Pêngaveke îdeolojîk, felsefî û siyasî

Bayik: Pêngava 15’ê Tebaxê ne bi tenê pêngaveke leşkerî ye. Aliyê wê yê leşkerî kêm e. Aliyê wê yê îdeolojîk, felsefî, siyasî û çandî zêdetir e. Ev tevgereke demokrasiyê ye. Tevgera xwedîderketina li  azadiyê, û helwesta li dijî faşîzmê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, tevlî Radyoya Dengê Welat bû û di Bernameya Dilistan de bersiv dan pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Bayik, der barê 15’ê Tebaxê de ku wekî ‘Şoreşa Vejînê, Guleya Yekemîn’ tê pênasekirin, axivî û bal kişand ser têkoşîna fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Atakan Mahîr, Delal Amed, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm jî bi bîr anî û got, “Çi pêşketin çêbûbin, bi keda wan şehîdan e, û divê gelê me wan tu carî ji bîr neke.” Der barê yekîtiya Kurd ya netewî de jî Bayik hişyar kir û xwest civak, zarok, cîran û mirovên xwe biparêze, xayîn û xiraban di nava xwe de nehêle.

Guleya Yekemîn

Cemîl Bayik Cejna 15’ê Tebaxê, li Rêber Apo, şervanên azadiyê yên li zindanê, li gerîlla û li tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kir û li ser 15’ê Tebaxê weha got; “Di dîroka tevger û gelê me de cihekî xwe yê taybet heye. Wekî hatî gotin, ´guleya yekemîn´ e. Ev gule di serî de ji bo gelê Kurd hate teqandin. Lewre gelê Kurd ber bi mirinê ve diçû. Yanî gelê Kurd hebû yan jî tunebû kesî nedizanî. Di xewa mirinê de bû. Bo wê lazim bû ev gel ji wî halî derketa.

15´ê Tebaxê ji xewa mirinê şiyar kir

Ev pêngava 15’ê Tebaxê vê îfade dike: Yan ew gel wê ji xewa mirinê rabe, zindî bibe, wê qedera xwe bi destê xwe diyar bike, wê ji bo xwe be, têkoşînekê bike, yan jî di wê hemleyê de nikaribe rabe û wê biqede. Rêber Apo got, “Heger pêngava 15’ê Tebaxê bi pêş bikeve, ev gelê di xewa mirinê de wê karibe ji xewa mirinê rabe, zindî bibe û ji bo xwe têbikoşe.” Gelekî çi qas zeyîf be, çi qas îmkanê xwe kêm bin, ber bi mirinê ve hatibe jî dikare rabe ser piyan, lazim e jî rabe ser piyan. Lazim e bijî. Ew pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan bû fîşeka yekemîn.

Yanî bi wê pêngavê Kurd, ji koletî, zeyîftiya xwe, ji bindestiya xwe, ji mirina xwe rizgar bû, wê Kurd rakir ser piyan û kir ku îro li dinyayê bibe gelekî herî xweşik û ji bo xwe û her kesî bû hêviyek. Felsefeya Rêber Apo ya Kurdistanê, bi vî şeklî bi ser ket. Wê fîşeka yekemîn ku Kurd çawa li xwe da, li dagirkeriyê jî da. Li sîstema modernîteya kapîtalîst jî da. Lewre yên Kurd xistine halê mirinê him dagirker bûn, him jî li pişt wan sîstema modernîteya kapîtalîst hebû.

PKK li dijî înkar û qirrkirinê hat avakirin

PKK him dewama wê têkoşîna Kurdan li dijî dagirkeriya faşîst, qirrker bû. Kêmasî û şaşitiyên wan çi bûn, ew fam kiribû, li ser wî esasî PKK xwe damezirandibû. Ku careke din ew şaşîtî û kêmasiyana di Kurdan de pêş neketibane, wê karibûna li dijî dagirkeriyê, qirrkirinê bisekinin û azadiya xwe pêş bixin. Ger ku PKK’ê pêngava 15’ê Tebaxê pêş xistibe ev ji bo wê bû. Yanî ji bo ku bikaribe Kurdan ji xewa mirinê rake. Ev înkar û qirrkirina ku li ser Kurdan tê kirin, da ku pêşiya wan bigire. Ji bo vê, di dîroka gel û tevgera me de ciyekî wê yê taybet heye. Li Kurdistanê dîrok guherand. Ew dîroka ku ber bi tinebûnê ve diçû guherand, Kurd rakir ser pêyan, zindî kir, kir gelekî xweşik û îro li dinyayê bûye gelekî hêviyê.

Egîd û 15´ê Tebaxê yek in

Hevalê Egîd bi 15’ê Tebaxê re bûye yek. 15’ê Tebaxê heval Egîd bi xwe ye. Çima? Lewre yê ku di pratîkê de pêşengiya wê kiriye, li Dihê ev çalakî serkeftî pêk aniye. Ji bo wê bi hevalê Egîd tê naskirin û fêmkirin. Çawa ku PKK Hakî Karer e, 15’ê Tebaxê jî hevalê Egîd e, Mahsûm Korkmaz e. Kes nikare vana ji hev cuda bike. Rastî ev e. Li gel hevalê Egîd di vê hemleyê de yê xwedî ked e, yek jî hevalê Gozluklu Alî ye, xelkê Bîngolê ye, şehîd ket. Dîsa hevalê Omer bû, ji aliyê Mereşê bû. Mûstafa Yondem (Hevalê Erdal) bû. Hevalê Bedran (Mehmet Sevgat) ew bûn. Van hevalan jî di vê hemleyê de cî girtibûn. Hinekan fermandariya Şemzînan, hinekan jî fermandariya Erûhê dan ser milên xwe. Wan ev çalakî li dar xistin û tê de cih girtin. Hevalê Egîd, him tevahî ev hemle organîze kir, di pratîkê de rêxistin kir, serokatiya wê kir, him jî di ya Dihê de cî girt. Hevalê Bedran bi wan re ev hemle serkeftî pêk anîn. Bi tevahî Dihê girtin destên xwe. Ya Şemzînan jî belkî hemû cî bi dest nexistin, lê hemle li wir jî bi ser ket. Ev temamî bi keda wan hevalan pêk hat.

PKK û Kurdan demokrasî parastin

Lê çi qas gav avêtin jî di encamê de negihiştin hedefa xwe. Îro Erdogan û Bahçelî, dixwazin tiştên ku Kenan Evren nîvî hiştibû, temam bikin, heta wê derbas bikin. Rastî ev e. Demokrat, çep, lîberal, nivîskar, sendîkavan, serokên partiyan hemû girtin û xistin zindanan. 15’ê Tebaxê ew derî hemû vekirin. PKK’ê û Kurdan nehişt faşîzm tam rûnê. Demokrasî parastin.

Em tevger û gel, di şerekî pir mezin de ne. Dixwazin gelê me û tevgera wî tesfiye bikin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixwazin komployên navnetewî ji nû ve bixin dewreyê. Di komploya navnetewî de stûna esas hinek Kurd bûn. Di ya niha de jî dîsa bi wan dixwazin komployê nû bikin, pêk bînin. Eger hin Kurd nebin, ti caran nikarin komployan pêk bînin, ne mumkun e. Eger berê kiribin, niha jî dixwazin nû bikin, bi temamî li ser hinek Kurdên ku girêdayî komplogeran vê dikin. Lazim e, gelê me vê baş bizanibe. Dixwazin derbê li PKK’ê bixin, PKK’ê tasfiye bikin. Ne tenê li Bakur, li beşan hemûyan dixwazin Kurdan ji holê rabikin. Siyaseta ku Erdogan û Bahçelî dimeşînin, temamî siyaseteke li ser qirrkirina Kurdan e. Wer hesab dikin ku di vî şerê Rojhilata Navîn de dikarin vê pêk bînin.

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found