PKK dîroka berxwedanê ye

Pîrozbahiyên salvegera damezrandina 41´ê ya PKK´ê li gelek bajarên Elmanya, Fransayê, li bajarê Holanda Den Haagê û li paytexta Rûsyayê Moskovê jî hat pîrozkirin. Di van pîrozbahiyan de xasma jî peyamên xwedîderketina li Berxwedana Rûmetê derketin pêş.

Li bajarê Elmanyayê Kolnê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li bajêr û hawîrdora wê bi coşeke mezin salvegera damezrandina PKK´ê hat pîrozkirin. Şahiya pîrozbahiyê li Bergisch Gladbachê li Saal 2000´ê hat kirin. Li holê resmên şehîdan û her wiha resmên Hevrîn Xelef a şehîd jî, alayên PKK´ê, posterên Rêber Apo hatin daliqandin. Piştî rêzgirtina ji şehîdên Kurdistanê re Çetin Oraner derket ser dikê. Piştre li ser navê KNK´ê Ahmet Aktaş got, “PKK´ya 27´ê Mijdara 1978´an tovê wê hat reşandin, îro li erdên herî qedîm yên mirovahiyê yanî Kurdistanê reh berdana jêr. Paradîgmaya Rêber Apo li seranserê dinyayê belav bûye û milet wê qebûl dikin.”

Tevgera Ciwanen Şoreşger jî bi peyama xwe cejna vejînê li Kurdistaniyan, girtiyên azadiyê û gerîlayan pîroz kir. Piştre Hozan Kawa, Abbas Ahmed û Koma Govendê ya Kolnê derket ser dikê.

Divê em li destketiyên xwe xwedî derkevin

Li bajarê Elmanyayê Halle (West) jî cejna vejînê bi coş hat pîrozkirin. Alayên YPG, YPJ´ê û resmên şehîdan li hola şahiyê hatin daliqandin. Kurdistanî û dostên wan ên ji Bielefeld, Halle, Paderborn, Bad Salzuflen, Herford û Guterslohê beşdarî şahiyê bûn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bielefeldê Naîf Xerabî destpêkê axivî û got, “Divê em li destketiyên xwe xwedî derkevin. Rêya vê jî misogerkirina yekîtiya neteweyî ye. Hîviya min ew  e, ev pîrozbahiyên me bibin wesîleyek ji yekîtiya me ya neteweyî re.”

Li ser navê saziya malbatên şehîdan a li Elmanyayê jî Eli Amedî peyivî û got, “PKK ji gelan re bû hêvî. Hîmê PKK´ê qehîm e, ew partiya şehîdan e.” Elî Amedî wekî din behsa peyamên yekîtiya neteweyî kir û got, “Têkoşîna me wê dewam bike. Bila miletê me baweriya xwe bi gerîlayê xwe bîne. Em ê bi hev re bi ser kevin.” Piştre jî hunermend George Safar, Hariman û Xemdar, Zozan Nûdem, Hozan Emekçî, Berbang, Bulent Turan derketin ser dikê.

PKK partiya şehîdan e

Li bajarê Elmanyayê Kielê jî hem ji pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK´ê hem jî ji bo piştgiriya Rojava şevek hate lidarxistin. Di şevê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç got, Kurdistan sed sal berê hatiye parçekirin û got, “Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd îro xurt in û ew ê destûrê nedin vî tiştî.”

Di şevê de Hozan Tûncer, Hozan Farqîn, Delav Kobanê û Botan Cizîrî jî derketin ser dikê.

Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê jî hem bi rasthatina salvegera damezrandina PKK´ê ya 41´ê û hem jî ji bo piştgiriya Rojava şevek hate lidarxistin. Nûnerên saziyên li eyaleta Saarlandê di şevê de axivîn. Beser Şahîn, Seyda Perînçek, Koma Hezex, Şerîf Omerî û Koroya Zarokan a Mezopotamyayê derketin ser dikê.

Piştî sînevîzyonê şeva piştgiriyê bi govendê bi dawî bû.

Salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê li bajarê Fransayê Strasbourgê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Salle de La Bourseyê pêk hat. Salona şahiyê bi wêneyên Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hate xemilandin. Siyasetvanê Kurd Mustafa Sarikaya li şahiyê axivî û got, PKK partiyeke şehîdan e. Wî wekî din got, divê heta azadiyê her Kurd li dora nirxên têkoşînê xwe bi rêxistin bike.

Di şahiyê de Zarîfe Zerîn, Cewad Merwanî û Govenda Avesta derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

PKK´ê ji lîsteyê derêxin

Li bajarê Fransayê Marsîlyayê jî salvegera damezrandina PKK´ê ya 41´ê hat pîrozkirin. Li salona Place de Roses a li Marsîlyayê posterên Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK’ê hatibûn hilawistin.

Di merasîma pîrozbahiyê de siyasetvan Kemal Aktaş salvegera damezrandina PKK´ê pîroz kir. Hozan Aydin, Xemgîn Bîrhat, Yelda Ebbasî û Hozan Sîmar di merasîmê de derketin ser dikê.

Li bajarê Fransayê Draguignanê jî salvegera damezrandina PKK hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li hola Draguignan Campê bi sedan Kurdistanî û destên wan amade bûn. Li ser navê CDK-F Draguignan hevserok Erdal Mert û Hîdayet Ozkan axivîn. Piştre Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a herêma Alpes Maritimes a Fransayê Philppe Deligrini got, “Weke hemwelatiyê Fransî û Ewrûpî em daxwaz dikin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Pêwîst e ku Ocalan û Demîrtaş bên serbestkirin.”

Hunermend Beytocan, Kawa Ûrmiye, Rênas Demhat û Kemalê Amedê derketin ser dikê.

Li bajarê Holandayê Den Haagê yê Hollandayê 41. Salvegera damezrandina PKK hate pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Siyasetvanê Kurd Sulêman Gunyelî got, “Di berdêla şehadet û berdêlan de bêguman azadî wê bi ser keve. Îro Rêber Apo girtiye û ji bo ku zincîrên esaretê bên şikandin divê em têkoşînê xurt bikin.”

Hozan Comerd, Pinar Aydinlar û Xanemîr jî derketin ser dikê.

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskovê tevî dostên xwe salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê pîroz kir. Çalakiyê li Mala Gel a Lûnaçerskî bi rêzgirtinê dest pê kir. Siyasetvanê Kurd Zeydîn Aslan piştre got, “Dîroka PKK’ê qala berxwedana me Kurdan dike.” Piştre Nûnerê Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Benav û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovê Tara Kadir axivîn û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Hunermend Hemîdê Mecît, Nûjîn a govendê û Milazimê Îsko û hunermendên herêmî derketin ser dikê.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found