Penîr bi destê jinê

Li gundê Zavotê ê ser bi Qersê muzeya penîr ji bo 32 cureyên penîr heye. Jinên gund vî penîrî çêdikin, ew li muzexaneyê 650 cure nebatên xwe jî nîşan didin û hîn bûne ji wan melhem û dermanan çêkir.

Li Tirkiyeyê penîrê Gravyer tenê li gundê Zavot (Bogatepe) ê ser bi Qersê tê çêkirin. Jin vî penîrî bi ked û xebateke mezin çêdikin. Hilberînera penîrê Gravyer, Zumran Omur dibêje, ew ji bo cîhanê hemûyî penîr çêdikin. Ew ji bo îradeya mirov ji bo hilberînê jî dibêje, heger mirov bixwaze li her warî dikare hilberînê.

Bajarê Qersê bajarekî kevnar e ku gelek netewên cuda lê bi hev dijîn. Bajarê Qersê di heman demê de bi penîrên xwe yên cûr bi cûr jî tê naskirin. Herî zêde jî penîrê wê yê bi navê Gravyer dişînin gelek welatan. Penîrê Gravyer pêşî li gundên Malakanê hatiye hilberandin, li gundê Zavotê hîna hem wekî kevneşopî û hem jî ji bo debarê tê hilberandin. Gundê Zavotê 50 kîlometreyan dûrî bajêr e û jinên gund bi awayê hevpar penîr hildiberînin. Jinên hilberîner di heman demê li ser 650 nebatan jî perwerdeyê dibin, ew fêr dibin ka çawa ev nebat tên bikaranîn û li ku tên bikaranîn. Jinan di demên dawîn de ji van cureyên nebatan melhem û rûn jî çêkiriye. Jinên ku di warê hilberîna penîr de pispor in, sala 2007’an Komeleya Bogatepeyê ya Jiyan û Hawîrdorê jî ava kiriye. Bi pêşniyaza ku ji jinan re ji Fransayê hatiye kirin, piştî ku salekê perwerde dîtine ji sala 2010’an ve mûze vekirine û ji kesên xwecihî û biyanî re havînan danasîna cureyên nebatan dikin û zivîstanan jî ya cureyê penêr dikin.

Çêkirina penîrê Gravyer 

Der barê penîrê Gravyer de Zumran dibêje, civaka nikare hilberîne û biafirîne, mehkumî tinebunê ye: “Ev 28 sal in ez penîr çêdikim. Mastê ji çîlêkên me bi xavî bi qasî 40 deqeyan tê meyandin. Heta ku ev mast wekî libên birincê dibe, weke hevîr em distirin. Ew mastê ku tê strandin û ava wî ji ser diçe û dibe wekî penîr. Piştre ew pênîrê ji mêst, bi qasî 2 seatan dibin zextê de li parûnê tê xistin. Penîrê ku êdî hişktir e, qet qet tê hurkirin tê şuştin. Penîr di avê de 12 seatan dimîne û roja diduyê, penîr dîsa tê hurkirin, di ava germ a 72 pileyan de tê şuştin. Ev pênîr dibe wekî benîşt û piştre li ser sofreyan cihê xwe digire.”

650 cureyên nebatan

Zumran tîne ziman ku ew bi jinên gund re bi  awayekî hevpar dixebitin û wiha di peyive: “Li gundê me 650 cureyên nebatan hene. Me ev yek kişf kir û me pispor anîn gund. Li gel hatina pîsporan, em li ser cureyê nebatan perwerde bûn. Kîjan giya di nav kîjan penîrî de cih digire, destpêkê me xwest bi vê bizanin. Li gel vê perwerdehiyê jin di warên tendûrîstiyê de jî li kursan perwerde bûn. Ew serayên biçûk ên giya û sebzeyan li gel hewledanên me mezin bûn. Me jinan afirand û me jinan hilberand.”

 Fêrî Fransî jî bûn 

Zumran wekî din diyar dike ku li gel hilberîna bi destê jinan, gund hate nasîn û wiha dewam dike: “Gundê me bi ked û xebata jinan hate nasîn. Ji Fransayê saziya bi navê Tema ji saziya me re bû alîkar. Ji me re gotin, ‘Ger ku hûn bi zimanê Fransî bizanin, em ê ji we re mêvanan bişînîn’. Me jinan jî biryar da û bi qasî salekê em fêrî zimanê Fransî bûn. Piştî ku em hînî zimanê Fransî bûn, me turîzma eko vekir. Pişt re sala 2010’an me muzeya 32 cureyên penîr vekir.”

ji bo parastina cureyên penîr

Zumran Omur, di dawiyê de balê dibe ser armanca vekirina muzeya penîr û dibêje, “Li Tirkiyeyê cara yekê ye ku muzeya penîr tê vekirin. Di muzeya me de her cureyê penîr heye. Ev cureyên penîran li ti devera cihanê nînin. Armanca me bi vekirina muzeya penîr ew e ku ew cureyên penîrên bi tinebûnê re rû bi rû, em rizgar bikin. 32 cureyên penîr em ê ji nifşê nû re ragihînîn. Ji bo ku penîrê me baş bê nasîn me Mîhrîcana Tamê li dar xist. Di vê mîhrîcanê de me gelek kes vexwendin. Heger em bixwazin em dikarin her warê jiyanê veguherînîn warê hilberînê. Kirin ji destê me tê. Bi xwe bawer bin û bi keda xwe biafirînin.”

ZEYNEP DURGUT/JINNEWS/QERS

Yazarın diğer yazıları

    None Found