Pêşbirka xwendina edebiyata Kurdî

BÎLAL GULDEM / MA / STENBOL

Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronakê “Pêşbirka Xwendina” edebiyata Kurdî li dar dixe. Pêşbirk dê di 20’ê Kanûnê de dest pê bike.

 Însiyatîfa Edebiyat û Zanistiyê ya Ronak ku ji aliyê komek xwendekar û mamosteyên Kurd ve li ser xebatên wêjeya Kurdî dixebitin li Stenbolê hat avakirin, dest bi “Pêşbirka Xwendina” edebiyata Kurdî dike. Serlêdanên pêşbirkê di 6’ê Kanûnê de dest pê kirin û dê heta 16’ê Kanûnê dewam bikin. Pêşbirk dê di 20’ê Kanûnê de dest pê bike û heta 10’ê Sibata 2019’an dewam bike.

Ji bo pêşbirkê divê her beşdar heta tarîxa navbirî pirtûkên hatî kifşkirin bixwîne. Di pêşbirkê de lîjneya pêşbirkê piştî xwendinê bi beşdaran re wê şêwrê bike û li ser pirtûkên hatî xwendin bipeyive. Paşê wê diyar bike bê ka kî serketî ye. Yên di pêşbirkê de bi ser bikevin dê werin xelatkirin. Ji bo yekemîn dê hezar TL, ji bo duyemîn 500 TL û ji bo sêyemîn jî dê 250 TL bê dayîn.

Endamê Însiyatîfa Ronakê Bîlalê Xerzî li ser fikra avakirina insiyatîfê û li dar xistina pêşbirkê axivî.

Bazara Kurdî wê geş bibe

Xerzî got, armanca avakirina însiyatîfa wan ew bû ku wêjeya Kurdî di nava civakê de belav bikin û û wiha behsa pêşbirkê kir:”Pêşbirk tiştek pir pratîk e. Em dixwazin ji bo xwedî derketina edebiyatê û pêşvebirina wê pêşbirka xwendinê li dar dixin. Em di pêşbirkê de xelatê didin xwîneran. Em dixwazin bêtirîn însanan arasteyî xwendinê bikin û çanda xwendina edebiyata Kurdî geş bikin. Dibe ku siberojê ev vegere xebatek mîna mîhrîcanê jî. Em bazarek wêjeya Kurdî ava dikin. Lîjneya me heye. Pirtûkên bên xwendin lîjneya me diyar dike. Heval û dostên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin dikarin li Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê, Şevîn Cafe ya li Taksîmê û Morî Pirtûk Cafe ya li Şîrînevlera Stenbolê û her wiha li ser înternetê bi formen elektronîk serî li pêşbirkê bidin. Em dixwazin hemû dildar û hezkiriyên ziman û edebiyata Kurdî Beşdarî pêşbirkê bibin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found