Peyama min peyama jinan e

Çîmen Rehmanî: Di baweriya min de bandora hunerê ji ya siyasetê hîn zêdetir e. Hunermend dikare bi hunera xwe xizmetê ji welat, gel û xaka xwe re bike.

DIJWAR KIRMAŞAN / ROJNEWS

Jina hunermend a ji Rojhilatê Kurdistanê Çîmen Rehmanî got; “Li Îranê tevî astengiyên li pêşiya jinan jî jinan karîne kêrhatinên xwe nîşan bidin.” Her wiha diyar kir ku amadekariyên wê hene di paşerojê de hinek karên hunerî  pêşkêş bike. Rehmanî dibêje, ew karên xwe hemûyan ji bo jinan û xizmeta ji bo wan dike.

Jina hunermend a ji Rojhilatê Kurdistanê Çîmen Rehmanî li bajarê Sine ji dayîk bûye û niha li Sineyê dimîne. Di nava malbateke hunerî de mezin bûye. Bavê wê Yedulla Rehmanî yek ji hunermendên binavûdeng yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Çar album amade kirine

Çîmen Rehmanî ev çend sal in dest bi gotina stranan kiriye; piraniya karên wê yên hunerî li ser pirsgirêk û astengiyên li ser jinan e. Heya niha çar album pêşkêş kirine. Navê albuma wê ya yekem ‘Ji hezaran yek’ naveroka wê li ser şidet û pirsgirêkên jinan e. Albuma diduyan jî bi navê ‘KurdeJin’ e. Di vê albumê de jî qala têkoşîn û berxwedana jinan a li Rojavayê Kurdistanê dike. Navê albuma wê ya sêyem jî ‘Dilê Zare’ ev jî straneke kevin ya hunermend Fetane Welîdî ye. Albuma wê ya herî dawî jî bi navê ‘Davar’ e. Li ser karesata lêhiya ku îsal bi ser herêma Loristan a Rojhilatê Kurdistanê de hatî gotiye.

Jinên Kurd bi qehremanî şer kirin

Têkildarî karê xwe yê hunerî Çîmen Rehmanî got; “Strana min ya yekem bi navê ‘Ji hezaran yek’ bû. Min vê stranê xwe li ser pirsgirêkên jina Kurd got. Min pirsgirêkên wan ên di nava civakê de anî ziman. Albuma min ya duwem jî bi navê ‘Kurde Jin’e. Fikra vê albumê jî dema ku êrîşên ser Kobanî û jinên Kurd hate kirin û jinên Kurd bi qehremantî şer kirin kete serê min. Min xwest ez stranekê li ser qehremantiya van jinan bêjim, lê karê min dereng ket û min nekarî di wê demê de amade bikim û bêjim. Piştre dema ku min xwest ez klîpek ji vê stranê re amade bikim êrîşên ser Efrînê destpê kirin. Carek din derfet çêbûn ku ez bikarim van jinên şervan di nava strana xwe de bidim nasandin. Ji bona wê li şûna ku ez klîbeke hunerî çêkim, min wan dîmen û wêneyên jinên şervan yên li ser înternet Youtobê berhev kir û bi şeklê klîbekê amade kir.”

Têkoşîna jinên Kurd mezin e

Di dewama axaftina xwe de Çîmen Rehmanî qala têkoşîna şervanên jin kir û wiha domand; “Têkoşîna jinên Kurd wisan mezine, mirov nizane bi çi awayek qala wê bike. Wisane ku dayîkek zarokên xwe dicih de dihêle û ji bo parastina welatê xwe û pêşeroja zarokên xwe çek dirake û berxwedanê dike. Ev berxwedan di demek de bû ku hinek zilaman ne diwêriyan çek rakin û welatê xwe bi parêzin, hinek jinan jî ji bo parastina xaka xwe çalakiyên canfedane dikirin.Vê têkoşînê jina Kurd bi cîhanê da nasandin. Vê têkoşînê piştrastkir ku jin û zilam wekhevin û dikarin ji bo parastina welat û azadiyê şer bikin.”

Lor û Kurd yek in

Têkildarî strana xwe ya dawî ku li ser karesata lêhiya li Loristana Rojhilatê Kurdistanê amade kiriye, wiha got; “Hinek hewildan hene ku dixwazin Lor û Kurdan ji hev cûda nîşan bidin. Lê ji demên pir kevin heya niha her tim Kurd û Lor heman in. Çanda wan, zimanê wan, cilûbergên wan hemû yek in. Vê karesata lêhiyê jî ku rûda, xelkê Rojhilatê Kurdistanê gelek alîkariya Loristanê kir. Vê yekê bandor li min kir, ji bona wê min ev stran bi herdu zaravayên Lorî û Kelhorî (Kurdî) amade kiriye. Ji bo ez bêjim, ez Kurdim û  bi zaravayê xwe û yê we stranan dibêjim, ez bi yek cilûberg û du zaravayan stranê dibêjim, ji bo vê yekbûnê nîşan bidim.”

Îran pêşî li jinan digire

Têkildarî astengiyên li Îranê li pêşberî jinan jî Çîmen Rehmanî wiha axivî; “Li Îranê rê nayê dayîn ku jin bi tena serê xwe konsertan li dar bixe. Ji ber ku ez jî bi tenê stranan dibêjim, min nekariye konsertekê li dar bixim. Herwiha di yasaya Îranê de qedexe ye ku jin bi tenê stranan bêjin. Lê min bi tenê stran gotiye û ev astengî şikandiye. Nizanim çima rê nade jin bi tenê strana bêje, tenê behaneya wan ew e, dibêjin dengê jinan heram e. Lê tevî van astengiyan hemûyan jî jinan piştrastkirine ku dikarin di hemû şert û mercan de kêrhatinên xwe nîşan bidin. Wekî min bi dehan jin hene tevî hemû astengiyan karîne karên xwe yên hunerî lidarbixin.”

Bi hunerê mirov dikare xizmeta welatê xwe bike

Herî dawî jî Çîmen Rehmanî got; “Wek hunermendek Kirmanşanî gotina min ji bo jinên hunermend ew e, tevî hemû astengiyan serî netewînin, huner behreyeke zatî ye, her kes nabe xwediyê vê behreyê. Dema ku ev behre hebe divê tu dengê xwe bigihînî hemû cîhanê. Di baweriya min de bandora hunerê ji ya siyasetê hîn zêdetir e. Hunermend dikare bi hunera xwe xizmetê ji welat, gel û xaka xwe re bike. Li gorî min, ez peyama xwe ku peyama jinan e, ez bigihînim, binirxtir dizanim li şûna ku ez ji ber astengiyan bêdengiyê hilbijêrim, tenê ji bo ez di nava aramiyê de bimînim û bijîm.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found