Piştgirî dan kampanyaya KJAR’ê 

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) 27’ê Tîrmehê li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava “Li dijî şîdetê hev bigirin, têbikoşin û azad bibin” da destpêkirin. Kampanya wê bi beşdariya jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor heta demek nediyar wê dewam bike. Ev kampanya bi riya torên civakî yên weke fecebook, instagram û telegramê tê meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li derveyî welat û  Başûrê Kurdistanê zêdetirî hezar kesî beşdarî kampanyayê bûn. Ji derveyî jinan mêr jî beşdarî kampanyayê dibin. Her yek bi awayê dîmen, deng, wêne û nivîs piştgiriya xwe destnîşan dikin. Herwiha qala riya çareserî û rizgarbûna jin û civakê ji sîstema bavikanî dikin. Piştgiriyek jî ji gerîlayên azadiyê yên çiyayên Kurdistanê hat.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found