Pirsên mikurlêhatî   –  Rêşad SORGUL

Rêber Apo 21 sal in ku li giravekê dîl tê girtin. Li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye ango tenê tê hiştin û têkiliyên wî bi derve re qut in. Rêber Apo li vê giravê dikeve sala 22ʼan. Li vê qonaxê pirsa em careke din bikin ev e: Rêber Apo çima li giravekê dîl tê girtin? Çima ti rêzika huqûqa navdewletî ya ji bo êsîran tê qebûlkirin, ji bo wî bi cih nayê anîn? Rêber Apo dema gihişt Îtalyayê jî cara pêşî beşdarî MED-TVʼê bû, weha pirsîbû: Çima pasaportê didin we hemûyan û çima nadin min? Bi vê pirsê îşaret bi mijareke kûr dikir. Belkî jî ji bo em li mijarê serwext bibin, divê em bi pirsê hinekî din vê pirsê xurt bikin. Çima Rêber Apo û ne kesekî din li Îmraliyê ye? Dijmin dikarin weke bersiv bibêjin, wî zirareke mezin daye dewleta me û sûcê wî giran e. Baş e, gelo Kurd, Kurdistanî wê çi bersivê bidin. Ez vê pirsa hêsan û dijwar pêşkêş dikim, çima Rêber Apo li Îmraliyê di zindaneke yek kesî de ye?

Em vegerin destpêka beriya bi 21 salan. Berî ku Rêber Apo radestî dewleta Tirk a notirvan bikin, balafira wî hema bêje mehekê li ezmanî hiştin. Nizanîbûn wê çawa bikin. Bazarên mezin dikirin. Baş tê bîra min, alîgir an jî ne alîgirên PKKʼê jî şaş û matmayî bûn, fêhm nedikirin ka çi diqewimî. Meheke sax Rêber Apo di rojeva sereke ya dinyayê de bû. Ev heta radeyekê bi gelek Kurdan xweş bû. Kêfa wan dihat çawa dinya hemû bi wan re mijûl dibû. Ne xema wan bû dinyayê ji wan re “terorîst” digot. Çawa ku min gotî, tevî ku gelek kes ne bi Rêber Apo re jî bûn, lê serbilind bûn lîderekî wisa yê Kurdan heye. Ji lewra jî dema radestî dewleta Tirk hat kirin û egala Kurdan hat xwarkirin, bi tevahî anora Kurdan jan da û hesta neteweyî ya Kurdan êşiya. Seba vê jî nerazîbûna Kurdan mezin bû. Wezîra Karê Derve ya Emerîkayê ya wê demê Madeline Albright jî digot, em ne li benda nerazîbûneke evçend mezin bûn.

Rêber Apo di parêznameya xwe ya Manîfestoya Civaka Demokratîk de dibêje, “Dema ez birim Îmraliyê, li ser navê Konseya Ewrûpayê pîrejineke heftê salî xêrhatina min kir û got, demekê tê li vir bimînî heta em çareyekê bibînin.” Ev agahiyên girîng in ku çarçoveya bêbextiyê nîşan didin. Rêber Apo lîderê gelê Kurd e. Baş e, li vir pirseke din a girîng heye û divê em li pirsê mikur bên. Em qala lîderekî Kurd dikin ku li giravekê êsîrkirî ye û Emerîka wî radest kiriye, Konseya Ewrûpayê jî li giravê xêrxahatina wî kiriye. Çima ev zirhêzên cîhanê û xulamên wan giş bi hev re bêbextiyeke wisa dikin ? Li pişt perdeya vê çi heye ? Tê bîra me, dema ku Rêber Apo kirin êsîr guh nedan ti rêzik û pîvana xwe ya huqûqî û etîk. Ewçend çavsor bibûn, li hin deveran hêzên xwe yên veşartî jî bi kar neanîn, yekser êriş dikirin. Ji lewra jî ne bi merdane, lê bi qelaşî û korsanî Rêber Apo xistin zindanê. Di wan rojan de zirhêzan mudaxeleyî herêmê dikirin û nedixwestin kes pîlanên wan bi bin bixin. Îro jî lîstikeke mezin li herêmê heye û dîsa naxwazin Rêber Apo bipeyive. Li vir mijar ne alîgirî an jî dijberiya Rêber Apo ye. Li vir rewşeke berbiçav heye divê rast were dîtin.

Bêguman berxwedana Kurdan heta astekê bêbextî pûç kir û nehişt bigihîje armancê. Dîsa rewşa dewletên dagirker li herêmê û pozîsyona zirhêzan hinekî reng guhertiye, lê Rêber Apo hê jî êsîr e, û nahêlin dengê wî derkeve. Dema Kurd asta çalakiyên xwe bilind dikin; em dibînin deriyên Îmraliyê vedibin û rêxistina CPT ya ser bi Konseya Ewrûpayê jî dikeve nava tevgerê. Ev jî nîşan dide, tevn û girêbesta navdewletî hê li ser kar e. Heman hêz ji berhemên Rêber Apo jî bêzar in. Mînak, Rojava weke berhemeke xebatên Rêber Apo tê qebûlkirin û zirhêz dixwazin û ferz dikin ku rêveberiya Rojava ji PKKʼê dûr bisekine. Baş e, çima divê xwe jê dûr bike? Em bi pirsan gotinên xwe bi dawî bikin. Rêber Apo kî ye, çi ye, çima li Îmraliyê tê bêdengkirin, çi temsîl dike û yên xwe nêzî wî bikin û jê dûr bisekinin kî ne?.

Yazarın diğer yazıları

    None Found