PKK; Gotina dilê hemû Îraniyan!

Rojhilatê Kurdistanê di salên avakirina PKK´ê de ji ber şoreşa 1979´an a Îranê ji gelek guhertinên mezin re amade bû. Lê ew salên em behsa wan dikin, wek çawa rejîma şahenşahî bi salan bi desteka hêzên cihanî wek Amerîka û Ingilîstanê li dijî tevgerên çep tevdigeriya, rejîma nû ya Îslamî jî heman siyaset didomand. Li destpêka salên 60´î heta destpêka salên 90´î li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevgerên çep û sosyalîst gelekî zindî û li ser piyan bûn. Jixwe, bi pêşengiya tevgerên çep û dayîna berdêlên giranbuha, gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gav ber bi şoreşa 79´an ve avêtin. Bêguman jirêderketina şoreşa 79´an gelek sedemên wê hene ku divê dersên mezin jê derbikevin. Şaşîtiya herî mezin a tevgerên çep li Îranê ew bû ku ti caran hewl nedan rastiya sosyalîzmê li gorî rastiya civaka Îranê binirxîne. Nêrînên şaş ên ku sosyalîzm û tevgerên li gorî wê felsefeyek cuda ye û zêde elaqeya xwe bi gelên Îranê re tineye. Gel di destpêka avabûna van tevgeran de beşdar bûn û li pey meşiyan. Lê belê van tevgeran nekarî taybetmendiya xwe ya civakî ku gel esas bigire, heta dawiyê biparêzin. Valatiyên heyî, mixabin şoreşa 79´an berovajî kir û ji armanca xwe ya esasî derxist. Bêguman di salên avakirina PKK´ê de çawa ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tovên sosyalîzmê her der şîn kiribû, gelên Îranî jî şahidî li heman çarenûsê dikir. Tam di wê wextê de ku êdî hêviyên azadî û têkoşîna ji bo sosyalîzmê li Îranê bi êrîşên mezin re rû bi rû bû, tevgera PKK´ê mohra xwe li tevgerên çep ên Tirkiyeyê da. Di wan salan de rejîm li Îranê nû hatibû guhertin. Tevgerên çep ên li Îranê hem Kurd hem jî neteweyên din, firsenda heyî nekarîn baş binirxînin. Li beramberî êrişên rejîma nû ya Îslamî li pey hev hilweşiyan. Gelek serok û rêberên tevgerên çep li tevahiya Îranê hatin bidarvekirin û qetilkirin. Hinek bê hêvî man, şikestin û berê xwe dan welatên derve. Yên mayî jî xwe bêdeng kirin û ji rewşa heyî re serê xwe tewandin. Mirov dikare bibêje salên di navbera 80 heta 90´î de li Îranê salên reş ên nêçîr û tasfiyekirina tevgerên azadîxwaz bû. Partiyên çepgir xwe neguhertin, di wexta xwe de rewşa Îranê û guhertinên çêdibûn nenirxandin. Ji bo wê jî ne karîn xwe biparêzin ne jî karîn gel biparêzin. Li xelkên Îranê zirareke mezin çêbû û êdî hêviyên wan ên têkoşînê şikestin. Mirov dikare bibêje, bi tenê man.

Rojhilatê Kurdistanê li gorî bajarên din ên Îranê hîn zindî ma. Her çend gelek berdêl hatin dayîn û Kurd ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê ji aliyê rejîma Îslamî ve bi gelek komkujiyan re rû bi rû man jî wek her tim di dîroka xwe de kirî, ji rika zilmê, berxwedan hilbijart. Bêdengiyek çêbû li Rojhilat lê mirov sala 90´î heta 99´an dikare helwêsta xelkê me yê Rojhilat wek jîlemû (agirê veşartî bin xweliyê) binirxîne. Bêdengî nedihat wê wateyê ku dest ji têkoşînê berdaye. Ji ber ku polîtîkayeke gelekî taybet li beramber Rojhilat hat bi rêveberin. PKK, di destpêka avabûnê de ji ber şert û mercên herêmî û ji ber ku nû derketibû, tam li Rojhilat nehat naskirin. Heger tam di wan salan de ku PKK hat avakirin bikariya xwe bigihanda Rojhilat, dibe ku rewş gelekî hatiba guhertin. Ji ber ku nû rejîma Îslamî hatibû ser hukum û valatiyeke mezin wê demê hebû. Ev derengmayîn, ne rexne ye bêguman, xweziyek e, heger biçûya serî dibe ku rê li ber gelek guhertinan vekira. Partiya nû avabûyî bû PKK wê demê, giraniya polîtîkayên îmha û tinekirinên li ser gelê Kurd li Bakur wer zêde bû ku diviyabû Kurdan di serî de bigotana em hene! Wê şensekî mezin bûya heger wê demê PKK´ê xwe bigihanda Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Himbêzkirin û pêşwazîkirina PKK´ê piştî salên 90´î û bi taybet piştî komploya sala 99´an dihêle ku mirov vê xweziyê bike. PKK hêviyek ji agir a veşartî di bin xweliyê de ye ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê re. Ev agir, roja Rêber Apo bi komployeke bêbextane hat revandin, bû agirekî mezin, bû çirûska têkoşîn û azadiyê. Sosyalîzm careke din zindî bû di nava xelkê Rojhilat de bi PKK´ê re. PKK´ê dest danî ser ya dilê Rojhilat dixwest, ya hêviya wê bû û di oxira wê de berdêlên mezin dabû. Ya di nîvê rê de mabû, bi PKK´ê re careke din rabû ser piyan û meşiya, beziya û xwe gihandê. Xeyalên ku rejîma Îranê dixwest li ber darê sêdareyê bikuje, bi PKK´ê re bû heqîqeta jiyana azad. Civaka Îranî xwedî ezmûnên têkoşînê, ya wê bi PKK´ê re bibe serî bêguman avakirina Netewa Demokratîk e. Bi salan e, gelên Îranê di bin pergaleke tundrew de bi hêviya azadiyê têdikoşin. Ji bo wê jî êdî wext hatiye bi ruhê têkoşîna 40 salan a PKK´ê gelên Îranî rê û resma xwe ya sosyalîzmê zindî bikin. PKK di heman demê de gotina dilê her Îraniyekê ye û vê mizginiyê dide; “Sosyalîzm wî misoger bi ser keve!”

Yazarın diğer yazıları