Pêwîstî bi hemleyên nû heye

Şiyê

Şerê li ser axa Sûriyê şeş sal li dû xwe hişt û kete sala heftemîn. Ji ber vî şerî heta niha bi milyonan insan neçar man ku warên xwe terk bikin û koçber bibin. Bi sed hezaran insanan jî jiyana xwe ji dest dan. Mixabin nakokî, pirsgirêk û şerê heyî hîn jî berdewam e û ji şîdeta xwe tiştek winda nekiriye. Rexmî ku ev şer ket sala heftemîn jî heta niha ji bo pirsgirêk û nakokiyên heyî tu çareseriyek siyasî nehatiye pêşxistin. Li qadên navneteweyî hin civîn tên lidarxistin, lê ev jî ji çareseriyê û rastiya gelên li Sûriyê dûr in. Hêzên navneteweyî û yên herêmî ku xwe li ser qedera Sûriyê berpirsyar dibînin ji bo çareseriyek siyasî heta niha ne xwediyê tu proje û perspektîfên vekirî û zelal in. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê, rejîm ji zihniyeta netewe dewletê nehatiye xwarê. Dewleta Rûsyayê heta niha destûrek weşand, lê ew jî ji pînekirina destûra heyî ya Sûriyê cudatir ne tiştekî din bû. Nêzîkatiya Emerîka û koalîsyona navneteweyî çi ye, nayê zanîn.

Şerê ku heta niha li ser axa Sûriyê hatiye dayîn bi piranî şerekî bêexlaq û bêqûral e. Ev şer bi destê çeteyên faşîst DAÎŞ’ê ji aliyê dewletên dagirker weke dewleta Tirkiyê û yek jî rejîm bi xwe hatiye dayîn. Lê li bakurê Sûriyê-Rojava berxwedan û şerê li hemberî çeteyên faşîst DAÎŞ’ê û dewleta dagirker hatiye dayîn birastî şerekî bêhempa bû. Şerê hat dayîn hem li gorî qûral û exlaqê şer bû hem jî bi berxwedan û şerê şoreşa bakurê Sûriyê-Rojava nirxê mirovahiyê hat parastin. Wexta mirov mêze dike li ser axa Sûriyê bi giştî herêma herî bi ewle herêma bakurê Sûriyê-Rojava ye. 

Ji ber ku heta niha li ser qedera Sûriyê lihevkirinek di nava hêzên ku xwe li ser qedera Sûriyê de xwedî bandor dibînin çênebûye şerê heyî jî berdewam dike.  Tenê gelê Kurd bi hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê re xwediyê projeyeke zelal in. Salek beriya vê di 16’ê Adarê de rojek pirr dîrokî li bakurê Sûriyê-Rojava hat jiyîn. Ji hemû pêkhateyên Sûriyê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Çeçen û Çerkez bi îradeyek hevbeş û demokratîk ji bo çareseriyekê li hev civiyan û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê îlan kirin. Li Rojhilata Navîn heta roja îro mînakên wisa nehatine dîtin. Birastî jî vê proje coş û heyecanekê bi mirov re çêkir.

Hemû çand, ol û civak yên weke Ereb, Kurd, Asûrî, Suryan, Tirkmen, Çeçen û Çerkez cara yekem li ser axa Sûriyê û li Rojhilata Navîn jiyaneke demokratîk, azad û hevbeş bi hev re rêxistin kirin. Hem ji bo Sûriya nû ya demokratîk projeyên pirr esasî hatin pêşxistin hem jî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê hat birêxistinkirin. Diyar e û hatiye îspatkirin ku derveyî paradîgmaya neteweya demokratîk û Sûriya Demokratîk Federal ku li ser federasyonên demokratîk hatiye birêxistinkirin tu çareserî ew ê nebe. Ji bo vê girîngî û wateya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê her roj hîn baştir tê dîtin û fêhmkirin. 

Ji îlankirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê heta niha salek derbas bû. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê gelek encamên girîng derxistine holê. Beriya her tiştî di nava gel, civat, çand û olan de bawerî pêş ketiye. Ev gel, civat, çand û olên ku ji aliyê desthilatdaran ve diketin qirika hev, niha bi hev re li dijî desthilatdaran têdikoşin. Herêmen di bin sîwana Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de herêmên herî bi ewle ne û li van herêmen nîzameke demokratîk û adîlane heye. Lê pêwîstî heye ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê hertim hemleyên nû pêş bixîne. Heta niha ji bo hilbijartinê li hemû herêman serjimariyek serkeftî pêk hat. Lê ji niha û pêde divê xebat û têkoşîn ji bo hilbijartineke demokratîk bê dayîn û ev hilbijartin bê pratîzekirin. Gavên wisa dîrokî jî li pêşiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ne. 

Em rojên Newrozê dijîn. Her Newroz destpêkek nû ye. Em bawer dikin ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî ew ê Newroza îsal bike destpêka hemleyên nû.

Newroza we pîroz be.

Yazarın diğer yazıları

    None Found