PKK gel e, gel li vir e!

Demekê dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e”, hatiye guhertin û li şûna wê HDP gel e, gel li vir e, tê gotin. Sedema ku ev dirûşme guheriye yan jî hatiye guhertin çi ye gelo? Zext û êrişên dewleta dagirker a Tirk bê guman ji her demê zêdetir dewam dikin û ew dixwaze gel çavtirsandî bike. Dema gel cara yekê dirûşmeya PKK gel e, gel li vir e digot, zext, êşkence, kuştin û êrişên dagirkeriyê di asta herî jor de bûn. Ji bo wê jî em tenê nikarin bibêjin, ji ber zext û êrişên dijmin û çavtirsandinê ev dirûşme hatiye guhertin. Polîtîka û planeke qirêj bi gotineke din komployeke mezin li dijî tevgera azadiya gelê Kurd di dewrê de ye. Armanca esasî ya vê konsepta giştî ku hêzên derve û herêmî jî tê de cihê xwe digirin, tecrîdkirina PKK´ê ye. Her tişteke bi navê PKK û gerîla dixwazin hêdî hêdî ji rojeva Kurdan derxin û bi vî awayî tasfiye bikin. Mixabin gelek kes jî bêyî ku hay ji vê rastiyê hebin, pirr rehet ji vê mijarê dibihurin. Hêzên derve bi taybetî bi biryara li dijî kadroyên pêşeng ên PKK´ê pêngava duyemîn a komploya navneteweyî dan destpêkirin. Dema ev biryar hat dayîn, ji Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat û partiyên wê re jî tê gotin, em we wek îrade qebûl dikin û statuya we jî wê were qebûlkirin. Bi dev, dibêjin jixwe, PYD, HDP, Tevgera Azadî û PJAK parçeyek ji PKK´ê ne û pêwîst nake navê PKK were ser ziman û behsa wê were kirin. Li her parçeyî pêşengên wan tevgeran wê hebin, di çarçoveyeke teng de wê mafên wan werin dayîn û êdî bi vî awayî pirsgirêka Kurd were çareserkirin. Ya rastî, naveroka bîrdozî û felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan her wiha projeya Netewa Demokratîk wê bê valakirin. Hewl tê dayîn ku partiyên me behsa wan kir, ji rastiya xwe ya têkoşîna azadiyê werin dûrxistin û heta israr tê kirin ku xwe ji PKK´ê dûr bixin. Lê divê neyê ji bîrkirin ku van partiyan bi felsefeya azadiyê ya PKK´ê û hêza gerîla têkoşîna xwe li parçeyên din ên Kurdistanê berfireh kir. Wê demê çima PKK dibe terorîst û helwêsta beramberî partiyên din cuda dibe. Tirsa ji PKK´ê çi ye û çima dixwazin PKK´ê tecrîd bikin. Bi ya min hêj ji aliyê Kurdan ve ev rastî baş nehatiye analîzkirin û plana qirrkirina tevahiya Kurdan nayê dîtin, ev rewşeke xeter e.

Partiyên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê ger bawer dikin ku çi qas xwe ji PKK´ê dûr bixin, wê ewqasî serketî bin û wê li ser asta cihanê ji wan re statu were naskirin, di xefletê de ne. Çima em heta niha jî behsa bandora tevgera sosyalîst li Sovyetan dikin. Bi bandora vê tevgerê li her devera cihanê, heta li Kurdistanê jî gelek partiyên çep û sosyalîst hatin avakirin. Heta niha jî gelek partî û kesayetên Kurd jî di navê de yên tevahiya Rojhilata Navîn, Lenîn wek pêşeng û rêberê xwe dibînin. Her wiha Che Guevara bandora wî li cihanê tê zanîn. Wê demê çima partiyeke wek PKK´ê û Rêberê pêşengê Neteweya Demokratîk nikare wek tevgera sosyalîst li Soveyetan yan jî cihekî din a cihanê be? Rêber Abdullah Ocalan rêya diçe Sosyalîzma Reel û sedema hilweşandina Soveyetê gelekî bi berfirehî rexne û şirove kir. Alternatîfa wê jî danî, li ser vê felsefeyê Şoreşa Rojava pêk hat û bala tevahiya cihanê ber bi xwe ve kişandin. Hêzên Sermayedar vê yekê naxwazin û hebûna PKK´ê ji bo xwe wek xetera herî mezin dibînin, ji ber ku sosyalîzma PKK´ê li dijî hişmendiya lîberal a modernîteya kapîtalîzmê ye. Ji bo vê, dixwazin partiyên ku fikra Rêber Abdullah Ocalan tesîr li wan kiriye, bi awayekî ji vê fikr û felsefeyê dûr bixin, marjînal bikin û bixin bin bandora xwe û wisa tevahiya Rojhilata Navîn kontrol bikin. Dibe ku PKK´ê bandor li partiyên Kurdî kiribe û bixwe li her parçeyî xwe birêxistin kiribin, lê belê ew cuda ne û PKK jî cuda ye. Ti wateya wê nîne ku mirov partiyeke din bixe şûna PKK´ê û bibêje ferq nake, jixwe wek hev in. Ne wek hev in. Wek mînak PKK û HDP ne yek in. HDP li meydana Bakurê Kurdistanê siyaseta legal dimeşîne û di parlamentoyê de cihê xwe digire. Kadroyên HDP ê û pîvanên wan cuda ne û yên PKK´ê cuda ne. Rêberê PKK ê Rêber Abdullah Ocalan e û HDP jî hevserokên wê cuda hene. PKK li Kurdistanê pîvana têkoşîn û azadiyê ye, dibe partiyên siyasî hebin û siyasetê bikin. Lê belê bi hezaran şehîdên PKK´ê hene û hê jî rojane şehîdan dide. Dema cenazeyên gerîla li Bakurê Kurdistanê dihatin pêşwazîkirin, gel ew wek milîtanên PKK´ê pêşwazî dikirin. PKK û Gerîla li Kurdistanê û li cem gelê Kurd xeta sor in. Gel PKK nas kir, bi PKK´ê re têkoşiya û heta vê astê hat. PKK´ê gelê Kurd ji xewa mirinê hişyar kir. Ev dirûşmeya PKK gel e, gel li vir e jî wisa çêbû. Kes bila hewl nede vê dirûşmeyê bi gel bide jibîrkirin û wendakirin. Kes jî bila nefikire ku bi siyaseteke nerm û qaşo aştiyane wê li pêşiya vê faşzîmê bisekine. Her roj em behsa qirrkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin û paşê em dibêjin, ‘Bila behsa PKK´ê û gerîla neyê kirin, şer nebe bila aştî hebe!’ Tu dibêjî qey PKK şer dixwaze. Faşîzm heye, her roj êriş dike, dikuje, dagir dike, talan dike her devera Kurdistanê. Ev wisa şerekî di navbera PKK û dewleta Tirk de nîne. Ev ne şer e, ragihandin jî şaş bi kar tîne, ev konsepta qirrkirin, îmha û înkarê ye. Kî radibe û rûdinê dibêje, bila ev şer bisekine. Erê baş e, bila bisekine, lê daxwazeke wiha ji faşîzma Erdogan tiştekî naguherîne. Bi bikaranîna dirûşmeyên wiha nerm jî faşzîm têk naçe. PKK´ê li pêş çavê hemû cihanê DAIŞ têk bir, wê faşîzma AKP´ê jî têk bibe. Ji bo wê jî dirûşmeya demê dîsa “PKK gel e, gel li vir e!” ye.

Yazarın diğer yazıları