Peymana Lozanê ji sala1923´an ve dewam dike

Belê rewşenbîr wijdanê gelê xwe ne. Her çiqas sal û dem derbas bûbe jî di ser Peymana Lozanê re ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an li bajarê Lozanê ya Siwîsre hate îmzekiri û pê Kurdistan hatibû parçekirin, wê di navbera 5 û 6´ê Kanûnê de wê bi tevlîbûna 36 partiyên Kurdistanî û nûnerên sazî û dezgehên rewşenbîrî her wiha bi beşdarbûna gelek hunermend, rewşenbîr û kesayetên serbixwe û akademîsyenên navdar jî wê ji Lozanê heta bi Cenevreyê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan, û rûreşkirina dagirkeriya dewleta Tirk û kiriyarên wê yên qirêj bimeşin. Armanca wan ew e ku dosyayên bi naverok û daxwazên wan yên ji bo raya giştî ya cihanê, her wiha pêşkêşî nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikin. Wekî din, nexasim, rewşenbîr û hunermend helwêsta xwe ya hevpar wê ji bo yekîtiya neteweyî û berxwedana gelê Kurd bilind û berz bi qîrîn bibêjin.

Piştî meşa du rojan çav li rê ye ku roja şemiyê yanî 7´ê Kanûna 2019´an li gelek welatan li ser asta ayalet û bajaran li tevahiya cihanê meşên girseyî bi komîteyên hevbeş re ji bo heman armancê û bi heman daxwazan pêk werin.

Dîroka Lozanê ji bo Kurdan dîrokek bi êş e li Lozanê welatê Kurdan an ku Kurdistan parçe bû, ji wê demê heta niha gelê Kurd êdî parçekirî ye û wisa jî jiyan lê herimiye. Lê belê mejiyê wan, dilê wan û xwîna wan di hundirê gewdeyekî kurdewarî de digere, dijî.

Li milê din, piştî civîna 47 hunermend, nivîskar, zanyar û akademîsyenan a ku 25´ê Mijdara 2019´an li bajarê Kolnê bi rê ve çûbû, komîtiya birêveber a vê înîsiyatîfê deklarasyoneke hevpar weşand.

Di deklarasyonê de komîteyê bal biribû ser êrişa li dijî Rojavayê Kurdistanê û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kiribû ku di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin. Komîteyê wekî din bang li hunermend û rewşenbîrên cihanê jî kir ji bo piştgiriya bi miletê Kurd re li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk, li Rojavayê Kurdistanê. Komîteya birêveber li ser navê hunermend û rewşenbîrên Kurd li bendê ne ku hunermend û rewşenbîrên dinyayê di vê rewşa hewldana qirkirinê ya li dijî me de me bi tenê nehêlin û helwêstê nîşan bidin. Bi alîkariya wan bala raya giştî wê biçe ser mijarê û bi vî rengî ew ê jî alîkar bin ji bo astengkirina êrişan û qirkirinê.

Her wiha ew pê piştrast in ku tevahiya rewşenbîr û hûnermendan wê guh bidin dengê wan û di vê pêvajoyê de gelê Kurd û pirsgirêka wî ya Kurdistanê bi tenê nehêlin.

Di dîrokê de û niha jî dewlwta Tirk mîrasa mîratê osmaniyan, li Rojhilata Navîn ji bo qiyasa serdest a cihanê bi roleke pir xirab rabûye, bi pîvan û peywira hêzên serdest yên cihanê û dewletên heremê hatiye perwerdekirin.

Yek ji wan stûnên girîng ên damezrandina Komara Tirkiyê ew e ku ew bingeha hevahengiya neteweperestiyê û tinekirina gelê Kurd e. Pir pêwîst e ku pêşengên Kurdan û di kesayeta rewşenbîran de bi dinyayê bidin naskirin.

Yazarın diğer yazıları