Peymana 50 Salî Peymana Qirkirinê Ye!

Dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê tenê leşkerî nîne û dewleta dagirker a Tirk dixwaze bi rêka aborî, siyasî, civakî û çandî civaka Başûrê Kurdistanê bixe bin desthilatdariya xwe. Texrîbatên di warê çandî de ku bi siyasetên ji ya erebkirinê ya Sedam Hisên jî wêdetir û kambaxtir in, dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê dixwaze bike û di halê hazir de jî dike. Em her carê behsa peymana 50 salî ya petrolê di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Tirk de dikin. Ev peyman tenê aliyên wê yên aborî di nava xwe de nahewîne. Ya rastî Herêma Kurdistanê ji bo 50 salî ji her alî ve pêşkêşî dagirkeriyê hatiye kirin. Ev peymana qirkirinê ye. Ji bo bikare berjwendiyên xwe yên petrolê biparêze, divê vî cihê behs jê, dagir bike û xwe li wir bi cih bike. Ji armancên aborî wêdetir, dewleta Tirk bi mebesta qirkirina çandî dixwaze xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bike. Behsa dagirkeriya leşkerî tê kirin û wer tê nîşandayîn ku tu dibêjî qey dewleta Tirk tenê bi çend balafiran êrişî xaka Başûr dike, ew jî ne bi mebesteke cuda tenê wek encama şerê bi PKK´ê re! Tiştek wiha tineye. Ya li Efrînê kir, dixwaze li vir jî hîn girantir û zêdetir bike. Her carê gelek kes li Başûrê Kurdistanê berê xwe didin hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo pêşî li dagirkeriya Tirk bigire. Ev dibe û têkoşînek li beramber aliyekî vê dagirkeriyê ye. Lê belê nabe ev nihêrîn derkeve holê ku dagirkerî tenê leşkerî ye, yan jî tenê li ser partiyeke siyasî ye û ew ê bi rêka Bexdayê çareser nebe. Mijara dagirkeriya Tirk bi Bexdayê û di parlamenta Bexdayê de çareser nabe. Kes û aliyên ku bixwe derdikevin û dibêjin, bila hikûmeta navendî tiştekî bike, deriyê xwe heta dawiyê ji Tirkan re vekirine. Şirket û pereyên wan hemû li Tirkiyeyê ne. Ew jî di peymana 50 salî ya bi dewleta Tirk re şirîk in û şirîkên vê qirkirinê ne. Hinek kanalên ragihandinê di bin navê muxalefeta li Başûr de weşanê dikin û her roj behsa nakokiyên partiyan dikin. Lê qet yek ji wan rojekê behsa vê dagirkeriyê nake. Qet yek ji wan rojekê nabêje li ser xaka me dagirkerî heye û dewleta Tirk her der dagir kiriye. Bi xwe ji ber berjewendiyên xwe yên aborî nabêjin. Behsa dagirkeriya leşkerî nakin ji ber ku wan xwe li dagirkerî û qirkirina çandî ker û kor kiriye. Meseleyê jî tenê wek ku şerek di navbera PKK û dewleta Tirk de heye nîşan didin, û her carê jî radibin dibêjin, bila bi rêka aştiyê çareser bikin û li vir şerê xwe nekin. PKK li dijî vê qirkirina ku haya gelek kesan jê nîne û di xefletê de ne, şer û têkoşînê dike. Hinek produksyonên ragihandina ku qaşo xwe wek muxalefet li Başûr nîşan didin, herî zêde rêzefilmên Tirkan dikirin û pêşkêşî civakê dikin. Heger ewqasî bi rastî li dijî dagirkeriyê ne û rast dibêjin, bila destpêkê wan rêzefilman bidin sekinandin. Madem ewqas li dijî dagirkeriyê ne, bila peymanên xwe bi şirketên Tirkî re betal bikin.

Her wiha li Başûrê Kurdistanê karesateke din jî heye; ew jî parçeyek ji asîmîlasyon û dagirkeriyê ye. Em behsa hebûna dibistanên biyanî dikin. Her kes behsa sala nû ya perwerdeyê dike, weke ku heger pere û meaş hebin, sala nû baş wê dest pê bike. Tevahiya ragihandinê jî vê dibêje. Ji nîvî zêdetir ê dibistanên taynet li Başûrê Kurdistanê yan Emerîkî ne yan jî Tirkî ne. Kes behsa vê nake jixwe. Heger em ê behsa dagirkeriyê bikin divê em di serî de balê bikşînin ser hebûna van dibistanan. Li dibistanên Tirkî yên li Silêmanî û Hewlêrê, sonda Tirkan tê xwendin, baş e mamoste ji vê re çi dibêjin gelo. Tenê wê bi meaşan ev karesat çawa were çareserkirin. Çima mamoste li ber vê yekê ranabin. Kes behsa sîstema perwerdeyê ya xwe dispêre dagirkerî û qirkirinê nake, rojev hemû pere û meaşên mamosteyan e. Gelo mamoste tenê ji bo meaş mamoste ne, yan ji bo dersa çand û exlaqê civaka Kurdistanê bidin, mamostetiyê dikin? Pirsigrêka mamoste, karmend û karkerên Başûr ne meaş e. Pirsgirêk ew e ku xaka wan, aboriya wan û çanda wan hemûyî difiroşin dagirkeriyê û êdî ew jî dibin welatiyên biyanî li ser vê xakê û wê cih ji wan re nemîne. Heger têkoşîna li dijî dagirkeriyê di her warî de nebe, bi yek du gotinên siyasî û polîtîk em nikarin xwe ji qirkirinê rizgar bikin. Têkbirina dagirkeriya Tirk wê tevahiya pirsgirêkên civaka Başûrê Kurdistanê çareser bike. Di welatekî dagirkirî de ti pirsgirêk nayê çareserkirin û ti qeyran jî bi dawî nabe. Ji bo wê jî divê di serî de dagirkerî li Başûr têk biçe!

Yazarın diğer yazıları