Peyrewê jiyana azad

MEHMET ZAHÎT EKINCÎ / HAMBURG

Gerîlayê HPG´ê  Gabar (Jakob Riemer)  di 1. salavegera şahadeta xwe de li bajarê Elmanyayê Hambûrgê hat bibîranîn. Çalakî ji aliyê Tatort Kurdistan ve hat organîzekirin û diya wî, du xwişkên wî û hevalên wî yên mekteb û zaroktiyê jî tevlî bîranînê bûn.

Di çalakiya bîranînê de şoreşgera enternasyonalîst Sarah Handelman bi nasnav Sara Dorşîn ku beriya çend hefta di endama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû jî hat bibîranîn.

Di demeke kin de fêrî Kurdî jî bû

Nivîskar û aktîvîst Anja Flach, yek ji nûnerên ISKU Wolfgang Ströwe, qala jiyan û têkoşîna Şiyar Gabbar kir. Her wiha hevalê wî Şivan Yusuf jî behsa Şiyar kir û got: “Me hev li Dortmundê nas kir. Timî digot ez bi jiyana vir ne qayîl im. Tiştê ku meraq dikir, dipirsî. Digot, ´Gelo ez herim çiyê, ez ê bikaribim li çiyê bijîm?´ Piştî ku çû dît ku jiyana lê digere li wir e. Di demeke kin de fêrî Kurdî jî bû û bû gerîlayekî baş. Di demeke welê de ku hinek dixwazin ji rastiyê gel birevin, ew ket pey heqîqetê.”

Şiyar Gabar (Jakob Riemer) Elman bû û tevlî refên PKK´ bûbû. Par 9´ê Tîrmehê di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found