisekinin.”

Em ê dagirkeriyê têk bibin

Girêdayî navaroka pêngavê jî Dalya wiha axivî: “Tevî lidarxistina çalakiyên hunerî û civînên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî pêngavê dê daxuyanî, semîner û panelên girêdayî xeteriya dewleta Tirk û çawaniya parastina axa xwe ji êrişên terorîst ên DAIŞ`ê bêne dayîn.

Dê pêngava me li hember gefên dewleta Tirk biserkeve, mîna ku têkoşer Leyla Guven bi çalakiya greva birçîbûnê bi ser ket.”

Çalak tevlî pêngavê bibin

Dalya di dawî de ev bang li jinan hemûyan kir. ”Pêngava me wê ji bo çalakiyên mertala zindî yên ku ji 18`ê Tîrmehê ve li Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî li darketine piştgiriyek be. Her wiha em ê tevahiya jinan teşwîqî tevlikirina pêngavê bikin. Li ser vî esasî em bang li tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku beşdarî pêngavê bibin û ji bo şikandina gefên dewleta Tirk û parastina destekeftiyên Rojava, piştgiriyê bidin me.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found