Piştî romanê filma bêcezamanê

Bêcezaman ji peyvên ceza û cezanekirina sûcdaran û wêde xwedî maneyên giran ên civakî ye. Di vir de meseleya edaletê û misogeriya baweriya pê, bi funksiyoneke cidî ya civakî radibe û heger bêcezaman sîstematîk be, hingê jî derbeke giran dixwe. Sala 1968´an li Elmanyaya piştî şer kanûnek hat derxistin ku pê efserên Nazî yên ku sûcên şerkiribûn ne ji ber qetlê, lê ji ber derba kuştinê bên dadgehkirin. Gava mirov wiha lê dinihêre, dibêje qey ne meseleyeke muhim e. Berevajî, mesele muhim û giran e ku îro jî dibe mijara huner. Qetl ji ber ku plankirî û bi armanca kuştinê haziriyê pê dibîne, hem cezayê herî giran jê re tê xwestin, hem jî nakeve ber qanûnên “kevinbûnê” herçî derba kuştinê ye, wê kêliyê ne hesabkirî qewimiye, dibe ku sedemên sivikkirina sûcî jî pêre bin û ya ji hemûyan jî girîngtir dikeve ber qanûnên “kevinbûnê”. Ev qanûn gava ku sala 1968´an li Elmanyayê derket, bi hezaran sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên efserên Naziyan ketin ber.

Beriya 3 hefteyan filmeke Elman kete vizyonê bi navê Der Fall Collini (Doza Collini). Regisseur Kreuzpaintner filma xwe ji ber romana 2011´an derketî ya Ferdinand von Schirach a bi heman navî girtiye. Hin guhertin jî tê de kirine, çawa ku parêzer Caspar Leinen di romanê de ji derdorên elîter tê, lê di filmê de nîv Tirk e. Mijara romanê û vê filmê ev qanûna li jor me behsê kir û yek ji efserên SS ên Nazî ye; yek ji wan efserên ku bi vê qanûnê bê ceza mane. Film bi vê yekê li ser jihevcihêbûna mefhûmên hiqûq û edaletê radiweste. Heta bi fînala filmê jî ev hewldana jihevkirina edalet û hiqûqê her darîçav e. Serlîstikvanê filmê Elyas M´Barek, di filmê de di rola parêzer de performanseke ku kes jê hêvî neke nîşan dide; ew bêhtir berê bi rolên komediyên “sivik” de dihat nasîn. Jixwe, rola wî ya di film û rêzefilma Tuerkisch fuer Anfaenger (Tirkî ji bo yên nû dest pê dikin) û di Fack ju Gohte de ji bo yên ku ev filmên hanê dîtine, pirr zehmet e ku fêm bike, ka ew bi rola parêzer Caspar Leinen çawa evqasî serketî bûye.

Mesele ji bo parêzer girift e. Kesekî ku dikeve şûna bapîrê wî tê kuştin. Li seranserê filmê em dibînin çawa vî kesê hanê ku yek ji pîşesazên muhim ên Elman e (di filmê de bi navê Hans Meyer) çawa bavtî yan jî bapîrtiyê ji vî parêzerî re dike ku dawiya dawî dikare bibe parêzer. Yanî parêzer heta bi qedandina lîseyê jî di nava mala wî pîşesazî de mezin bûye.

Di filmê de roleke din a serketî ya kujerê bi navê Fabrizio Collini (Franco Nero) ye. Piştî ku Hans Meyer dikuje, teslîmî polîs dibe û hiş dibe li ser sedemên kuştinê. Ango di destpêkê de dema ev pîşesazê hanê yê Elman tê kuştin, li gorî her kesî ti sedemeke diyar nîne. Hasilî, parêzerê me bela xwe ji dozê venake û dide dûv şopan heta ku diçe gundekî Îtalî yê ku Collini jê tê û li wir bi ser şopa meseleyê ve dibe.

Elaqeya kuştinê yekser bi sûcên şer ên Naziyan – di vê filmê de kuştina 20 sivîlên bêguneh li gundekî Îtalyayê – re heye; ne tenê ev jî, qanûna 1968´an derketî ku bi navê Qanûna Dreher tê nasîn, bi hezaran sûcdarên şer û li dijî mirovahiyê bêceza man. Gava ku kovara Elman die Zeit Îlona 2011´an ji Ferdinand von Schirach pirsa qanûnê kir, wî got, “Qanûn Hespekî Troya bû, besît û dûrîçav, û ew parçeyek ji paketeke qanûnan bû. Ne îdareyên eyaletan ên hiqûqê. Ne parlamenterên federal, ne Konseya Federal a Elmanyayê, ne jî Komisyonên Hiqûqê tesîra wî ya mezin a texrîbkar nedîtin, nas nekirin.”

Yê li pişt vê qanûnê, Eduard Dreher bû. Di serdema Naziyan de dozger bû û tê zanîn ku wî li dijî diziya xwarinê jî bi doza îdamê doz vekirine. Piştî şikestina Naziyan di demeke kurt de weke memûr wî kariyer çêkir û gava mir jî hemû rûmeta dewletê ji bo wî hat nîşandan. Ya ku nivîskar Ferdinand von Schirach ber bi nivîsandina vê romanê ve birî jî jixwe hem ev rêza ji vî dozgerê Naziyan re hatî girtin û hem jî êşa bêcezamanê ya li ser mexdûr, û nas û xwediyên mexdûran bû.

Herçî film e, bi ya min serketî bû, nexasim bi performansa Elyas M´Barek û ji filmê bi rastî jî tê ku texrîbatên bêcezamanê li ser civakê nîşan bide.

Yazarın diğer yazıları