PKK xwebexşandin e

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCKê Cemîl Bayik got, kadroyê PKK’ê ti carî xwe bi navê kadro di ser kesî re nabîne, jiyana xwe sade ye, bi biryar û wêrek e, xwebexşê gel û azadiyê ye.

SALÎH DOGAN / ANF/BEHDÎNAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê axivî.

Polîtîkaya kadrobûyînê ya Tevgera Apoyî çawa pêk hat? Taybetmendiyên çînî, civakî û kesayetî yên kadroyan bi çi rengî bûn? Van taybetmendiyan bi çi rengî bandor li pêşketina komê û têkoşînê kir? Di van hemûyan de rola rêbaz û kesayetiya Rêber Apo çawa bû?

Li ser van pirsan Bayik weha got: “Rêber Apo hîn ji destpêkê ve weke Rêber hate qebûlkirin. Kesî negot ku Rêber Apo qebûl bikin. Wî bi xwe jî negot ‘Min weke Rêber qebûl bikin’. Bi hişmendiya xwe, bi rêxistiniya xwe, bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi rêbaza xwe ya kar, bi tempoya xwe û bi fedakariya xwe ya ji bo azadiyê, bi nirxên afirandî, bi nêzîkatiya xwe ya li bûyeran, bi dilsoziya xwe ya bi hevrê û gel re ev yek da qebûlkirin. Ji xwe re kir esas ku bi xwe hevrê û gelê xwe biafirîne. Di kesayetiya xwe de çi pêk anî, têkoşiya ku heman tiştî li gel hevrê û gelê xwe jî pêk bîne. Her tiştên xwe bi hevrê û gelê xwe re parve kir, ev yek weke berpirsyariyeke bingehîn ji xwe re dît û di her şert û mercî de hewl da pêk bîne. Ji ber vê yekê kadro hîn dema 4-5 kes bûn Rêber Apo ji xwe re weke rêber qebûl kirin.

Berpirsyariya kadrobûyînê ya bi rengê Apoyî Rêber Apo bi xwe hilda ser milê xwe, kadro hemû bi xwe perwerde kir. Hem xwe perwerde kir hem jî kadro perwerde kir. Têkiliya xwe ya bi hevalan re timî perwerde bû. Jiyana xwe kiribû perwerde.

Gotin û kirinên wan hevgirtî ne

Kadroyên PKK’ê ne tenê ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve li hev kom bûn. Ew mirov bûn ku jiyaneke nû afirandin û bi vê armancê li hev kom bûn. Tiştên ku digotin di destpêkê de di kesayetî û jiyana xwe de pêk dianîn. Ji ber ku tevlî rastiya Rêber Apo bûn. Armanca rastiya Rêber Apo ew e ku destpêkê di kesayetiya xwe de pêk tîne û piştre jî ji bo li gel hevrê û gelê xwe pêk bîne têdikoşe. Yên ku xwestin bibin hevrêyên Rêber Apo ev feraset û helwest ji bo xwe kirin esas. Hewl dan vê yekê li her deverê û di nava her şert û mercî de pêk bînin. Vê yekê bandoreke gelekî erênî li civakê kir. Lewma Rêber Apo got, “Gel ji gotinên kadroyan bêhtir li jiyana wan û kiryarên wan dinere.” Rêber Apo jiyana xwe bi rêbaza komun a demokratîk bi rêxistin kir. Kadro jî li malên komun bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê kadro xwedî karakterekî komunal in, li gel kadro ezezîtî nîne. Jiyaneke xwe ya dilnizm heye. Mîna gel dijî. Kadro dûrî madiyatê ji xwe re manewiyat kir esas. Ji ber vê yekê gel rastiya xwe di nava kadroyan de dît û ji ber vê yekê kadro pejirand. Piraniya beşên civakê tevî ku PKK bi kûrahî fêhm nekiriye jî got ‘Ez PKK’yî me’.

Rexne û xwerexnekirin

PKK her ku mezin bû û bi pêş ket, ji bo van taybetmendiyên xwe biparêze û bi pêş ve bibe rexnekirin û xwerexnekirin ji xwe re kir esas. Yek ji pîvanên bingehîn ên partîbûna PKK’ê rexnekirin û xwerexnekirin e. Ji kêmasî û şaşiyan paqijkirina xwe ye. Li devera ku ev pîvan nebe PKK û milîtanî jî nîne.

PKK’ê destpêkê bi rexnekirineke mezin dest pê kir û paşverûtî, kêmasî û şaşitiyên civaka Kurd jî rexne kir. Kesayetî û zîhniyeta ku mêtinger, qirkerên faşîst afirandin qebûl nekir. Her tiştên wê zîhniyetê xwest ji nava civakê biavêje. Li dijî modernîteya kapîtalîst ku civakê û mirovan tine dike ji destpêkê ve têkoşiya. Hêz û kesên li derveyî PKK’ê kapîtalîzm pêşketî dîtin, lê belê PKK’ê berevajî vê nêzîkatiyê ew weke tinekirinê destnîşan kir. Ji ber vê yekê bi analîzkirina zîhniyet û kesayetiyê dest bi kar kir. Vê yekê kir ku ya eydî Kurdan û mirovan û ya ne eydî wan eşkere bibe. PKK’ê pîvanên qebûlkirin û redkirinê nîşan da û bû tevgera wê yekê ku van pîvanan mezin bike. Li ser vê bingehê welatparêzî û xiyanet ji hev cuda kir. Vê yekê kir ku pêşketin pêk were.

Yazarın diğer yazıları

    None Found